Ronahî Sadûn/Qamişlo
Guhertina navê Kobanê bo Eyn El-Ereb dîsa bûye rojev. DAIŞ’ê xwest navê wê bike Eyn El-Îslam, berî wê jî rêjîma Baas û niha jî hikumeta demkî ya Sûriyê dixwazin navê Kobanê bikin Eyn El-Ereb. Ev hewildan berdewamiya siyaseta erebkirinê ye ku armanca wê jêbirina nasnameya dîrokî û çandî ya Kurdan e. Lê dîrok û nasnameya gelan bi biryarên siyasî nayên guherandin.
Pêşketin û danûstendinên yekem
Piştî Kanûna 2025’an li Sûriyê guhertineke giştî pêk hat. Her çiqas piraniya gelên Sûriyê bi hêviya guhertina rejîmê û destpêkirina qonaxeke nû bûn, lê desthilata ku piştî van guhertinan hat, ne bi daxwaz û hêviyên hemû pêkhateyên civaka Sûriyê bû. Tevî vê yekê ev guhertin bû sedema ku welêt derbasî qonaxeke nû bibe. Ev qonax ji aliyê hin kesan ve wekî qonaxa veguhêzê hate binavkirin, lê hin jî wê wekî qonaxa avakirina Sûriyeke nû bi zihniyeteke nû nirxandin. Di encama vê veguherînê de li seranserê Sûriyê gelek pêşketin û guherîn di warên siyasî, civakî, aborî, îdarî û rêxistinî de pêk hatin. Ev pêşketin hemû herêmên Sûriyê dihewand, di nav de herêmên Kurdan ango Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) jî. Di vê çarçoveyê de deriyê diyalog û lihevkirinê di navbera nûnerên Rojava û hikumeta demkî ya Sûriyê de hate vekirin. Armanca bingehîn ew bû ku bi rêya danûstandinan çareseriyek siyasî ji bo pirsgirêkên heyî were dîtin û şertên avakirina Sûriyeke aram û yekbûyî werin amadekirin. Ji bo vê armancê nûnerên her du aliyan ketin nava danûstandin û lihevkirinan. Gava yekem a van lihevkirinan bi Peymana 10’ê Adarê encam da. Piştî wê di çarçoveya heman peymanê de çend lihevkirinên din jî hatin çêkirin. Lê belê pêvajoya bicihkirina van lihevkirinan bi gelek astengan re rû bi rû ma ku şert û mercên navxweyî û bandora hêzên derve li ser hebû, lewra di encama planeke navnetewî de lihevkirin neçû serî û di şûna pêşketina danûstandinan de, ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyê ve şer û alozî derketin pêş. Ji bo ku pêşî li vê rewşê were girtin û diyalog li şûna şer serdest bibe, peymaneke nû (Peymana 29’ê Çileyê) di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê hikumeta demkî ya Sûriyê, Ehmed El-Şeraa de, hate îmzekirin. Ev peyman wekî gaveke nû ya siyasî hate nirxandin ku dikare şertên pêşvebirina danûstandinan ji nû ve amade bike. Herwiha ev lihevkirin bi taybetî ji bo parastina herêm û civaka Kurd girîng bû. Di heman demê de li gorî şertên peymanê ew bû ku saziyên îdarî û sivîl ên Rêveberiya Xweser bi saziyên dewletê re li gorî mekanîzmayek hevbeş bên rêxistin û her du alî bi armanceke hevpar ji bo avakirina Sûriyeke aram, yekgirtî û domdar bixebitin. Bi vî awayî pêvajoya siyasî li şûna şer û pevçûnan bû rêya bingehîn a çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê.
Lihevkirina statejîk
Lihevkirina 29’ê Çileyê ne tenê lihevkirineke di navbera du aliyan de ye, lê gavak stratejîk û dîrokî ye ku dikare siberoja Sûriyê bi awayekî erênî bandor bike. Ev lihevkirin derfeteke girîng afirand ku tecrûbe û modela Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo hemû herêmên Sûriyê were belavkirin û sûd jê were girtin. Di heman demê de yek ji aliyên herî girîng ên vê lihevkirinê ew e ku rastiya civakî ya Sûriyê tê nasîn. Sûriyê ne welatek yekreng e, ew welatek pirreng, pirçand û pirnasname ye ku gelek netewe, ol, bawerî û çand tê de bi hev re dijîn. Ji ber vê yekê hemû pêkhateyên civakê mafê xwe yê wekhev hene ku di rêvebirin, biryardan û avakirina siberoja welatê xwe de beşdar bin. Serkeftina vê lihevkirinê wê bandoreke mezin li ser tevahiya Sûriyê hebe. Lê guhertina zihniyeta hikumeta demkî ya Sûriyê pêdiviya sereke ye, lê mixabin ev yek pêk nayê û zihniyeta Baasê di şêwazê hikumeta demkî de xwe dide domandin.
