Navenda Nûçeyan
Ji 7’ê Tîrmehê ve pêleke êrişan ya nû di navbera Îran û Amerîkayê de hat destpêkirin. Di encamê de bi dehan cihên stratejîk li Îran û Kendava Erebî hatine hedefgirtin û hîna jî ev êriş berdewam in.
Ragêşiya şerê Îran û Amerîkayê dest pê kir dema ku êriş li Tengava Hurmizê pêkhat. Desteya Çalakiyên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) di 7’ê Tîrmehê de ragihand ku keştiyek din dema ku di Tengava Hurmizê re derbas dibû hat hedefkirin. Bi vê yekê di 24 saetan de 3 êriş li tengavê tên kirin. Desteyê destnîşan kir ku keştî bi droneke nenas hatiye hedefkirin. Di nava seaetên dawîn ên 7’ê heman mehê de gaza xwezayî ya şilekirî ya Qeterê û keştiyek petrola xav a bi ala Erebistana Siûdî li nêzî Tengava Hurmizê zirar dîtin. Her du keştî dema di kerîdora deryayî re derbas dibûn, bi mûşekan hatin hedefkirin, herwiha di 24 saetan de 3 êriş li Tengav a Hurmuzê li dijî keştiyan pêk hatin.
Tevlîheviya li Hurmizê
Di 8’ê Tîrmehê de jî şer di navbera Îran û DYA’yê derket, Amerîkayê ragihand ku Îranê êrişî keştiyên bazirganiyê kiriye, lewma wan li dijî Îranê gelek êrîşên xurt daye destpêkirin. Li aliyê din Artêşa Pasedaran a Îranê jî ragihand wan wek bersiva êrişan, li dijî 85 baregehên leşkerî yên Amerîkayê êriş pêkanîne.
Navbera DYA û Îranê êrîşên beramber pêk hatin. Televîzyona Dewletê ya Îranê diyar kir ku li bajarê Bender Abbas û Sirikê ya nêzî Tengava Hurmuzê, dengên teqînan hatin bihîstin. Herwiha CENTCOM’ê diyar kir ku sivîl hatine hedefgirtin û êrîşkariya Îranê ne di cih de ye, xeter û binpêkirina eşkere ya agirbestê ye.
Weke bersiva êrîşên DYA’yê, Artêşa Pasedarên Îranê jî diyar kir ku 85 nuqteyên leşkerî yên DYA’yê hatine hedefgirtin û destnîşan kir ku balafireke bêmirov a MQ-9 ku hewl dida mudaxeleyî operasyonê bike, hate xistin û got, agirbest bi eşkere hat binpêkirin û Peymana Îslamabad bin pê bû.”
Herwiha Trump li civîna bilind a NATO’yê ya li Enqereyê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist. Trump işaret bi bûyerên dawî yên navbera DYA û Îranê kir û diyar kir ku metna mutabaqatê ya ji bo bidawîkirina şerê bi Îranê re “qediya” ye. Herwiha ragihand ku ew naxwaze hevdîtinê bi Tehranê re bike û got: “Agirbesta bi Îranê re bi dîtina min bi dawî bû. Muzakere dikare dewam bike, ne xema min e. Bi dîtina min ew derewîn e.”
Piştî lûtkeya NATO’yê pêla êrişan zêde bû
Piştî rojekê ji pêkanîna lûtkeya NATO’yê ya 36’an ya li Tirkiyê, pêla êrişên Îran û Amerîka li Rojhilata Navîn gelekî bilind bû. Li bajarê Bûşehrê êrîşeke Amerîkî pêkhat.
Ajansa nûçeyan a Îranî Mêhr ragihand ku dengê gelek teqînên bi hêz li bajarê Bûşehrê yê li başûrê Îranê hatine bihîstin. Bajarê Bûşehrê ji ber hebûna Navenda Atomî ya Bûşehrê (yekemîn santrala enerjiya atomî ya Îranê) xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e.
Wezareta Tendirustiyê ya Îranê di 9’ê Tîrmehê de ragihand ku ji ber êrişên rojên dawî yên Amerîkayê, 14 kes mirine û 78 kes jî birîndar bûne. Berpirsê Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezera Tendirustiya Îranê Husên Kirmanpur eşkere kir ku heta niha Amerîkayê li pênc parêzgehan êriş pêkanîne, ji birîndaran 47 kes di nexweşxaneyan de tên dermankirin, yên dinjî piştî dermankirinê vegeriyane malê.
