Navenda Nûçeyan
KCDK-E’yê konferansa xwe ya dema navber temam kir. KCDK-E’yê diyar kir ku qirkirina gelê Kurd tê armanckirin û got: “Azadiya Rêber Apo armanca me ya sereke ye.”
KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe de got: ‘’Di konferansê de ku bi şîara “Avakirina Civakî” pêk hat, weke armanca sereke biryar hate dayîn ku di serdema nû de hemleya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê birêvebirin, were berfirehtirkirin. Konferans bi şîara; ‘Werin em bi felsefeya Rêber Apo civaka demokratîk ava bikin û bi hev re bi rê ve bibin”, pêk hat.
Encamnameya konferansa KCDK-E’yê wiha ye:
‘’Konferansa me weke siyasî di demeke pir girîng de pêk hat. Li aliyekî weke krîza pergala modernîteya kapîtalîst ya ji ber Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ku weke navend li Kurdistanê û Rojhilata Navîn berdewam dike û li aliyekî jî dabeşbûna ku berfirehtir dibe, weke gefeke li ser jiyana gelan derdikeve li pêşiya me.
Di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de ku navenda wê Rojhilata Navîn e, dewleta Tirk jî roleke sereke dilîze û bi hemû hêza xwe seferber bûye ku li dijî gelê Kurd qirkirinê pêk bîne. Dewleta Tirk êrîşên xwe yên dagirkeriyê bi piştevaniya ku ji qada navneteweyî distîne, berdewam dike.
Dewleta Tirk a qirker ev şer li gel hêzên hevkar û dewletên herêmê derbasî qonaxeke din kiriye. Bi standina piştevaniya tam a hêzên PDK’ê îmhaya gerîlayên azadiya Kurdistanê tê armanckirin. PDK’ê hema weke şaxeke dewleta Tirk kar dike û ji bo vê yekê hemû hêza xwe seferber kiriye.
Armanca sereke azadiya Rêber Apo ye
Di konferansê de rojeva me ya sereke rewş û azadiya Rêber Apo bû. Şerê ku dewleta Tirk li gel hêzên modernîteya kapîtalîst li dijî fikir û paradîgmaya azadiyê yên Rêber Apo dimeşîne û agahînestandina ji rewş û tenduristiya Rêber Apo, fikarên me yên têkildarî vê mijarê gihandine astên herî bilind.
Tevî van kiryar û tecrîdê jî fikrên Rêber Apo her roj li seranserê cîhanê pêl bi pêl belav dibin û di serî de ji jin û hemû civak û baweriyên li erdnigariyên cuda re dibin hêviyeke mezin. Girêdayî vê yekê pêngava ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve hatî destpêkirin, her ku diçe mezintir dibe û berdewam dike.
Li gel nêzîkbûna 1’emîn sala pêngavê, di konferansê de biryar hate dayîn ku azadiya Rêber Apo ji bo hemû pêkhateyên KCDK-E’yê bibe weke armanca sereke û girêdayî vê yekê planeke ku hemû qadên xebatê di nava xwe de dihewîne, hatiye gotûbêjkirin. Bi berfirehtirkirina pêngavê bi rê û rêbazên nû û dewlemend plana bidestxistina armanca wê bingeha têkoşîna sala pêşiya me pêk tîne.
Konferansê avakirina civakî bi awayekî berfireh nirxand û li gorî vê yekê; KCDK-E’yê bi xebatên xwe di avakirina civaka demokratîk de encama ku dixwest, bi dest nexistiye, ferasetên kevn bi tamamî nehatine derbaskirin û ji ber vê yekê îradeya demokratîk a civakê asta ku dixwest, derneketiye holê û li gel vê yekê bi projeyên demokratîk berê civakê bi temamî ketiye pergala meclîs û komûnan û mesafeya her ku diçe zêde dibe ya di navbera me û gelê me de hatin nirxandin.
Derketiye pêş ku di mijarên weke jinûveavabûn û avakirina civakê de her kes di xebatên xwe de weke kiryar û kedkarên xebatên xwe ye.
Gelê me da xuyakirin ku ew dikare xwe di navendên civakî de birêxistin bike. Weke siyasî, civakî, aborî, çandî û di hemû qadan de xwe û pêdiviyên xwe bi proje û saziyan pêş bixe, bi xwe biryarên xwe dibe û xwe bi rê ve bibe û civaka ekolojîk û ya azadiya jinan esas digire ava bike.
Rexneya ku di konferansê de hatî kirin û tespîta sereke; kêmasiyên hevserokan yên têkildarî mijara fêmkirin û pêşxistina paradîgmaya Rêbertî, li pêşiya avabûna pergalê asteng in û dikevin pêşiya civakîbûna pergalê. Rêya çareserkiriya vê yekê jî pêşxistina paradîgmaya neteweya demokratîk û di hemû qadên têkoşînê de weke rênîşanderekê esasgirtina wê ye. Tekane çareserî bi pêşxistina şoreşa zîhniyet û wijdanê bûna civakeke ku birêvebirina xwe di destê xwe de digire.
