Zekî Bedran
Erdogan weke ku tiştek nebûye gotinên “Em hertim destê xwe dirêjî cîranên xwe dikin. Eger Esad bipejirîne emê wî vexwînin. Em berê ne dijmin bûn, em bi malbatî dihatin gel hev.” Ev ew Erdogane ku li qadan tu nedima ji Esad re nedigot. Ji gotina “Ew kujerek e. Zilmê li gelê xwe dike” îro hatiye wê rewşê ku dixwaze hevdîtinan pêk bîne. Erdogan ku ne erka wî bû û pêwîstî pê nebû, dijminayiyek bê sînor ji Sûriyê re kir. Sînorê xwe ji çekdarên DAIŞ û El- Qaîdeyê re vekir. Sûriye xist nava zivrînokek bi xwîn. Tevahî karxaneyên bajarekî weke Helebê ji cihê wan rakir û veguhaste Tirkiyê. Bi DAIŞ’ê re petrol û bermayên dîrokî dizî. Bi kurtayî bû sedema hilweşandina Sûriyê. Bû sedema penaberbûna bi milyonan mirov, milyonek mirov mirin û birîndar bûn.
Weke ku ev têrê nakin, artêşa Tirk xistin Sûriyê û herêmek berfireh dagir kirin. Bi dagirkirinê jî têr nebûn. Cihên Kurdan ên dîrokî ji Kurdan vala kirin, paqijiya nîjadî pêk anîn. Mal û milkê gel talan kirin. Bi vê jî têr nebûn. Li dijî artêşa Sûriyê “Artêşa Netewî ya Sûriyê” û li dijî hikumetê jî “Hikumeta Demkî ya Sûriyê” ava kirin. Hîna ev hene, di demeke wiha de ji Esad re dibêje were em aştiyê çêbikin.
Kesekî ku dixwaze aştiyê çêbike, qet nebe ji bona van kiryarên xwe lêborînekî dixwaze, beşek ji zirarê bi tezmînatê dide. Lê Erdogan dibêje ez ji Sûriyê dernakevim. Heman demê de hewl dide rêveberiya Esad bikişîne nava şerekî din ê navxweyî. Erdogan giranî daye perçiqandina Kurdan û ji holê rakirin. Ji bo Efrînê bi Rûsyayê re û ji bo herêmên din bi rêveberiya Trump re lihev kir û dagir kir. Heta niha nekariye bi tena serê xwe Kurdan ji herêmên din rake. Artêşa xwe xistiye Iraqê, li wir jî bi tesfiyekirina gerîlla re mijûl e. Dixwaze ji pêşketin û aloziya li herêmê sûdê bigire, bi piştgiriya Rûsyayê re bi Esad re li hev bike û li Sûriyê Kurdan tune bike.
Eger baldarbin, daxwaza wî ya ji bo hevdîtina bi Esad re ne ji bo kiryarên xwe rawestîne û sererast bike ye. Nekarî Esad tune bike. Rêveberiya Esad bi piştgiriya Îran û Rûsyayê li ser piyan ma. Hêzên rojavayî jî nabêjin bila Esad biçe. Dema dît ku Esad mayînde ye, hewl dide tunekirina Kurdan di ser Esad re pêk bîne. Eger Erdogan cidiye, pêwîste destpêkê ANS’yê ku li dijî Esad rêxistin kiriye têk bibe. Pêwîste dawî li Hikumeta Demkî ya Sûriyê bîne yan jî ji herêmên bin destê xwe de derxe. Lê vana nake. Wan jî di destê xwe de digire û li dijî Esad weke kaxezek a bazarê bikar tîne. Helbet dema cihê wê hat û ji berjewendiyên wî re xizmetê bike dê van komên jêre dibêje muxalîf bixe bazarê û bifroşe. Tişteke ku Erdogan nefroşe tune ye, ne girêdayî tu nirxan e. Hevalên xwe yên ku bi hev re partî avakirin jî avête aliyekî. Tiştên ku bi serê hevkarê wî F. Gulen hatî li holê ye. Bi Ergenekonperestên ku xistibû girtîgehê re lihev kir û bi MHP’ê re hevkarî çêkir.
Erdogan li kêleka tunekirina Kurdan, dixwze ji milyonan penaberên li Tirkiyê jî xilas bibe. Ev penaber heta dawî bikar anîn. Ew li hemberî Ewropayê weke çek bikar anîn. Bi milyonan Euro pere girt. Ev penaber li Tirkiyê weke hêza erzan a kar bikar anîn. Ji bo çeteyan weke depoya berhevkirina çekdaran bikar anîn. Ev çete şandin şerê ji Libyayê heta Azerbeycanê. Herêmên dagirkirî ji DAIŞ û komên çete re kire herêmek parastinê û qada xwebirêxistinkirina van koman. Bi kurtayî Tirkiye kir cihê hilberandin û şandina terorê ji bo cîhanê.
Bêguman Sûriye di rewşek zehmet de ye. Erdogan vê weke derfet bikar tîne û teklîfê li Esad dike. Rûsya navbeynkariyê dike. Rûsya jî li gorî xwe hesab hene. Naxwaze hîn zêdetir barê Sûriyê hilgire. Rêveberiya Esad jî ne gelparêz û demokratîk e. Ew jî desthilatê û berjewendiyên xwe esas digirin. Lihevkirina Esad bi Erdogan re dê ne balkêş be. Rêveberiya Esad heta niha liberxwe da. Digot, heta Tirkiye dawî li dagirkeriyê neyîne em pêre rûnanin. Lê pêwîste em li bendê nemînin ku dê hertim helwestek wiha dane. Rêveberiya Iraqê jî li hemberî dagirkeriya Tirk nedisekinî. Lê qet nebe car caran nerazîbûn nîşan dida. Vê salê Erdogan teklîfên nû ji Iraqê re birin, hevdîtin pêk anîn, hikumeta Iraqê niha ji dagirkeriyê re bêdeng e û zemîn ava dike.
Rêveberiya Esad çûye Tirkiyê, gelo amedeye bi milyonan penaber bigire? Na. Li holê bingehek aborî tune ye. Tirkiye jî hesab dike ku bi kevirekî li çend çûkan bide. Hem dixwaze ji penaberan xilas bibe hem jî di avabûna Sûriyê de ji çavkaniya sûdê bigire. Eger bi Esad re aştiyê çêbike, dê tiştan bifroşe wan û ji mutahîdên xwe re parê bistîne.
Xwepêşandan û bêzariyên çeteyên li herêmên dagirkirî sedema wê ewe ku çete dizanin dê wan jî bixin bazarê. Tişta ji Kurdan re jî dimîne êrişên nû û tesfiye ye. Ev jî bibe encama aştiya Tirkiyê. Lêgerînên demokratîk û berdêlên ku gelê Sûriyê jî dane dê berhewa biçin.