Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Hevpeymana civakî ya jinan di têkoşîna jinan de gavek dîrokî ye’

10/07/2024
in Uncategorized
A A
‘Hevpeymana civakî ya jinan di têkoşîna jinan de gavek dîrokî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Seroka Desteya Jin a Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer bal kişand li ser hevpeymana civakî ya jinan ku duh ji bo reşnivîsa wê komîteyek ji 30 kesan hat diyarkirin û got: “Di têkoşîna jinan de gavek dîrokî ye.”

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî hevpeymana civakî ya jinan civînekê berfireh lidarxist. 130 jinên ji pêkhateyên cuda beşdarî civînê bûn û di dawiya civînê de ji bo reşnivîsa hevpeymanê komîteyek teng a ji 30 jinan pêk tê hat avakirin.

Seroka Desteya Jinan a Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Edalet Omer têkildarî civîna ku hat lidarxistin û di têkoşîna jinan de girîngiya hevpeymana civakî ya jinan ji ajansa me re axivî.

‘Bi hevpeymana civakî ya jinan re wê destkeftiyên jinan bên parastin’

Edalet Omer da zanîn ku şoreşa rojava bi rengê jinê deng vedaye û wiha axaftina xwe domand: Ji destpêka şoreşê çawa ku bi rengê jinê hate naskirin û berbelavî cîhanê tevahî bû. Lidarxistina civîneke bi vî rengî gelek girîng bû û bi taybet jî piştî dayîna hevpeymana civakî a giştî û ji bo parastina nirxên şoreşa jin gavekî serkeftî û nûbû di qada têkoşîna jinê de. Em dikarin bêjin ku hevpeymana civakî ya giştî ji bo gelek dozan kar û xebat dike. Lê hevpeymana civakî ya jin wê ji bona doza jin be.”

‘Armanc rêxistin û dezgehên jinan di bin sîwanekê de anîna gel hev e’

Edalet Omer di berdewama axaftina xwe de balkişand li ser girîngiya yekîtiyê û wiha got:“Gelek rêxistin, tevger û partiyên jinan hene li qadê. Lê pêwistî hate dîtin ku sîwanek hebe van rêxistinan bike yek. Ji bo wê jî di 2019’an de Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûrî hate avakirin. Zêdetirî 50 tevger, partî û dezgehê jinan cihê xwe di vê meclisê de girtin. Heya astekê ked hat dayîn û xebat hat meşandin. Lê li gor pêvajoyê kêm ma. Rêxistinên nû hatin avakirin piştî 2019’an, lewma pêwistî hate dîtin ku ev meclis civînek berfireh lidabixe, pirsgirêk û rewşa jinan nîqaş bikin û di bin sîwanekê de bibin yek. Armanc ji civînê komîteya biçûk a ji 30 kesan pêk tê were avakirin da ku di demên pêş de li hev rûnên û bi pênûs û mejiyê jinan reşnivîsa hevpeymanê were nivîsandin. Gelek destkeftî û serkeftin di vê pêvajoyê de hatine bidestxistin. Ev deskeftî ger em di riya hevpeymana civakî ya jinan de ku hemû rêxistin û dezgeh di bin sîwanekê de bikin yek wê demê dikare were parastin.”

‘Ji bo pêşeroja Sûriyê jî gavek dîrokî ye’

Edalet Omer a di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan a li Sûriyeyê û destnîşan kir ku ev hevpeymana civakî ya jinan wê bandorê li têkoşîna giştî jinên Sûriyeyeyê bike û got: “Li Sûriyayê yekîtiya jinan hebû, di sala 2016’an de ji aliyê rêjîmê ev yekîtî hate girtin. Xwest li şûna vê yekîtiyê yekîtiyeke olperest ava bike. Li herêmên dagirkirî jî dewleta tirk bi dagirkeriya xwe sûcên der mirovî li dijî jinan pêk tîne. Armanca me ew e ku em herêmê ji dagirkeriya dewleta tirk rizgar bikin.

Hevpeymana civakî ya jinan gaveke serkeftî û dîrokî ye ji bona ku di pêşeroja Sûriyeyê de jin cihê xwe di destûreke demokratîk de bigre.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.