Konferansa me bi awayekî zelal nîşan daye ku ji van hemûyan ders werin standin û guherîn û sererastkirin werin esasgirtin.
Di konferansê de ji bo pêkanîna avakirina civakî û bidestxistina armancan hatine diyarkirin bi şîara ‘Divê em xwe bigihînin hemû Kurdistaniyan’ seferberiya birêxistinbûn û endambûna hemû Kurdistaniyên li derveyî welat a di Navenda Civaka Demokratîk û Meclîsan de hatine dubarekirin.
Bi vê armancê di serî de di warên weke perwerde, ekolojî, werzîş, dîplomasiya gel, çand û aboriya komunal de û di mijarên heman de pêşxistina projeyan û girêdayî vê yekê di pêşerojê de di çarçoveya neteweya demokratîk de pêşxistin û birêxistinkirina civakê weke armancên pratîkên şênber hatine diyarkirin.
Dê li Ewropa bibin hêza bi bandor
Qedexeyên krîmînalîzekirina Kurdan, li Elmanyayê destpê kir û li Ewropayê kete meriyetê. Gava destpêkê ya van qedexeyan, têkoşîna azadiyê ya rewa û bimaf a gelê Kurd bi pênaseya ‘terorîzmê’ krîmînalîze kiriye. Li Ewropayê hejmara Kurdan hema bêje ji 3 milyonê derbas kir. Ev zext û qedexeya ku li ser gelê Kurd tê meşandin, pêkanîneke antî-demokratîk e û ji ber vê neheqiya gerdûnî dewleta Tirk bi salane li Kurdistanê komkujiyê pêk tîne û li pêş çavê cîhanê Kurdistanê dagir dike û gelê sivîl qetil dike.
Tê xwestin ku pêşî li rêxistinbûna Kurdistaniyên li dervey welêt dijîn, bê girtin. Lewma hatiye destnîşankirin ku hemû sazî û pêkhateyên me yên li dijî krîmînalîzasyonê têkoşînê didomînin, divê di heman demê de hemû derfetan binirxînin û li Ewropayê derfetên bûyîna hêza polîtîk a bibandor, bi rengekî herî baş bi kar bînin.
KCDK-E rêxistina sîwana yekîtiya civakî û neteweyî ya gelê me yê ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê koçî Ewropa û hemû cîhanê kirî ye. Girîngiya rolê pêşeng a KCDK-E’yê hate dubarekirin ku ji bo li ser bingehê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd, li hemû qadan têkoşîna demokrasî û azadiyê were pêşxistin. Sala dawî koçberiyeke zêde ber bi derveyî welat ve hate kirin, ji ber vê jî em neçar in bi vê rola xwe rabin.
Di konferansê de di çarçoveya nirxandinên siyasî û rêxistinî yên hatine kirin de, di serî de pêngava azadkirina Rêber Apo di pêvajoya li pêşiya me de li ser bingehê avakirina civakî têkildarî hemû qadên xebatê, biryarên berfireh hatin dayîn û têkildarî sala nû ya têkoşînê biryara planeke berfireh hate dayîn.
Weke encam; mezinkirina pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatî destpêkirin, mezinkirina xebatên ku li her deverê nûneriya gelê Kurd dikin, belavkirina xebatên çandî û armanca hembêzkirina ciwanan a di spor û hemû qenalên din de, li pêşiya me disekine.
Her wiha di derbarê rewşa rêbertiyê de parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, anî ziman ku wan di konferansa Cenevreyê de tecrîda ku sînorê îşkenceyê derbas kiriye vegot û bang li hemû rêxistinên hiqûq û mafên mirovan kir ku gavan bavêjin.
Tevgera Dostaniya Navbera Gelan a li dijî Nijadperestiyê (MRAP), di çarçoveya Rûniştinên Mafên Mirovan ên 56’emîn ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de, di 3’yê Tîrmehê de li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî, bi sernavê “Li Tirkiyeyê mafên mirovan” konferans pêk anî. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Parlamentera Parlamenta Ewropayê Laûra Castel Fort û siyasetmedarên kurd Firat Anli beşdarî konferansê bûn. Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê MRAP’ê Gîanfranco Fattorînî moderatorî ji konferansê re kir û destpêkê parlamenter Laûra Castel Fort axivî.
Endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Parêzer Îbrahîm Bîlmez, têkildarî naveroka konferansê û hewldanên parêzeran ên ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Ewropa pêş dixin agahî dan.
