Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Weqfa Jina Azad tevahiya jinan hembêz dike’

15/07/2026
in JIN
A A
‘Weqfa Jina Azad tevahiya jinan hembêz dike’
Share on FacebookShare on Twitter

Aryen Hesen/Qamişlo

Rêveberiya projeya Weqfa Jina Azad Viyan Elî diyar kir ku Weqfa Jina Azad hemû jinan de nava xwe de digire û deriyê wê ji wan re vekirî ye û wiha got: “Em rêxistineke serbixwe ne.”

Weqfa Jina Azad rêxistineke jine ku hemû jinan di nava xwe de digire û ji bo perwerdekirin û pêşxistina wan xebatên cûr bi cûr dimeşînin. Armanca sereke ya weqfa jinê guhertina zihniyata ku li dijî jinê tê meşandin û azadkirina jinî ye.

‘‘Weqfa Jina Azad rêxistineke serbixwe ye’’

Viyan Elî da xuya kirin ku derdora 150 jin di Weqfa Jina Azad de xebat dikin û wiha got: “Weqfa Jina Azad di 2014’an de hate avakirin destpêkê bi çar jinan dest pê kir, lê niha derdora 150 jin cihê xwe di Weqfa Jina Azad de digirin. Em gelek li jinan geriyan, me ew kom kirin, sardana wan kirin û birêxistin kirin. Bi armanca pêkanîna xwasteka jinan me perwerdeya fêrkirina terzî, kowefêra, çêkirina sof û hwd vekir. Herwiha komîteyên perwerde, tenduristî û dîplomasî ji bo têliliyên me bi Ewropa û kesên têlildar re vekir. Pirana perwerdeyên me li ser tundiya li ser jinê, malbat, zawaca temen biçûk û hemû mijarên têkildarî jinê ne. klînîk û dermanxaneyên me li Hesekê û Qamişlo hene ku bijîşkên têkildarî jin û zarokan lê amade ne, li ser xeta sînoran klînîk û dermanxaneyên me yên gerok hene, ji bo jinên ku nikare xwe bighîne me em xwe bighînin wan, li cihên ku şer lê hene jî em xwe dighînin wê derê ji bo alîkariyê. Di heman demê de em dermanan bê berdêl didin û em dermanên xwezayî  li Amûdê û Hesekê amde dikin.

Hemû perwerde û komîteyên me waneyên xwe di milê teorî û pêkanîn pratîkî de ne. Di nava Weqfa jin de lênêrîna zarokan, ji bo derûniya zarokan li herêmên ku şer lê hene em perwerdeya mûzîkê amade dikin, amûrên mûzîkê li gorî daxwaza wan peyda dikin. Werzîşxane ji bo derûnî û denduristiya jinê jî heye. Li Kobanê cihê me yê ji bo zarokên sêwî heye, ji bo peydakirina hemû pêdiviyên wan em berpirsyarin. Çalakiyên cûr bi cûr ji bo zarokan lidardixin. Hemû kar û xebatên jin ku Weqfa jina azad  de dikin, em bi rêya Pêşangehan pêşkêş dikin.  Ji ber ku em rêxistinike serbixwe ne, aboriya me jî cûda ye, her kar û xebatê di mile terzî, dirûtin, kuafûr.. hwd de dikin em aboriya xwe ji wê yekê derdixin. Em rêxistineke civaka sivîlin.”

‘Armanca sereke ya Weqfa Jina Azad guhertina fikir û azadkirina jinê ye’

Viyan Elî destnîşan kir ku Weqfa Jina Azad derfeteke mezine ji bo hemû jinan e û wiha pê de çû: “Weqfa Jina Azad xebata xwe li her bajarekî Rojava dimeşîne û di heman demê de li şam û Helebê, Li Tebqa, Reqa û Minbicê jî me xwe rêxistin kir, lê di encama şer de xebatên me li wê derê rawestî. Niha piraniya xebatên me li herêmên Kurdî tên meşandin, lê em hewaldidin ku li herêmên dîtir jî vebikin. Di destpêkê de rola jinan di kar de tune û yê herî zêde di şeran de dibe qurbanî jine, weqfa jina azad derfeteke mezin ji bo jinan bû, bi jinan re bû alîkar, bi hezaran jin perwerde kirin, di haman demê de armanca sereke ya weqfa jin azadkirina jin û guhertina fikira zayendperest e. Di her warî de em dixwazin ku rola jinê xuya be û ji bin kevneşopiyên ku mafê wê tune dike derkevin. Weqfa jina azad derfeteke mezin ji bo jinan ne ku hişt jin liberxwe bide, mafê xwe nasbike di milî aborî de jî xwe xort bike.”

‘Deriya Weqfa jina azad ji hemû  jinan re vekirî ye’

Rêvebera Projeya Weqfa Jina Azad Viyan Elî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di planên me yê dema pêş de heye ku em Weqfa jina Azad li gelek bajarên Sûriyê vebikin û dîsa careke din hewalbidin vegerin Tebqa, Reqa û minbicê jî, ji ber ku em dixwazin nêzî hemû jinan bibin. Weqfa jina azad deriya wê ji hemû pêkhate û jinan re vekirî ye, em dixwazin bighêjin hemû jinan da ku jin liberxwe bidin, mafê xwe nasbikin û karibin di milê aborî de xwe hîn zêdetir xort bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.