Derbeya yekem a Îran li Kendava Erebî
Îranê di heman rojê ragihand ku wê êrişî nuqteyên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuwêt, Qeter, Behreyn û Urdinê kiriye. Artêşa Îranê di daxuyaniyekê de ji bo medyaya dewletê got ku wan bi dron û mûşekan pergalên parastina asîmanî yên Patriot li Kuweytê, navendeke hişyariya zû li Qeterê û depoyeke sotemeniyê ya leşkerî ya Amerîkayê li Behreynê hedef girtin.,
Kuwêt jî di heman rojê de ragihand ku pergalên parastina asîmanî mûşekek krûz, 3 mûşekên balîstîk û 10 dronên ku ketine qada hewayî ya wê asteng kirine û ji ber van êrişan kesek birîndar bû. Urdunê jî daxuyand ku wê hejmarek mûşek li qada xwe ya asîmanî asteng kiriye û Qeterê jî banga kêmkirina aloziyê û vegera li rêya dîplomatîk kir.
Di dawiya 9’ê Tîrmehê de Ajansa Nûçeyan a Mehr ragihand ku dengê 6 teqînan li Parêzgeha Sîstan û Belucistan ên ku dikevin Başûrê Rojhilatê Îran û çend deverên din hate bihîstin. Hate ragihandin ku Amerîka di saetên şevê de êrişî çend herêmên Îranê yên dikevin Parêzgeha Sîstan û Belucisanê, kir.
Tengava Hurmiz hat girtin, DYA êriş kir û Îranê jî bersiv da!
Di 12’ê Tîrmehê de Artêşa Pasedarên Îranê ragihandin ku heta destwerdanên leşkerî yên DYA’yê bi dawî nebin, ew rê nadin tu keştî di tengavê re derbas bibin. Washingtonê jî di bersiva vê de ragihand ku wan li dijî Îranê pêleke nû ya êrişên leşkerî daye destpêkirin.
Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê, bi hinceta ku destwerdanên leşkerî yên DYA’yê berdewam dikin, ragihand ku Tengava Hurmizê heta daxuyaniyeke din ji bo trafîka deryayî hatiye girtin. Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) jî diyar kir ku Îranê êrişî keştiyeke bazirganiyê kiriye û li ser vê yekê li dijî wî welatî pêleke nû ya operasyonên leşkerî dane destpêkirin.
Li gorî UKMTO’yê, êriş nêzî 9 mîlên deryayî (17 kîlometre) li rojhilatê Nîvegirava Musendam a ser bi Seltanata Omanê ve rû daye û di keştiyê de bûye sedema şewatê. Saziyê daxuyand ku, “Muretebat keştî terikandin û derbasî keştiyeke bota rizgarkirinê bûn.”
Pentagon
Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Pete Hegseth diyar kir ku Îranê bi gulebarankirina keştiyeke din a li Tengava Hurmizê “hilbijartineke şaş kiriye” û ragihand ku Îran bedela vê yekê bi êrişên nû yên DYA’yê dide.
Piştî daxuyaniya Serokê Pentagonê Hegseth a ku got artêşa DYA’yê wekî tolhildana li dijî gulebarankirina keştiyeke konteyneran a ji aliyê Pasedaran ve li Tengava Hurmizê, bombardûmanek li ser Îranê pêkaniye, wiha domand: “Îranê hilbijartineke şaş kir. Niha bedela vê dide.”
Artêşa Pasedarên Şoreşa Îslamî ragihand ku wan di 12’ê Tîrmehê li Tengava Hurmizê li keştiyeke duyemîn xistine û ew xistine rewşeke wiha ku nikaribe were bikaranîn û got, “Bingeha Hewayî ya Stratejîk a DYA’yê ya El Udeyd a li Qetarê bi moşekên balîstîk hatiye hedefgirtin û li gel navenda lênihêrîna balafirên şer, navendên fermandarî û kontrolê jî hatine rûxandin.”
DYA: Li 140 hedefan hate xistin
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) ragihand ku wekî bersiva êrişa hêzên Îranê ya li ser keştiyeke bazirganiyê ya li Tengava Hurmizê, di 12’ê Tîrmehê de li Îranê nêzî 140 hedef hatine xistin.
Tola Îranê ya duyem ji Kendavê hat hilanîn
Piştî êrişên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li ser Îranê, li herêmê rageşî hîn zêdetir bû. Piştî êrişên Îranê yên li ser Bahreyn, Qatar, Umman û Urdunê li gelek welatan, hişyarî hate dayîn.
Piştî ku DYA’yê li Îranê li gelek hedefan xist, êrişên Îranê yên ji bo bersivdanê li welatên Kendavê belav bûn. Ji ber êrişên li ser Bahreyn, Qatar, Umman û Urdunê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.
Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a fermî ONA ya Ummanê, hin nuqteyên li wîlayeta Musandam a li bakurê welêt, bûn hedefa balafirên bêmirov.
