Amara Baran
Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de çirûska yekemîn a şoreşê li Kobanê vêket û li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû bingeha qonaxeke nû. Di 14 salan de şoreş bi xweparastin, Rêveberiya Xweser, komîn û meclisan, ziman, çapemenî û berxwedana li dijî DAIŞ û dagirkeriyê pêş ket. Îro jî di nav pêvajoya peyman û entegrasyonê de, parastina destkeftiyên şoreşê mijarên herî girîng in .
Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de çirûska yekemîn a şoreşê ji bajarê Kobanê dest pêkir. Pêlên şoreşê li tevahiya bajarên Rojava belav bû. Şoreşa Rojava, bi pergala xwe ya “Neteweya Demokratîk” ku tevahiya pêkhateyan hembêz dike, li seranserî cîhanê bû model. Emê di dosyaya xwe de, ji destpêka şoreşê heta niha çi çêbû, dosyayek ji sê beşan parve bikin.
Ji “Bihara Ereban” heta rabûna gelan li Sûriyê
Di sala 2011’an de yekemîn pêla şoreşê li Tûnisê dest pê kir û di demeke kurt de berbelavî gelek welatan bû. Misir, Lîbya, Yemen, Sûdan, Iraq û gelek welatên din jî bûn qada xwepêşandanên girseyî. Ji ber ku piraniya van xwepêşandanan li welatên Erebî pêk hatin, ev pêvajo di cîhanê de bi navê “Bihara Ereban” hate naskirin. Di 15’ê Adara 2011’an de ev pêla serhildanan gihîşt Sûriyeyê. Li bajarê Deraa, piştî girtin û işkencekirina komek zarokan ku sloganên dijî rejîmê li ser dîwaran nivîsandibûn, xwepêşandan dest pê kir. Bersiva tund a hêzên ewlehiyê ya li dijî xwepêşanderan bû sedema xwepêşandanên mezintir û firehbûna wê li gelek bajar û herêmên Sûriyê. Di demeke kurt de Deraa, Hums, Hema, Şam, Heleb û bajarên din bûn navendên xwepêşandanên girseyî. Di van xwepêşandanan de sloganê ku herî zêde dihat bilindkirin ev bû: “Gel dixwaze rejîmê biguhere.” Ev slogan bû nîşana daxwaza gel ji bo bidawîkirina desthilatdariya dîktatoriya Beşar Esad û destpêkirina pêvajoyek nû ya siyasî ku li ser bingeha azadî, demokrasî û mafên mirovan ava bibe.
Ji YXG’ê heta YPG’ê pergala xweparastinê ya Şoreşa rojava
Di destpêka aloziyên Sûriyê, di sala 2011’an de, li herêmên Kurdan pêwîstiya gel bi parastineke xurt hebû. Di nav şert û mercên aloz de Yekîneyên Xweparastina Gel (YXG) hatin damezrandin da ku gel xwe li hemberê êrîşan biparêze û ewlekariya xwe bi xwe bigre. YXG’ê ji komeke dilxwazan pêkhat û tevahiya civakê xwedî li wî hêzê derket. Di şoreşa 19’ê Tîrmehê de jî YXG’ê di parastina bajarên Rojava de bûn xwedan rol.
Di 20’ê Tîrmeha 2012’an de YXG ê bi awayek fermî bi navê YPG’ê xwe îlan kir. Piştî damezrandina YPG, hêz bi lez mezin bû û di parastina Kobanê, Efrîn û Cizîrê de rolek bingehîn lîst. Di sala 2013’an de jî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) wek hêzeke serbixwe ya jinan hate damezrandin û bi vê yekê pergala xweparastinê ya Rojava bêtir rêxistî û fireh bû.
Kobanê: Çirûska şoreşa 19’ê Tîrmehê
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku bi salan di bin siyaseta înkar, îmha û bindestiyê de dijiyan, bi destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re careke din bi hebûna xwe, îradeya xwe û mafê xwe yê birêvebirinê nîşan dan. Ev şoreş li ser bingeha felsefeya Netewa Demokratîk ava bû, felsefeya yek ziman, yek reng qebûl nekir, li şuna wi netewa demokratîk pirrengiya gelan esas girt. Pêlên Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Kobanê dest pêkir û li tevahiya heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê belav bû. Wê demê gel şaxên ewlehiyê yên Baasê neçar kirin ku radest bibin û ji bajêr derkevin. Di heman deme de gelek navendên ku girêdayê Baasê bûn hatin rizgarkirin, avahiyên ku hatin rizgarkirin jî bûn navendên xwerêveberin û perwerdehiya gel.
2013’an de Serê Kaniyê bû hedefa êrişên El-Nusra
Di 17’ê Tîrmeha 2013’an de, salek piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê, komên çekdar ên girêdayî Cebhet El-Nusra, bi piştgiriya Ehrar El-Şam û hin komên din ên dijber, êrîşek fireh li dijî Serêkaniyê dest pê kirin. Armanca wan dagirkirina herêmên stratejîk û têkbirina destkeftiyên ku piştî şoreşê li herêmê hatibûn bidestxistin bû. Di encama şer de gelek malbat neçar man koçber bibin, her wiha gelek binesazî û cihên sivîl di êrişan de zirar ditin.
