Hemza Sêvo/ Qamişlo
Her ku hikumeta demkî gavên mezin di çarçoveya navdewletî de diavêje, erkê wê û ihtîmla ketina nav davikên herêmî mezintir dibe. Lûtkeya NATO’yê û planên wê di dema heyî de ji bo Rojhilata Navîn xeternak in û dibe ku di nav van planan de lingê hikumeta demkî bişemite nav kirîzeke bêserûber.
Wekî yekem car hikumeta demkî ya Sûriyê beşdarî civînên girêdayî lûtkeya NATO’yê li Enqerê bû. Li gorî medyaya Sûriyê ev beşdarbûn di çarçoveya bichkirina siyaseta stratejîk a nû ya ku Şam ji bo xwe di nav avahiya pergala navneteweyî de çêkiriye herwiha ji ber dema ku lûtkeya NATO tê lidarxistin, guhertinên mezin ên jeopolîtîk li herêmê û cîhanê pêktên.
Ehmed El-Şaraa roja duyemîn a lûtkeya 36’emîn a NATO’yê, gihaşt Enqerayê, beşdarbûna di civînan de ji bo pêkanîna hin armancên siyasî yên kûr çêbû, hem jî ji bo berfirehkirina têkiliya navneteweyî bi Şamê re.
Li gorî daxuyaniyek ji serokatiya Sûriyê, piştî gihîştina serokê Sûriyê bi şandeyek ji endamên Kongreya Dewletên Yekbûyî û nûnerê taybet ê serokatiyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê, Thomas Barrack, bi amadebûna wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî re civîn hat lidarxistin. Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê Omer Polat piştî gihîştina Şaraa di roja duyemîn a civîna bilind a NATO’yê de li Enqerê, pêşwaziya wî kir.
Şaraa di hevdîtinên xwe yên li kêleka civîna bilind de li ser gelek mijaran nîqaş dike. Rojnameya fermî ya Sûriyê El-Sewre ragihand ku ev mijar têkoşîna li dijî terorîzmê, pêşeroja Hizbullahê, çekên komên çekdar, kontrola sînoran û da ku Lubnanê nebe qadek ji bo çareserkirina hesabên herêmî.
Herwiha li ser kontrolkirina sînoran û sînordarkirina operasyonên qaçaxçîtiyê, hevkariya di têkoşîna li dijî madeyên hişber de, rakirina qeydan li ser aboriya Sûriyê, piştgiriya aramiyê û aktîvkirina saziyên Sûriyê. Her kesê ku dixwaze nexşeya Rojhilata Navîn bixwîne nikare Sûriyê paşguh bike. Her kesê ku dixwaze ewlehiya Lubnan, Iraq, şerê li dijî komên çekdar vegerandina hevsengiya herêmî nîqaş bike, nikare Sûriyê derbas bike. Sûriye ne tenê welateke û li ser nexşeyê ye, ew di cihekî stratejîk de ye.
Xetên sor
Tevî ku hikumeta demkî xwe bi van têkilî, civînên kêleka NATO’yê û hwd… dibîne û ji bo xwe van tiştan bi kar tîne, hem jî hîs dike ku dikare her tiştî li Sûriyê bike, lê xetên sor li pêşiya wê hene nikare wan derbas bike. Xet û mijara herî zehmet di dema heyî de pêkanîna êrişan li dijî Hizbullahê ye, eger Colanî vê gavê neavêje serê wî di belaya Îsraîl û Amerîka yê de ye û eger bike jî serê wî dikeve ber xencerên Tirk û Osamaniyan, di heman demê de wê şerekî mezin di navebera Lubnan û Sûriyê de derkeve, komên girêdayî Îranê yên li Îraqê jî wê li dijî hikumeta demkî êrişan bikin. Xeta din entegrasyon e û lihevkirina hikumeta demkî û QSD’ê ya 29’ê Çileyê ye. Weke tê zanîn ku zêdeyî 6 meh in ev peyman hatiye îmzekirin, hîna jî ji ber destwerdana dewleta Tirk û siyaseta hikumeta demkî ya Sûriyê xalên peymanê bi cih nehatine. Eger ev lihevkirin negihêje serî û têkbiçe ew ê tevlîheviyeke mezin were afrandin, ji xwe di roja îro de Sûriyê di kirîzeke ewlehî û aborî re derbas dibe, lê wê ev kirîz xûrtir bibe. Lûtkeya NATO’yê hat lidarxistin, tekez e ku armancên dewleta Tirk ên qirêj li hemberî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê hîna weke xwe ne, lewma dixwaze hikumeta demkî ji bo xwe bi kar bîne da ku Kurd, partiyên Kurdî û QSD ji siberoja Sûriyê bêpar bimînin, ev yek jî xeta sor e ji bo gelê Kurd.
Sûriyê wê bibe Hurmiza duyem?
