Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şoreşa 19’ê Tîrmehê wê bi têkoşîna jinên ciwan tacîdar bibe

21/07/2024
in ROJEV
A A
Şoreşa 19’ê Tîrmehê wê bi têkoşîna jinên ciwan tacîdar bibe
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Jinên ciwan yên Rojavayê Kurdistanê salvegera şoreşa Rojava ya 12’e mîn pîroz kirin û gotin: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji bo tavahî gelên azadîxwaz û bi taybet jinan weke vejîneke nû bû ku bi hêviya bingeha rizgarkirina tevaî jinan û axa Kurdistanê ye, her wiha îro jina ciwan buye rihê Şoreşê.”

Di nava têkoşîna 12`e salan de jinên ciwan di nava şoreşê de şoreşa azadiya jinê dan destpêkirin, bi taybet li hember hişmendiya zilamparêz û desthilatdariya dewlet û civakê şerê îsbat kirina hebûn û nasnameya xwe dan meşandin. Li ser xeta doza azadiya jin bi bedelên giran jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di milê civakî, dîplomasî, aborî, çandî û leşkerî de xwe îsbat kirin. Jinên Kurd bi fikirên netewa demokratîk û azadîxwaziya jin, ji bo jinên pêkhateyên ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jiyan dikin xebatên gelek mezin dan meşandin û bi hev re gavên pîroz di dîrokê de dan avêtin.

Derbarê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê û pêşwazîkirina wê Endama Jinên ciwan Nadiya Yusif û Endama ciwanên PYD’ê Sandira Şerîf ji Rojnameya me re axivîn.

‘Şoreşa Rojava şoreşa vejîna gelê Kurd e‘

Nadiya Yûsif diyar kir ku şoreşa Rojava şoreşa vejîna jinê ye û wiha got: “Di sedsala 21 emîn de gavên mezin û yên pîroz ji bo gelê Kurd hatin avêtin di giştî cîhanê de Kurdan bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di serdema nûjen de careke din muhra xwe li dîrokê xistin. Ev gav bi riya hilbijartina xeta sêyemîn di aloziya Sûriyê de hatin pêşxistin. Careke din jin bi hêza xwe û bi bedelên giran di şoreşê de xwe îsbat kir û bû mînaka şoreş û şoreşgerên cîhanê. Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji bo tavahî gelên azadîxwaz û taybet gelê Kurd weke vejîneke nû bû ku bi hêviya bingeha rizgarkirina tavahî axa Kurdistanê. Her wiha şoreşê derfet da jinên Ereb ku li dijî kevneşopî û adetên kevneperest ên ku mafên wan binpê dike, li ber xwe bidin. Jin bi awayekî rasterast û bi bandor beşdarî serkeftina şoreşê bûn. Jinan roleke mezin di pêşxistina projeya xweser a jinan de lîstin. Ev tê wê wateyê ku wekhevî li ser erdê tê kirin, berevajî welatên ku doza demokrasiyê dikin û beşdarbûna jinan di biryardanê de fermî dimîne.”

‘Bi saya fikirê Rêber Apo jin nefes stanad’

Endama Jinên ciwan Nadiya Yûsif di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em wekî jinên ciwan şoreş ji bona me tê çi wateyê? Di serî de şoreş xilasiya zihniyeta dijbere, rizgarkirina Jinane, xilasiya fermana ya ku li ser civakan de tê. Bêguman em wek jin me di qonaxekî de jiyan dikir ku mafê me bi her awayî hatibû xwarin, em di bin bêdengiyê de hatibûn hiştin. Lê ji berhemdayîna felsefeya Rêber Apo me karî careke din hêza ku ji me hatibû dizîn vegerînin, her wiha berheman li derdora xwe bidin avakirin. Yanî dikarim bibêjim bi saya fikirê Rêber Apo me karî ku bêhinê bistînin û bi vî awayî xwe isbat bikin, me ji her kesî re got kes nikare fikirê Jina azad bê bandor bike. Ji lewra ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku em bikaribin vî fikirî hem li Rojhilata Navîn û hem jî li cîhanê belav bikin û ji tevahî jinan re bibin mînak. Wekî yekîtiya Jinên çiwan di vî alî de xwedî îradene û emê bi riya serkeftinê bi israr bin. Em salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê li tevahî jinan pîrozdikin.”

‘Rola jin di şoreşê de’

Di heman çarçoveyê de Endama ciwanên PYD’ê Sandira Şerîf da zanîn ku manedayîna me ya şoreşê her roj zindî dibe. Ji ber ku hêza xwe bi destxistin û wiha goit: “Di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de jin îradeya xwe derxistin holê û me xwe isbat kir. Her wiha jin cihê xwe di hemû qadan de girt û bi rolekê pir xurt û aktîf leyist. Niha dema ku em li dewletê meyze dikin Jin her tim buye amûrekê ne baş û her kes bi kêfa xwe wê dibe û tîne, Yanî dikarim bibêjim ku bi darê zorê kirasê koletiyê lê hatiye kirin û di asteke gelek mezin de jî wê li ser xwe qebûl kirye. Lê bi avabûna şoreşa jin berhem da û xwedî li xwe derket.”

‘Parastina destkeftiyên şoreşê erka me ye’

Sandira Şerîf di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di fikir û frelsefeya Rêber Abdullah Ocalan de her azadiya jin esas girtiya Rêber Apo dibêje ku ‘Jin azad nebe wê civak jî azad nebe’. Her tiştî divê em destkeftiyên şoreşê yên ku girîngiyê dide azadiya jinê, biparêzin. Ne tenê li eniyên sînor, li hundir û derveyî civakê têkoşînek heye. Bi taybet li dijî çanda jinê û destkeftiyên ku di şoreşê de bi dest xistine şerek heye. Ji bo bidestxistina azadiya xwe me rêyeke dûr û dirêj derbas kirî ye, ji lewra parastina destkeftiyên şoreşê erkê me ye, ji ber ku îro jina ciwan buya rihê şoreşê.”

Post Views: 70
ShareTweetPin

Herî Dawî

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin
POLÎTÎKA

Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.