Navenda Nûçeyan
Endamê Komîteya Rêveber Ya PKK’ê Muzafer Ayata da dîyarkirin ku di zindana Amedê de ciwanên Kurdistanê bi ruhê fedayî li ber xwe dan û şehîd bûn. Her wiha Ayata destnîşan kir ku berxwedaniya 14’ê Tîrmehê bû nexşerêyek ji bona pêşeroja ciwanên Kurdistanê.
Endamê Rêvebir yê PKK û şahîdê buyera 14’ê Tîrmehê Muzafer Ayata di derbarê salvegera 14’ê Tîrmehê de pirsên rojnameya me bersivandin û naveroka hevpeyvînê weha bû:
1- Hûn wekî şahîdê berxwedana 14’ê Tîrmehê, berxwedana 14’ê Tîrmehê heya çi astê bandora xwe li ser Tevgera Azadiyê û bi taybet jî şoreşa 19’ê Tîrmehê, kir?
Di sala 1926‘an piştî serhildana Agirî hate belavkirin, di li ser kûntarên çîyayên Araratê digotin Kurdistana Xeyalî li wir hat veşartin. Derbeya 12’ê Îlona 1980‘î li Tirkiyê nîjadperestîyek di asta jor de dihat meşandin. Bi pêşengtîya serokkomarê wê demê Kenan Evren derbeya leşkerî hat pêkanîn. Di wê demê de şoreşgerî bi taybet ji aliyê ciwanên ku zanîngeh dixwendin, dihat meşandin. Gelek ciwan bi kelecanek mezin tevlî tevgerên şoreşgerî yên çepgirên Tirk dibûn. Ev çirûsk di nav civaka gelê kurd jî ronahiya xwe li civaka kurd kir. Derbeya leşkerî ya ku di 1980‘î de pêk hatiye, ji bona civaka kurd jî dihate wateya tekoşîn û berxwedanîyê. Ji ber civak di wê astê de bû ku xeyalên wê civakê jî hatibûn qedexekirin. Ji ber wê sedemê piştî destpêkirina derbeya leşkerî ya bi pêşengtîya Kenan Evren de destpêkir, gelek şoreşger û ciwanên kurd jî hatin girtin û xistin zindanên dewleta Tirk ya dagirker. Bûyerên wê demê ne li hemberî rêxistinekê tenê dihat kirin, li hemberî gelekî dihat meşandin. Yek zîndana ku şoreşgerê kurd tê de dihatin dîlgirtin jî, zîndana Amedê ya leşkerî hejmara 5‘emîn bû. Li vir berpirsê girtîgehê yê ku taybet di aliyê cunta tirk ve hatîye hilbijartin serbazê tirk Esat Oktay Yildiran bû. Bi pêşengtîya Yildiran û gardîyanên zîndanê pir zext û zordarî ser şoreşgerên girtîgehê de diman dihat meşandin. Ji ber nepejirandina li van kiryaran, di dîroka 14‘ê Tîrmeha 1982‘an de bi pêşengtîya gelek şoreşgerên wê demê wek; Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz Mustafa Karasû, Fuat Çavgun û Fuat Kav jê tevlî bûn û dest bi rojiya mirinê kirin. Li wan berxwederan 9 Îlona 1982‘an Kemal û piştra ji şahadetên şoreşgerên din hatin jîyan kirin. 12
Îlonê Xeyrî Durmuş li piştra jî Elî Çîçek û Akîf Yilmaz di wê berxwedanîyê de xwe feda kirin. Van pakrewanan heya nefesa xwe ya dawî jî, berxwedanî kirin û şehîd bûn. Xeyrî Dûrmûş hênase xwe ya dawî de jî anî ser ziman û got ‘ Ez deyndarê gelê xwe me’. Ji dîrokê û heya avakirina partiya me PKK’ê û gelê Kurd, ji bo parastina çand, hebûn û xaka xwe li ber xwe daye. Çanda berxwedanê, li Kurdistanê vediguherê şêwaza jiyana gelê me. Lê ji ber pirî caran bê pêşengî, bê bîrdozî û zanistî berxwedan pêşketiye, gelê me êşên mezin jiyan kiriye. Lê berxwedana 14’ê Tîrmehê weke daneheva tevahî vê dîroka gelê me ya berxwedêr, bi şêwazekî nû, ku emsala xwe çênebûye pêşdikeve. Ev berxwedan, bi zanebûna fikir, bawerî, felsefe, bîrdozî û şêwazekî nû yê tekoşînê hate pêşxistin. Ev şêwazê nû yê berxwedana bi zanistî pêşket bi heqîqeta Rêber Apo hate avakirin. Li Kurdistanê tovên vê berxwedanê hate avêtin, bi demê re veguherî tekoşîna gel a şoreşgerî. Li hemberî feraseta dewleta Tirk a darbekar, faşîst, dagirker û qirker berxwedana dîrokî a 14’ê Tîrmehê ji bo gelê me yê li her çar parçeyê Kurdistanê û jina Kurd bûye destpêka demekî nû ya tekoşîna xwebûnê. Êdî gelê Kurd, ji bo avakirina jiyaneke bi rûmet û bi destxistina nasnameya azad ev berxwedana dîrokî hembêz kir, xwedî lê derket û di oxira domandina vê berxwedanê de keç û xortên herî hêja kirin berdêl. Berxwedana ku di pêşengtiya Kemal, Xeyrî û Sarayan de pêşket li Kurdistanê bû bingeha gav avêtina pêngava 15 Tebaxê û avêtina tova şerê gel ê şoreşgerî. Gotina ‘berxwedan jîyanê’dî li Kurdistanê bû bingeha felsefeya jiyana azad. Ev tekoşînê bandora xwe li ser şoreşa 19 Tirmehê jî da avakirin. Ev berxwedanîya bi pêşengtîya Elî Çîçekan de destpêkir bo tovê jîyanê ya şoreşa Rojava li çandî. Berxwedanîya 14 Tîrmehê bû nexşerêyek şoreşa 19 Tîrmehê.
