Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

14’ TÎRMEHÊ

14/07/2024
in ROJEV
A A
14’ TÎRMEHÊ
Share on FacebookShare on Twitter

Cîger Dilşad

“Li ser gora min binivisîn in; deyndarê gelê xwe me.” (M. Xeyrî Durmuş)

Di mercên herî zor û zehmet yên zîndana Amed’ê de şehîdê mezin hevalê Xeyrî tevî ku ketibû “Rojîya Mirinê”,xwe deyndarê gel didît. Lê di rastîyê de em weke gel û mirovahî deyndarên wan şehîdên mezin in.

Her wiha enternasyonalîstê mezin Kemal Pîr di wê çalakîya dîrokî de dibêje; “bi qasî ku di oxira wê de bimirin, em ji jîyanê hez dikin”.Belê di bin îşkenceya cunteya 12’ê Îlonê de ji ber ku ji jîyanê hezdikir,canê xwe da. Stêrka Ciwanan Elî ÇÎÇEK û lehengê Serahtê Akîf YILMAZ dibêjin; “PKK berxwedan fêrî me kirî, ne teslîmîyet!” Ew çar şehîdên mezin bi wan gotin û berxwedana xwe ya  dîrokî bûn xeta PKK’ê û wan çar lehengan xetek ji boyî gelên me azad bibin, bi bawerîya mezin ya bi Rêber APO rûpela teslîmîyetê bi erdê re kirin yek.

Kesên mîna Kemal Burkay, Îbrahîm GUCLU û yên mîna wan bazdan Ewropa û heta dewleta Tirk destûr neda wan,venegrîn Kurdistan’ê, (vegera wan jî ji bo li dijî Tevgera Azadîyê werin bikar anînbû),her gotin; “ PKK bi darê zorê nehêşt ku em li Kurdistan’ê bixebitin”. Ev, dereweke mezin e! Burkay efendî çû li kêfa xwe nêrî, li ser pisîkan helbest hûnandin, rojekê li dijî dewletê gotinek nekir, lê li dijî Rêber APO û PKK pirtûk nivisandin. Tişta PKK kirî PKK û xeta berxwedanê dîyar kirî berxwedana dîlên azadîyê bû û bi berxwedana wan gelê Kurd Tevgera Azadîyê nasî û li dora Tevgera Azadîyê kom bû. Rêber APO bi hêza ji berxwedana 14’ê Tîrmehê girtî, pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê avêt.

MALBATA BERZANÎ

YAN ku îro îxaneta xwe derxistî asta herî jor, mîna Burkay efendî dibêjin; “PKK dibe sedem ku dewleta Tirk êrîşî herêma me bike.”Hebûna gerîlayên Modernîteya Demokratîk li ser axa başûrê welat dikin perde ji îxaneta xwe re. Dinya tev dizane ku, heger berxwedana gerîlayên azadîya Kurdistan’ê neba, îro tiştek bi navê Berzanî’yan nedima. Têkoşîn li bakur çiqasa bilind bû, hêzên emperyal jî ewqasa derfet dane MALBATA BERZANÎ

’yan ku li dijî Tevgera Azadîyê şer bikin.

Lê çawa PKK’ê di xeta Rêber APO de ku destkeftîyên mezin bi dest xistin, çeteyên DAIŞ’ê ji holê rakirin,  wê di xeta şehîdên ber bi serkeftinê ve bimeşe û îxaneta MALBATA BERZANÎ’

yan jî ji holê rake û pergala Netewa Demokratîk dîyarî gelên me bike. Lê divê êdî hemû Kurdên xwedî namûs û xîret bi awayekî rast û encamgir bibin xwedî helwest li dijî îxaneta MALBATA BERZANÎ

’yan.

Berxwedana 14’ê Tîrmehê rihê têkoşîna azadîyê ye û ew rih ji bilî serkeftinê tiştekî din qebûl nake. Ji lewra ji her demê pirtir divê em li Berdevkê Şehîdan xwedî derkevin û Rêber APO ji wê dojeha Îmralîyê derxîn in. Roja ku Rêbertî derket wê ew roj bibe roja azadîya gelan û mirina îxaneta MALBATA BERZANÎ’yan. Ew roj nedûr e. Nêzîkbûna wê rojê bi têkoşîna li dijî îxaneta MALBATA BERZANÎ ve girêdayî ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Lûtkeya NATO’yê bo Şera davikeke siyasî yan serkeftineke dîplomatîk e?
POLÎTÎKA

Lûtkeya NATO’yê bo Şera davikeke siyasî yan serkeftineke dîplomatîk e?

15/07/2026
Landika şoreşê û cihê têkbirina DAIŞ’ê Kobanê ye, ne Eyn El-Ereb e
ROJEV

Landika şoreşê û cihê têkbirina DAIŞ’ê Kobanê ye, ne Eyn El-Ereb e

15/07/2026
Sed salên Komara Tirkiyê
QUNCIK NIVÎS

Aştî çandeke…

15/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê: 14 salên têkoşîn û berxwedanê (1)
ROJEV

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: 14 salên têkoşîn û berxwedanê (1)

15/07/2026
‘Weqfa Jina Azad tevahiya jinan hembêz dike’
JIN

‘Weqfa Jina Azad tevahiya jinan hembêz dike’

15/07/2026
Jiyan Hisên: Kampanya piştgiriya YPJ’ê heta pêkanîna armancan berdewam e
JIN

Jiyan Hisên: Kampanya piştgiriya YPJ’ê heta pêkanîna armancan berdewam e

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.