Rojnameya Ronahî

Jin bi keda xwe aboriya xwe pêşdixe

Di bin tava û germahiya herî dijwar de, jinên bajêr Qamişlo li gund û zeviyan çandiniyê dikin. Tevî ku di çandiniyê de hêza fîzîkî dixwaze jî, lê dîsa ew rûyên westiyayî ku li ber germahiyê matmayî bûye, hîn beşûşî wekî simbilê genim dikene. Ew jinan da ku debara mala xwe di milê aborî û manewî bikin wekî şaneya mûzan bê navber ked û xebatê dikin.

KEDA BERBANGA SİBEHÊ
Girêdayî mijarê jina Ereb a binavê Rexda Samir ser zehmetî, çawaniya çandinî û xebata xwe ji rojnameya me re wiha vegot: “Em ber banga sibehê ku hîn roj nehilatiye dicin nav zeviyan û bi hêza dest alavên sivik dest bixebatê çandiniyê dikin. karê me wekî çandiniya kemun, aşêv û komkirina qirşikan e, dixebitin her wiha jî bistanên sebzeyan aşêvdikin, çi giyayê zêde an jî qirşik hebe dirakin ji ber ku we zerarê dide bexçe û sebzeyan baş berhem nade.”

Dİ HER MERCÎ DE JİN XWEDÎ Lİ MALBATÊ DERDEİKEV
Rexda da zanîn ku di dema nîvro de ji kes hene ku diçin malên xwe rehet dikin û hin li niav zeviyan dimînin û wiha dom kir: “Hin jin di dema nîvro de di çin malên xwe da ku xwariinê ji zarokên xwe re çêkin û malê bi rêvebibin. Piştî ku karê malê û xwarin xilas kirin, dîsa divegirin nav zeviyan û karê çandin, aşêvê heya dema êvarî diçin malên xwe.”

TENÎ Jİ BO DESTÊ XWE Lİ BER KESÎ VENEKİN
Rexda anî ziman ku jin ewqas kedê dike tenê ji bo ku xwe muhtacî kesî neke û wiha pêde çû: “Jin dev ji mal û zarokên xwe diqerin û diçin karê zeviyan, tenê da ku destên xwe ber kesî venekin, bi keda xwe mala xwe xwedî dike, tevî wiha jî heqdestê wan kli gorî keda wan kêm dimîne. Li gund mêr jî bi hevjîna xwe re di bin wê tava dijware ji bo peydakirina gepa nan dixebitinyanî bi kurtasî ji gund de jiyana komîna û wekhevî tê meşandin.”

WEK HEVÎ Û ALÎKARÎ TEV DIGERIN
Rexda Samir da zanîn ku di dema berê de musimê çandiniyê ji bo wan wekî musimê ked û berhemdayînê bû lê demaniha kêm bûue û wiha domand: “Di demên berê de ew alavên niha yên çandiniyê wekî derase nebûn, tenî dasik û mancel hebû bi keda destan çandinî dikir. Ji bo wê demasla havînî an jî musimê çandiniyê ji bo me gelekî girîng bû, ku me hemû pêdiviyên xweyî malbatê diqedan. Lê piştî pêşketina alavên çandiniyê wekî derase, em tenê ji bo sewlan an jî agirê tifikê qirşikan didin hev û kom dikin Wekî her musimî hemû jinên gund li hev dicivin, û bi yek destî bi hevre dibin alîkar da ku karê xwe bi lez bi dawî bikin, ew ked û zehmetî jî bi alîkariya jinana sivik dibe, mîna jiyana komînal û xwezayî.”

Melek DEMÎRTAŞ