Friday, May 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şoreşa 19’Ê Tîrmehê

18/07/2024
in ROJEV
A A
Şoreşa 19’Ê Tîrmehê
Share on FacebookShare on Twitter

Cîger Dilşad

Di serî de şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêber APO, şehîdên şoreşê û hemû gelan pîroz be!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi derbasbûna Rêber APO (4’ê Tîrmeha 1979’ê) Rojava, bingeha wê hate avêtin û Rêber Apo roj bi roj di mercên herî zor û zehmet de hîmê şoreşê bi xwe hûnand. Di nava pergala Îmralî yê ya qirker,îşkence û tunekirina Kurdan armanc dike de, bi pêşxistina pêvajoya ku bi navê “pêvajoya çareserîyê” hatibû bi navkirin de, bi wê pêvajoyê şoreşa zarok parast. Ango di nava pergala ku tunekirina Kurdan armanc dikir de, Kurd li ROJAVA yê welat gihand statuyekê û şoreşek da çêkirin.

Gava mirov xeberdanên Rêber Apo yên di navbera 2010 û 2015 an de lêkolîn bike, mirov baş dibîne ku, heger israra Rêber Apo neba, perspektîfên Wî nebana, şoreşa Rojava pêk nedihat û mezin nedibû. Ji xwe gava dewleta Tirk ev rastî fêm kir, pêvajo bi dawî kir û tecrîdeke girankirî da dest pê kirin. Ji hêla din ve jî ji boyî ji holê rakirina şoreşê Efrîn dagir kir û pişt re jî Serêkanîyê û Girê spî dagir kir.

Lê di gel hemû lîstikên hêzên emperyal, tecrîda girankirî jî,şoreş li ser pîya ye. Tişta ku divê em bikin, ew e ku li gorî perspektîfên Rêber Apo rahên şoreşê di nava civakê de kûrtir berdên erdê, ku bikaribe li hember hemû bager û bahozan bijî û li ber xwe bide, ye. Ev jî, bi rêxistinkirina şaxên Netwa Demokratîk gengaz dibe. Yekane rêya parastina pergala NETEWE DEMOKRATÎK bi rêxistinkirina civakê li gorî şaxên NETEWE DEMOKRATÎK e.

Şoreşa Rojava ne bi tenê ya Kurdan e, ne bi tenê ya Ereban,Ermenîyan, aşûran e. Şoreşa Rojava ya hemû gelan e û di serî de jî şoreşa jin ê ye.

Îro heger tecrîd ewqasa giran kirine, rasterast bi vê heqîqetê ve girêdayî ye. Heger şoreşa Rojava ne şoreşa gelan û jinan ba, îro ewqasa rastî êrîşan nedihat û nediketin hewldana fetsandina şoreşê. Di serî de DYA û hemû hêzên Modernîteya Demokratîk vekirî an jî sergirtî, hewl didin ku şoreşa Rojava pêşîn ji naveroka wê bi dûr bixin,ji gelan qut bikin û pişt re jî ji holê rakin.

Belê, ji boyî em nekevin kêmasîya Sovyetê,( hêzên emperyal di salên 1920’ê de bi mijûlkirina rêveberîya Sovyetê bi şerê navxweyî re,rê girtin ku pergaelek demokratîk bi pêş bikeve û feraseta “her tişt ji boyî parastina Sovyetê “bi pêşket. Her tişt ji boyî parastina şoreşê rast e û divê wiha be, lê parastin bi pêşxistina parastina cewherî ya civakê gengaz dibe û ew jî bi rûniştandina demokrasîyê pêk tê. Ji lewra  ji boyî parastina şoreşê divê em ji felsefa şoreşê bi dûr nekevin û pirtir demokrasîya Radîkal, pirtir tevlîbûna gel di xebatên avakirinê de berpirsyariyê bigire ser milê xwe, pirtir jin bibe xwedî gotin di avakirin û birêvebirinê de û ji berîya her tiştî jî em wekî dildarên azadîyê pirtir xwedî derketin li Rêber Apo û bilindkirina têkoşînê li dijî tecrîdê çê dibe.

Ji bo siberoja gelên me û azadîya gelan misoger bibe, divê rojekê zûtir em azadîya fîzîkî ya Rêber Apo pêkbînin. Her wiha bûyîna xwedî helwesteke radîkal li dijî ÎXANETA MALBATA BERZANΠ pêwîst dike. Ma pêşiyên Kurdan negotiye; “kurmê darê ne ji darê be,dar nakeve”. Îro em wekî civaka Netewa Demokratîk divê em kurmê darê ji holê rakin ku em pîrozkirina şoreşa Rojava bê tirs û bi dilê xwe bikin. Her wiha tişta ku em nikarin bikin em nebêjin û tişta me got jî bi cih bînin.

Ji hêla din ve jî divê em wekî pêkhateyên Rojava ji bîr nekin ku, berxwedana gerîlayên Modernîteya Demokratîk li serê çîyayên Kurdistan’ê, hêza bingehîne ku şoreşa Rojava diparêz e. Heger gerîla tunebe, saetekê jî şoreşê nadin jîyan kirin. Yanê ew kesên bi devê xayînkerên MALBATA BERZANÎ  û dewleta Tirk xeber didin û dibêjin; “heger PKKM’ê li vir nebe, dewlet êrîşî Rojava nake”, ev gotin, ji xapandina xwe û civakê pê ve ne tiştekî din e. Tam tişta ku qirkerê Kurdan Erdogan dixwaze ye.

Ka kê bihîstî ku MALBATA BERZANÎ gotî; “em amadene ku destkeftîyên Rojava biparêz in” negotine û nabêjin jî. Ji ber ku tu têkilîya MALBATA BERZANÎ bi Kurdîtîyê re tune ye. Ne ku têkilîya wan bi Kurdîyetê re nama ye, tuneye. Ji berîya PKK’ê jî di hembêza hêzên emperyal de bûn, îro jî di hembêza hêzên emperyal dene. Li dijî îxanetê jî bi tenê rêya berxwedanê heye. Derveyî berxwedanê û rêxistina civakê tu rêyeke din ku em biçin serkeftinê tune ye.

Lê, Gerîlayên Modernîteya Demokratîk bi bilind kirina têkoşînê, şoreşa Rojava silav dik in û ji xwe her dibêjin; “di her êrîşeke li dijî Rojava de em ê bi gelên xwe re li ber xwe bidin û destkeftîyên gelên xwe biparêzin”. Ne bi tenêdibêjin, her wiha ji roja ewil ya şoreşê ew yeka kirine jî. Çawa ku MALBATA BERZANÎ duh îxanet di şexsê Silêman MUÎNÎ de li gelê rojhilat, di şexsê DR. Şivan û Saîd ELÇÎ de li gelê bakur kirin, PKKMê jî çawa duh gelên Kurdistan’ê parast, îro diparêze wê siberojê jî biparêze.

Post Views: 125
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ziman çand û nasname ye’
NÛÇE

‘Ziman çand û nasname ye’

16/05/2025
        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist
JIN

        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist

15/05/2025
1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir
NÛÇE

1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir

15/05/2025
Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.