Xwest Tirkiye deriyê Îmraliyê veke
Bîlmez, anî ziman ku ji bo îşkence û tecrîda ku li cihanê mînaka wê tune bi dawî bikin, serî li hemû rê û rêbazan didin û wiha got: “Em serî li hemû saziyên darazê yên navdewletî didin. Di serî de em serî li DMME, CPT’ê û Konseya Ewropayê didin. Di sala 2022’an de jî ji ber ku me encam ji DMME û CPT negirt, me mijar bir rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY). Me di sala 2022’an de serî li Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê (KMMNY) da. Ev jî dadgeheke navneteweyî ye. Me mijara tecrîdê û şertên Îmraliyê li wir vegot. KMMNY’ê daxwaza me qebûl kir. Li ser daxwaza me di îlona 2022’an de ji hikûmeta Tirkiyeyê tedbîr xwest. Ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê karibin bê sînor bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin xwest deriyê Îmraliyê li parêzeran vekin. Lê Tirkiye gav neavêt. Li ser vê yekê me di meha çileya 2023’an de dîsa rewş ji KMMNY’ê re vegot. KMMNY’ê dîsa heman tişt ji Tirkiyeyê xwest. Lê Tirkiye dîsa gav neavêt. Heta niha ev daxwaz pêk nehatiye. Em bawer dikin ku KMMNY dê Tirkiye mahkûm bike. Aliyê hiqûqî û zagonî yê tecrîdê tune ye û di tu Peymanên navneteweyî de cihê tecrîdê tune ye. Tecrîda ku vegeriya ye îşkenceyê nayê qebûlkirin.”
Li Îmraliyê her kêlî îşkence ye
Prz. Îbrahîm Bîlmez, da zanîn ku tu di meha Gulanê de serî li Raportora Taybet ya NY’ê da. Yek jê raportora li dijî îşkenceyê bû. Yek jî Raportora Serxwebûna Pîşeyê Parêzeran bû. Me got 40 meh in em bi tu awayî agahî ji Abdulla Ocalan nagirin. Êdî sînorê îşkenceyê derbas kiriye. Dîsa muwekilê me ji 6 mehan carekê cezayê dîsîplînê digirin. Ev cureyê înfazê jî îşkence ye. DMME vê wekî îşkence pênase dike. Di sala 2014’an de piştî me serî li DMME’yê da û li ser vê yekê biryar da. DMME’ê biryar da ku Cezayê Muebeta Giran Îşkence ye û ev îhlala PMME’yê ye. Ji ber vê yekê ji 2014’an heta niha her saet Abdullah Ocalan di şertê îşkenceyê de dijî. Ji ber van mijaran me serî li Raportorê Taybet ê NY’ê da. Ji ber ku em parêzer nikarin erk û pîşeya xwe pêk bînin me serî li Raportorê Serxwebûna Pîşeyê Parêzeran jî da. Maqam û Erkdarên Darazê bi taybetî di 2-3 salên dawî de dixwazin me ji sînorê darazê dûr bixin. Ji bo em û malbat nikaribin biçin hevdîtina muwekilên xwe, cezayê dîsîplînê didin pêş me. Em nizanin çima cezayê dîsîplînê didin girtiyan. Vî cezayî ji me vedişêrin. Dîsa Dozgerê Bûrsayê ji 6 mehan carekê cezayê qedexeyê dide parêzeran. Peywir û pîşeya me ya parêzeriyê asteng dikin. Ji ber vê yekê me serî li Raportorên taybet ên NY’ê dan.”
Parêzer Bîlmez, da zanîn ku tev li konferansên NY’ê jî bû û ev agahî parve kir: “Demek dirêj e bi tevlêbûna sazî û rêxistinên civakî li Cenevreyê di bin banê NY’ê de civîn pêk tên. Ji bo em qala tecrîdê bikin di 3’ê Tîrmehê de bang li me kirin. Me ev pêvajoya ku li jor qal kir di konferansê de bi nûnerên sazî û rêxistinên civakî re parve kir û vegot. Divê hem NY û hem saziyên din ên cemawerî û rêxistinên demokratîk li dijî vê rewştê têkevin nava tevgerê. Me di konferansê de jî banga vê yekê kir. Nêzî 25 sazî beşdar bûn. Bi baldarî li me guhdar kirin û nîşe girtin. Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Laûra Castel Fort li ser doza Kobanê, tecrîda Îmraliyê û destnedayîna parlamenteran rawestiya. Firat Anli jî li ser rewşa qeyûm û girtîgehan axivî.”
Girêdayî heman mijarê û ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) kampanyaya nameyan a gerdûnî dewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de, bi sedan nameyên bi îmze yên li welatên Îskandînav Swêd, Danîmarka, Norweç û Fînlandiyayê hatine komkirin, ji navnîşana CPT’ê re hatin şandin. Li ser navê meclîsên jinên Kurd, komûn û înîsiyatîfên li welatên navborî, daxuyaniyên hevpar hatin dayîn û hate destnîşankirin ku tecrîd nayê qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê ji bo azadiya Abdullah Ocalan li her qadê têkoşîn were geşkirin û di serî de CPT bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.