Zihniyeta hikumeta Şamê
Her çiqasî hikumeta demkî ya Sûriyê û nûnerên Rojava xwedî hizrên cuda bin, lê lihevkirin wê cudabûnê dide aliyekî û pêkanîna lihevkirinê xwe ferz dike. Lê çi derkeve pêş? ku hikumeta demkî mîna rêjîma Baasê ye. Ji ber hikumeta demkî ya Sûriyê di rastiyê de berdewamiya rêjîma Baasê ya hilweşiyayî ye. Çawa? Ji ber ku zihniyeta niha li Şamê tê meşandin, ji zihniyeta sîstema rêjîma Baasê tu cudabûn nîne, tenê kesayet hatine guhertin. Paşguhkirina gelên Sûriyê wek berê berdewam kiriye û roja îro hîn zêdetir bûye. Nebûlkirina jinê tê kirin. Aboriya welat deh qat xerabtir bûye û buhayên jiyanê li ser gel hîn zêdetir bilind bûne. Rewşa nearamî û neewlehiyê di asteke bilind de ye. Tevgera çeteyên DAIŞ’ê di Sûriyê de zêde bûye, lê li hember vê yekê hikumet bi berjewendiyên xwe yên bi dervere re mijûl e û agirê li hundir hîn zêdetir gur dibe. Di heman demê de ya dîsa xwe dubare dike kembera Erebî ye ku bi destê rêjîma Baasê dest pê kiribû, hikumeta demkî jî îro dixwaze wê projeyê bidomîne.
Siyaseta guhertina navan
Di serdema rêjîma Baasê de li Rojavayê Kurdistanê siyasetekî berfireh a erebkirinê dihat meşandin. Yek ji aliyên vê siyasetê guhertina nasname, navên kesan, malbatan, paşnavan, gundan, bajar û deveran bû. Armanca vê siyasetê ew bû ku şopa dîrokî û nasnameya neteweyî ya Kurdan were paşguhkirin û hebûna wan li ser axa wan, were bêbandorkirin û tunekirin. Di vê çarçoveyê de navên gelek bajar û deveran hatin guhertin. Bo nimûne, Qamişlo wek Qamişlî, Amûdê wek Amûda, Dirêbasiyê wek Dirbasiya, Dêrik wek Malikiyê, Serê Kaniyê wek Ras El-Eyn û Kobanê wek Eyn El-Ereb dihatin binavkirin. Ev guhertin ne tenê guhertina navan bûn, lê beşek ji projeyek siyasî bûn ku armanca wê têkbirina nasnameya Kurdî û pêşxistina karaktera Erebî ya herêmê bû. Îro piştî hilweşîna rêjîma Baasê jî, ev zihniyet bi awayekî din dîsa tê dubarekirin. Nimûneya vê yekê biryara li ser tabelaya dadgeha bajarê Hesekê bû ku tê de hat daxwazkirin ku nivîs tenê bi zimanê Erebî be. Herwiha guhertina navê bajarê Kobanê jî dîsa ketiye rojevê û hewildan hene ku navê wê bi Eyn El-Ereb were guherandin. Ev jî vê yekê dide tekezkirin ku berdewamiya siyaseteke kevin tê kirin, armanca wê paşguhkirina nasnameya dîrokî û çandî ya Kurdan e. Lê parastina navên resen ên bajar, gund û deveran, parastina bîra dîrokî, çand û hebûna gel e, gelê Kurd jî hebûna xwe her parastiye. Bi taybetî Kobanê ji bo gelên Kurd li ser asta cîhanê sînorê sor e ku nabe kes nêzî wê bibe û nasnameya wê bide guhertin.
Çima Kobanê û ne Eyn El-Ereb?