Li Qatarê 3 kes birîndar bûn
Wezareta Karên Hundir a Qatarê ragihand ku ji ber ketina parçeyên fuzeyên Îranê yên ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin astengkirin, 3 kes birîndar bûn ku yek ji wan zarok bû.
Rayedaran diyar kir ku birîndar birine tedawiyê û yekîneyên ewlehiyê û parastina sivîl prosedurên rewşa lezgîn xistine dewrê.
Li Bahreynê cara sêyan alarm hate dayîn
Wezareta Karên Hundir a Bahreynê ragihand ku di nava rojê de 3 caran sîrenên êrişa hewayî lêxistine.
Urdun: Ji Îranê 3 fuze hatin avêtin
Artêşa Urdunê ragihand ku 3 fuzeyên ji Îranê hatine avêtin, danê siharê ketine herêmên cuda yên welêt. Li gorî daneyên ewilî, di êrişan de windahiyên can çênebûne.
Li Hurmuzê di keştiya êriş li ser pêkhatî de, welatiyên Hindî jî hebûn
Wezareta Karên Derve ya Hindistanê ragihand ku di keştiya ku li Kendava Hurmuzê êriş li ser pêk hatî de, 11 welatiyên Hindistanê hebûn. 10 kes hatine rizgarkirin û kesek jî winda ye.
Artêşa Amerîkayê li nêzî Tengava Hurmuzê li pergalên parastinê û ferîbotên Îranê xist.
Malpera ‘Axios’ ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî Amerîkayê diyar kir ku artêşa Amerîkayê li 2 nuqteyên nêzî Tengava Hurmuzê li pergalên parastina mûşek, asîmanî û ferîbotên bilez ên Artêşa Pasdarên Îranê daye.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku operasyon wek bersivek li ser êrişeke li dijî keştiyeke konteynerê ya sivîl a bi ala Qibrisê dema ku ji Tengava Hurmuzê derbas dibû, pêk hat. Wê êrişî hişt keştî bişewite, zirarek mezin bi odeya ajotinê bibe û endamekî ekîbê jiyana xwe ji dest bide.
Çapemeniya Îranê jî ragihand ku di navbera 10 û 11 mûşekan li girava Qeşim a Îranê ketin û parêzgarê girava Hisên Emîr Teymûrî jî got hemû armanc leşkerî bûn û tu birîndarî çênebûn.
Ragêşiya dema dawî
Amerîkayê ragihand ku ji bo parastina keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmuzê wan êrişên nû li dijî Îranê kirine. Îranê jî ragihand ku êriş biriye ser hedefên leşkerî yên li Urdun, Bahreyn, Kûweyt û Ûmmanê yên DYA’yê.
Fermandariya Hêzên Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku bi dema Washingtonê saet di dawiya roja 12’ê Tîrmehê de li hemberî Îranê dest bi pêleke nû ya êrişan kir. CENTCOM’ê ragihand ku operasyon ji bo parastina trafîka deryayî ya bazirganiyê û keştiyên sivîl ên li Tengava Hurmuzê bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, bi fermana Serokê DYA’yê Donald Trump ji bo “hesabpirsîna” ji hêzên Îranê operasyon hatiye kirin.
Li gorî medya dewletê ya Îranê di êrişên DYA’yê de li eyaleta Hurmuzganê xebatkarekî telekomunîkasyonê jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn. Li gorî ajansa IRNA’yê jî li bajarê Mahşehrê di êrişeke din de kesekî jiyana xwe ji dest da, çar kes jî birîndar bûn.
Hêza Pasedarên Îranê jî ragihandin ku weke bersiva li êrişên DYA’yê wan li baregehên Emerîkî yên li Bahreyn, Urdun û Kûweytê xistine. Muxafizên Şoreşê her wiha diyar kirin ku li sîstemên radarê yên li Ûmmanê xistine.
Artêşa Urdunê eşkere kir ku çar fuzeyên ji aliyê Îranê ve hatin avêtin ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin astengkirin û tiştek bi kesî nehat.
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Kûweytê jî ragihand ku wan sîstema parastina hewayî xistine dewrê.
Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku êrişên dawî yên DYA’yê hewldanên dîplomatîk ên mehên dawî bi temamî pûç kirine.
Wezaretê diyar kir ku Washingtonê mutabaqata beriya niha binpê kiriye û li Tengava Hurmuzê careke din atmosfereke nearam afirandiye.
Piştî nîvro careke din Artêşa Amerîkayê ragihand ku wan li saziyên ji bo çêkirina keştiyên jêravê û keştiyan li Îranê dane. Hate ragihadin ku di vê operasyonê de care yekem dronên deryayî bikar anîne.
Di 13’ê Tîrmehê de serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê birêvebirina ewlehiyê ya Tengava Hurmuzê bigire ser xwe û got, “Washington dê tengavê kontrol bike.”






