Argêş Gewda/Qamişlo
Hevseroka TEV-DEM’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Ehmed da xuyakirin ku Şoreşa 19 Tîrmehê şoreşa jin û gelan e. Herwiha Rûken destnşan kir ku jina ku berê mafê wê yê axiftinê tine bû, pêşengtiya şoreşa gelan kir û wiha got: “Ji bona em bikarin deskeftîyên şoreşê biparêzin pêwîste em kar û xebatê xwe bighînin asta herî jor.”
Derbarê pêşwazîkirina salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê Hevseroka TEV-DEM‘ê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Ehmed pirsên rojnameya me bersivandin û hevpeyvîn wiha bû:
1-Şoreşa 19 Tîrmehê li ser asta Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi guhertin û veguhertin bi xwe re anî?
Beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê alozîyek mezin li ser axa Sûriyê giştî dihat jiyan kirin. Bi hişmendiya yek al, yek netew û yek ziman di mejîyê gelên ku pêkhateyên dervî gelê Ereb jî dabûn çandin. Lê beriya wê tenê desthilatiya Partiya Bees li axa Sûrî dimeşiya. Mafê jiyanê ji bona civakê ne hiştibûn. Li ser wê ferasetê ji bona netewperestiya Ereb gûr bikin û dijminahiya nava gelê kurd û ereb da ava bikin, di dîroka sala 2004‘an de bi leyîstoka werzîşê di navbera Tîma fotbolê Cîhad û Fitiwê pek hatiye de,hincet kirin şerê gelê kurd û ereb derxin. Bi rûyê rastî de ev leyistoka hikumeta Şamê bû. Êrîşên hikumeta Şamê di dîrokê de, bi destpêkirina serhildanên li bajarê Qamişlo pêk hatiye, di encamê de gelek kes şehîd bûn. Herwiha hejmarek welatî ji sedema wan serhildanan hatin girtin û hatin binçavkirin. Gelek endamên PYD’ê di bin zexta hikumeta Şamê de jiyana xwe ji dest dan. Gelek welatparêz û endamên tevgera azadîyê jî hatin windakirin û çarenûsa wan jî ne diyare. Di sala 2011‘an serhildanên bi navê `Bihara Ereban` destpêkir. Ev serhildan ji bona gelê Kurd jî bû sedemek destpêka avakirina şoreşê. Siyaseta wan tenê li ser nîjatperestîyê dihat rêvebirin. Pêkhateyên din ti mafê wan yê jîyanê nema bû. Lê piştî destpêkirina şoreşa 19‘ê Tîrmehê, destpêkirina şoreşa gelên Sûrîyê bi giştî bû. Bi yekîtîyek mezin gelê kurd li her 4 parçeyên Kurdistanê ev şoreşe hembêz kir. Bi taybet gelê Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê û gelê Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe tevlî vê şoreşê bûn.
2-Di milê jin û civakê de şoreşa 19 Tîrmehê çiqas pêşketin da avakirin?
Bi destpêkirina şoreşê rol û misyona jinên herêmê yên serhilder û berxweder pir zêde bûn. Bingeha şoreşê jinê da avakirin. Şer kir, tekoşîn meşand û civak perwerde kir. Di aliyê sîyasî, civakî û leşkerî de jina Kurd di wê şoreşê de bû pêşeng û mînak. Hevalên yên ku tekoşiyan û canê xwe feda kirin ji bona şoreşê berxwedanî kirin, hevalên wek fermandar Jiyan Tolhildan li herêmên Minbic û Dêrazor raste rast cihe xwe girt, şer kir û tekoşîn meşand. Dîsa hevalên jin yên fedayî weke Arîn Mîrkanan, Zehra Goyîyan rolekê bê hempa wek fermandarên jin meşandin. Bi destpêkirina vê şoreşê re jin, ciwan û civak bi giştî pêkhateyên xwe ve ji bona xebatkirin, ji bona avakirina şoreşê kedeke mezin dan. Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi hêviya gelan pêk hat. Ji bona hemû gelên bindest bû çirûska azadiyê. Pergala jiyana hevbeş, pergala Rêveberiya Xweser û perwerdekirina civakê, ev guhertinek bi pêşengtîya jina Kurd û heremê da avakirin. Jinên rola xwe bi têkbirina DAIŞ’ê de, di çeperên pêş de cih girtibû, bû armanca dewleta Tirk ya dagirker. Di aliyê siyasî de jî bi pêşengtîya jinên weke Zeynep Saruxan û Hevrîn Xelef bi avakirin û pêşdebirina şoreşê de bûn mînakên jinên şoreşger. Avakirina meclis û komînan de bi keda Yusra Derwêş û Lîman Siwêş dibe neyê jibîrkirin. Di alîyê leşkerî û hêza xweparastin de jî pêşengtiya jinê pir asta jor hat dîtin. Jinên ku mohra xwe dîrokê danîn bi avakirina şorêşê jî hêza jinên şoreşger dane nîşandan.
3-Ji bona ku deskeftiyên 19’ê Tîrmehê bên parastin û armancên şoreşê pêk werin, pêwîste çi were kirin?
Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa avakirina felsefe û birdoziya Rêber Rêber Apo ye. Parastina wê şoreşê û deskeftiyên hatine bi destxistin bi rêxistinkirina civakê ye. Em çiqas di civakê de asta zanistî pêş bixin û perwerde bikin em ê bikarin deskeftiyên şoreşê biparêzin. Bê ku tu civakê perwerde bike, neteqeze tu bikarî nirxên girêdayî civakê biparêzî. Dema ku zanista civakê ya girêdayî welatparêziyê tune be, em nikarin xwe ser lingan bigirin. Ev keda 10 hezaran xort û jinên ciwan yên ku ruhê xwe feda kirine. Parastina şoreşê bi pêşxistina Şerê gelê şoreşgerî pêkane.
4-Bi hatina salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê, peyama we çi ye?
Gelek destkeftiyên şoreşê hatine avakirin. Derbarê parastina wan destkeftiyan di serîde rêxistinkirina civakî pêwîst e. Ji ber yên şoreşan diparêzê yan jî parastina nirxên hatine avakirin bi sîstemkirina civakê re pêk tê. Tu çiqas civakê xurt bike, birêxistin bike, zanista netewî, çandî, nasname û siyasî pêş bixîne ewqasî destkeftî bên parastin. Bê zanistkirina civakê ne mimkune ku ev nirx û destkeftiyên civakê bên parastin. Di dîrokê de jî gelek mînakên bi vî rengî hatine jiyîn.
Çawa ku roja 19`ê Tîrmehê de ew perdeya reş li ser civakê rabû û ev roj bû hêviya hemû gelan divê gelên me sala 2024`an bi hêz, baweriyê li qadan kombibe. Bi taybetî jî gelên li Kobanê gava yekem Rêber Abdullah Ocalan derbasî vê herêmê bû, şoreş û têkbirina DAIŞ`ê li vê herêmê destpê kir divê li qadan bin.
Divê hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li şoreşa 19`ê Tîrmehê xwedî derbikeve. 19`ê Tîrmehê li hemû gelan serî de şehîdan, Rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan, gelên me yên welatparêz û gelên cîhanê cardin pîroz dikin.