Li ser binavkirina Kobanê gelek çîrok hene, lê rastiya navê Kobanê li gorî tê gotin ew e ku ji vir tê; ku Eşîrên Kobanê di nava xwe de û di encama hevpeymanekê de ji hevdû cuda dibin û navê xwe jî dikin “Koma banî” û ya din jî “Koma Jêrî.” Navê Eşîra Koma Banî bi demê re dibe Kobanê. Lê di dema Rêjîma Baasê de Kobanê bi navê Eyn El-Ereb dihat binavkirin. Ji ber ku di Kobanê de kaniyek ku ji Rojhilatê Kobanê dihat, Ereban li wir pezên xwe av didan. Piştre kanî ziwa bû û wê demê siyaseta erebkirinê dest pê kir, lewma dîsa Kobanê bi Eyn El-Ereb dihat binavkirin, saziyên dewletê jî bi fermî wê wisa pênase dikirin. Ji salên 1923’an heta 2011’an Kobanê di destê rêjîma Baasê de bû. Lê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de gel rabû ser piyan û rêjîm ji Kobanê derxistin. Lewra piştî wê reseniya navê Kobanê vegeriya û dîsa Kobanê hate nivîsandin.
Dîroka kobanê û berxwedana wê di serdemê de
Kobanê xwedî dîrokeke kûr û kevnar e. Di nav gelek qonax û guhertinên dîrokê re derbas bûye, lê navê wê her tim Kobanê maye. Ev rastiyek dîrokî ye û kes nikare dîroka navê Kobanê înkar bike an jî wê ji bîr bibe. Ji bo parastina Kobanê bi hezaran şehîd canê xwe feda kirin. Bi berxwedana wan, Kobanê neket û bû nîşana azadî, berxwedan û serbilindiyê. DAIŞ’ê xwest navê wê biguherîne û bike Eyn El-Îslam. Berî wê jî rêjîma Baas û niha jî hikumeta demkî ya Sûriyê heman armancê didomînin û dixwazin navê Kobanê bikin Eyn El-Ereb. Lê dîrok û îradeya gelan bi biryarên siyasî nayên guherandin. Kobanê, Kobanê ye û dê her tim bi vî navî were nasîn. Hewldanên guhertina navê Kobanê tenê guhertina navekî nînine, ew nîşana zihniyeteke paşverû, nijadperest û yekrengker in. Armanca rastîn jî ne tenê guhertina navê bajêr e, jêbirina nasnameya dîrokî, çandî û neteweyî ya gelê Kobanê ye. Lê dîrok û bîra gelan bi zorê nayên jêbirin û navê Kobanê wekî sembola berxwedanê dê bimîne. Ya girîng jî Kobanê ji bo Kurdan û gelên ku piştgirîya doza Kurd dikin girîngiyeke sembolîk a mezin heye, ji ber ku ew cihê jidayikbûna Şoreşa 19’ê Tîrmehê û cihê berxwedana dîrokî ya li dijî DAIŞ’ê ye.
Israra Kurdan a li ser parastina herêmên xwe
Gelê Kurd û gelên din ên herêmê ne tenê navê Kobanê, lê hemû navên resen û dîrokî diparêzin û ji bo parastina wan berxwedanê dikin. Navên dîrokî beşek ji nasname, çand û mîrateya gelan in, ji ber vê yekê her hewildanek ku armanca wê guhertina wan be, di nav civakê de bertekên xurt derdixe holê. Ger îro mijar Kobanê ye, sibê dibe ku herêmek din bibe armanc. Ji ber vê yekê pirs tê kirin, israrbûna hikumeta demkî ya li ser vê mijarê xwedî çi armancê ye? Ma armanc guhertina navê dîrokî yê Kobanê ye, an jî ev gav beşek ji projeyekê ye ku guhertina demografîk a herêmê armanc dike û vê pêvajoyê bi guhertina navên Kurdî dest pê kiriye? Her çi armanc be, berteka gelên Kobanê û gelên herêmê îro li kolanan bi awayekî eşkere tê dîtin Ji ber vê yekê divê hikumet berî ku her biryarê bide, vegere ser lêkolînên dîrokî û belgeyên zanistî, da ku rastiya dîrokê ji bo wê baştir were nasîn.