Piştî çend rojan ji şerên dijwar, hêzên YPG û YPJ gelek cih ji komên El-Nusra paqij kirin û pêşveçûna wan rawestand. Berxwedana şervanên YPG û YPJ li Serêkaniyê bû yek ji berxwedanên ku di qonaxa destpêkê ya Şoreşa Rojava de bandorek mezin li ser heremê da çêkirin.
Kobanê bû kelha berxwedanê
Kobanê, ku bû dergûşa Şoreşa 19’ê Tîrmehê, di sala 2014’an de , di şerê li hemberê çeteyên DAIŞ’ê de bû sembola berxwedanê. Di Îlona 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê, bi piştgiriya Dewleta Tirk, êrişeke berfireh li ser Kobanê dan destpêkirin. Erdogan jî di çapemeniya xwe de digot “Kobanê ket ha ket”. Li hemberî wan êrişên hovane û li ser bangawaziya Rêber Apo seferberiyeke mezin hat ragihandin. Bi sedan keç û xortên Kurd berê xwe dan Kobanê, bi riheke fedaiyane şer kirin. Berxwedana Kobanê tenê parastina bajarekê nebû, ew bû parastina nirxên azadî, yekîtî û demokrasiyê. Di encamê de, çeteyên DAIŞ’ê cara yekemîn têk çûn. Û Kobanê bû sembola şoreşa 19’ê Tîrmehê.
Rêxistina Civaka Demokratîk TEV-DEM
Di şert û mercên aloz yên ku herem têde derbas dibû, gel bi siyaseta înkar û qedexekirinê re, rû bi rû mabû. Di 20’ê Kanûna 2011’an de Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hate damezrandin. Damezrandina TEV-DEM’ê wekî bersivek li hember qeyrana siyasî ya li heremê û daxwaziya gelan ji bo pergala nû ya rêveberiyê hate dîtin. Armanca sereke ya TEV-DEM’ê avakirina civakeke demokratîk bû ku li ser bingeha felsefeya Netewa Demokratîk, xwerêveberina civakê û ji bo yekîtiya gelan xizmetê bike. TEV-DEM’ê bi damezrandina xwe re dest bi rêxistinkirina civakê kir. Li gelek bajar û gundan komîn rêxistin kirin û meclis ava kirin, saziyên ku ji aliyê TEV-DEM’ê de hatin avakirin, ji pirsgirêkên gel re bûn bersiv. Di destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an de, rola TEV-DEMê bêtir berfireh bû. Di rêxistinkirina saziyên Rêveberiya Xweser de bû hêza bingehîn. Di Kanûna 2014’an de, dema ku Rêveberiya Xweser li kantonên Cizîrê, Kobanê û Efrînê hatin ragihandin, gelek saziyên ku berê ji aliyê TEV-DEMê ve hatibûn rêxistinkirin, bûn bingeha pergala nû ya van xebatan.
Di nav alozî û şer de îlankirina Rêveberiya Xweser
Piştê têkçûyina çeteyên DAIŞ’ê, Şoreş tene di Kobanê de asê nema. Di nav êrîşan de Rêveberiya Xweser hat îlankirin. Ji Kobanê ber bi Efrînê û Cizîrê, piştre jî ber bi Reqa, Tepqa, Dêra Zor û heta taxên Eşrefiyê û Şexmeqsûd yên Helebê ve çû, li gelek deveran jî xwepêşandanên gel çêbûn û daxwaziya rêveberiyeke xweser ku mînaka wê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, kirin. Avakirina pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk ku xwe dispêre felsefeya Rêber Apo, ji bo Kurdan û tevahiya gelê heremê bû cihê kêfxweşî û dilgeşiyê. Ji ber ku cara yekem bû ku gel dikarî xwe bi xwe rêve bibe û bi awayek rihet di hemû qadan de tevbigere. Kanûna 2014’an bû qonaxeke dîrokî di Şoreşa Rojava û tevahî herêmê de.
Rojavayê Kurdistanê Rêveberiyên Xweser li 3 kantonan; Cizîr, Kobanê û Efrînê hat ragihandin. Her rêveberiyekê sazûmaniya xwe li gorî sîstemên rêveber ên cîhanê (rêveberî, qanûnsazî û dadgerî) hilbijart û saziyên xwe yên xizmetguzarî, çandî, ewlehî, perwerde, sivîl, rêveberî û civakî, vekirin. Piştî ku pergala Rêveberiya Xweser hat damezirandin, Hevpeymana Civakî hat amadekirin. Di hevpeymanê de zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî wek zimanên fermî hatin qebûlkirin û rê li pêşiya pêkhateyên din hat vekirin ku zimanê xwe fêr bibin. Li gorî hevpeymanê, rêjeya temsîliyeta jinan di saziyan de herî kêm ji sedî 50 hat diyarkirin û hat gotin ku divê pêkhateyên cûda yên herêmê di pergala Rêveberiya Xweser de cih bigirin…