Ji serdema kevin ve Sûriyê bi cihê xwe yê stratîjîk ê aborî tê naskirin, rêya Herîr a bazirganiyê di Sûriyê re derbas dibû, Sûriyê, cîhan û herêm ji vê rêyê sûd werdigirt, di heman demê de hêzên serwer ên cîhanî bi rêya vê xeta aborî berjewendiytên xwe pêktanîn. Îroj hin hêz di serî de dewleta Tirk bi rêya NATO’yê vê rêyê ji bo xwe bide vejandin, lê bi nav, rê û planên nûjen dixwaze Sûriyê bibe beşek ji planê. NATO hewl dide ku Sûriyê tevlî rêkeftinên aborî û ewlehiyê yên berfirehtir bike, armanc jê ew ew ku Sûriyê bibe beşek ji tevlîheviya herêmî, nemaze di rageşiyên leşkerî yên nû di navbera Washington û Tehranê de li Tengava Hurmuzê, hem jî mijara destwerdana hêzên hikumeta Sûriyê ji bo Hizbullahê. El-Şaraa di hevdîtina xwe ya roja Sêşemê de bi Serokê Fransayê re li Şamê diyar kir ku piştî krîza Tengava Hurmuzê, cîhanê nirxê rêyên avê yên ewle û aram fêm kir. Wî Sûriyê weke cihekî herî aram da pênasekirin, armanc jî ew e ku peymanên aborî ji bo berjewendiyên xwe îmze bike hem jî desntnîşan kir ku cihê stratejîk ê Sûriyê weke Deryaya Spî bi Kendava Erebî û Iraqê ve girêdide û ev rê dikare xizmeta Fransayê bike. Lûtkeya NATO’yê di nava danûstandin û têkiliyên Sûrî-Amerîkî yên pêşketî de hat lidarxistin. Ji serdema cezayên Qeyser ber bi qonaxeke nû bû ku bi diyaloga avaker û hevkariya stratejîk ve di navbera Şam û hin hêzên navdewletî de bi taybet Amerîka dihate diyarkirin. Rêya Geşedanê ya ku ji Berava Faw a Îraqê tê hundirê Îraqê û derbasî Sûriyê da ku here Tirkiyê xeteke aborî ya nû ye ku dewleta Tirk dixwaze di siberojê de pêkbîne, lê gelo wê Îsraîlê qebûl bike? Gelo Sûriyê wê bikaribe bikeve şûna Tengava Hurmizê da ku hikumat demkî bala cîhanê bikişîne ji bo îmzekirina peymanên aborî?
Sûriyê di navbera planên Îrarîl û Tirkiyê de
Piştî rûxandina rêjîma Baas Korîdora Dawûd dîse kete rojeva Îsraîlê, planên Îsraîlê ji nû ve derketin holê ya sereke jî parçekirina Sûriyê bû. Projeyê armanc dike ku bandora Îsraîlê li herêmê xurt bike nexasim di qada ewlehî û aramiya Rojavayê Asyayê de, hem jî qada aborî û lihevkirina bi dewletên herêmê re di bin siya Peymana Ibraham de. Ev korîdor ji Bilindahiyên Colanê yên, di nav parêzgehên başûrê Sûriyê yên wekî Quneytra, Deraa û Siweydayê re derbas dibe, di nav deverên stratejîk ên wekî Tenf û Dêrazorê de diçe herwiha deverên bakurê û rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê û Iraqê dirêj dibe. Lê belê, ew ne tenê rêyek erdnîgarî ye, lê amûrek jeopolîtîk, aborî û demografîk e, armanc jê xurtkirina serweriya herêmî ya Îsraîlê ye. Korîdora Dawûd ji rêze korîdorên ku Îsraîlê dixwaze planên xwe bighîne serî ye, ew temamkera Korîdora Netzarim li Xezayê û Korîdora Filadelfî li ser sînorê Xeze-Misrê ye. Armancên stratejîk ên projeya Korîdora Dawid li dora çar aliyên bi hev ve girêdayî dizivirin. Li ser eniya ewlehiyê, ev proje hewl dide ku xetên dabînkirina bejahî yên Îranê ji bo Hizbullahê li Lubnanê qut bike. Hikumeta demkî bi biryara Îsraîl û Tirkiyê hat ser desthilatdariyê, her aliyek ji wan armanceke cuda heye, her aliyek erkeke cuda û dijî hev davêjin ser milê Colanî û hikumeta wî. Îsraîl hîna bi çavê terorîzmê li hikumeta Sûriyê dinere û dewleta Tirk hewl dide vî navî jê dûr bixe, ev yek di civînên lûtkeya NATO’yê de hatin nîqaşkirin û Trum biryar da ku navê terorê an jî dewleta ku piştgiriyê dide hêzên teror ji lîsteyên reş rake. Em dibînin du rêyên aborî yek jê Korîdora Dawûd, ya din rêya Geşedanê li hemberî hev disekinin, Îsraîlê ji xeta Tirkiyê ne razî ye û Tirkiyê ji rêya Îsraîlê ne razî ye, di çarçoveya siyasî de jî lihevkirin tune, berî çend heftiyan me dît ku çawa qirkirina Ermeniyan dîse piştî 111 salan bû rojev ji hêla Îsraîlê ve. Em dibînin her ku nakokî di navbera Îsraîl û Tirkiyê de çêdibin, hikumeta demkî xwe winda dike, lê ya herî girîng ji bo Şaraa û hikumeta wî, domandina desthilatderiyê ye.