2- Di roj îro de dema em berxwedana 14’ê Tirmehê dinirxinîn, em dikarin çawa kesayetê kurd bigirin dest?
Ji bona ku gelê kurd bibe mafdar ji bona hin heqê xwe yên xwezayî dest bixe, pêwîste tekoşîna xwe xurt bike. 4 dewleta axa Kurdistanê parve kirine, bê ku tekoşîn bê kirin ti rêya cûda nîne ku gelê kurd xweserîya xwe dest bixin. Ev rastî jî di 100 salên di dawî de mîsoger bû. Zarokên kurd ev 100 salin li gor bernameyên her 4 dewletên dagirker tên perwerde kirin, ji ziman û çanda xwe dûr tên xistin. Ji ber ku ferasetên kurdên berê re êdî nema dihate jîyan kirin. Weke bijîşkê ku nexweşê xwe derman bike, ji bona gelê kurd jî ev derman pêwîst bû. Ev derman jî ji alîyê tevgera azadiyê û Rêber Apo ve hat peydakirin û gelê Kurdistanê hat derman kirin. Li kêleka wê berxwedaniyê jî, xiyanêtên di asta jor de jî hatin jîyan kirin. Hewldan kirin ku bi xiyanetê vîna şorşegeran bidin şikandin. Dîroka Kurdistanê de yekemîn care tevgerek 50 sale bê navber di tekoşîna xwe de berdewam dike. Di dîroka cîhanê de jî, cara yekê ku hemû netew û ol derdora rêxistinekê kom dibin. Ev bi saya felsefeya Rêber Apo pêk hat. Berê navê kurd û Kurdistanê di fermîyeta ti dewletan de tune bû, heya ku bi ti awahî kurd nedihatin pejirandin. Bi saya Rêber Apo yekitîyek di nava gelê kurd de ava bû û Kurdistanî bi derdorê ramanên Rêber Apo bûn xelekek. Lê tevgerên wek PDK‘ê jî bi ti awayî destûr nadin yêkîtî li derdorê kurdan ava bibe. Rêberê gelan Rêber Apo niha ev nêzî 25 salin li gîrtîgeha Îmraliyê de dîl tê girtin. Ji ber ku giştî cîhan bi wê agahdare ku, bê ramanên Rêber Apo ti çareserî ne pêkane li Rojhilata Navîn û Kurdistanê. Dema kurd nebin yek nikarin bi ti awayî dujmin bide sekinandin. Bi rihê 14’ê Tîrmehê yên Xeyrî û Elî’yan û bi şoreşa 19 Tîrmehê dibe kurd û Kurdistanî xwe bigirin dest.
3- Ji bona salvegera 14 Tîrmehê ya ku bi berxwedanîya Xeyrî û Kemal‘an pêk hatîye, peyama we çi ye?
Wan şoreşgeran di nav ciwanên Kurdistanê de, di bîra mirovan de cihekî xwe taybet dan avakirin. Dujmin hewil dida ku hertim kurdan bê dîrok û bê zanist bihêle. Dîroka Kurdistanê hertim ne hiştin ti kes bi ti awayî fêr bibe. Ji ber ku dîroka wan reşe û hertim li hemberî gelan di nava zextan de ne. Mînakên berxwedanîyê Elî, Akif, Xeyrî û Kemal in. Pêwîste ciwanên kurd di bin bandoriye şerê taybet de nemînin. Rêya berxwedanî û serhildanê ji xwe re bingeh bigirin. Ev hevalan ne, giştî jî ciwan bûn. Temenê Elî Çîçek di wê demê da 20 salî ye. Ew di vî temenî de berxwedanî pêş xist cane xwe feda kir. Bangawazîya min ji bona ciwanên her çar parçê Kurdistanê ye, bi rihê Elîyan yên ciwan têbikoşin. Li wan mirovan bi zanebûn ji bona oxura gelekê rihê xwe feda kirin. Ev tiştek ne hêsan e. Bîranên wan dê dilê me tevahî Kurdistanê de ye. Li ser vê salvegara rojîya berxwedanê ya girtigeha Amedê em şehîdên doza azadîyê giştî bibîrtînin û soza şopandina rêya wan dûbare dikin.






