Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çareserkirina pirsgirêka gelê Kurdî çareserkirina pirsgirêka Sûriyê ye

03/05/2025
in NÛÇE
A A
Çareserkirina pirsgirêka gelê Kurdî çareserkirina pirsgirêka Sûriyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed/Qamişlo

Partiyên Kurdî li Rojavayê  Kurdistanê diyar kirin ku Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê  xewin û xeyalên gelê Kurd ya bi sala ne, ev jî bi saya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Abdullah Ocalan pêk hat û wê bibe bingeha parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava û her çar perçeyên Kurdistanê.

Bi sedan sal in gelê Kurd ji bo ku li ser axa xwe, bi ziman, nasname û çanda xwe azad bijî, têkoşiya ye û gelek berdêl dane. Ji bo doza Kurd û Kurdistanê di nav Kurdan de gelek pêşeng derketine ku li dijî serdest û dagîrkeran mafê gelê xwe biparêzin. Axa Kurdistanê ji dîrokê ve heya roja me ya îro, rastî gelek şer û serhildanan re rû bi rû maye. Her çiqasî axa Kurdistanê bi darê zorê hatibin desteserkirin jî lê gelê Kurd li dijî neheqî û zilmê her tim netewe û axa xwe parastiye û serî hilda ye.

Bi vê armancê Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji bo bidestxisina mafê gelê Kurd, Tevgera Karkerê Kurdistanê Pkk`ê ava kir û dest bi têkoşînê kir. Encamê kar û xebata sala ya tevgerê şoreşa 19`ê Tîrmehê riya azadiyê misoger û ronî kir. Şoreşa Rojava ji bo gelê Kurd bû derfeta zêrîn ya bidestxistina mafê wê. Ji bo ku gelê Kurd destkeftiyên Şoreşê biparêzin û xeyalên şehîdan pêk bînin, yekîtiya gelê Kurd girîn û pêwîst dîtin. Lewra banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo yekîtiyê bingeh dîtin. Li ser vê bangê partiyên Kurdî 26`ê Nîsanê bi tevlîbûna zêdetirî 400 kesan ku ji Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê, herwiha kesayetên derve jî “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” li bajarê Qamişlo li dar xistin.

Derbarê mijarê de Hevseroka Partiya Guhertina Demokratî Kurdsitan Mizgîn Zêdan û Sekretêrê Giştî Yê Partiya Demokaratîk A Kurdistana Sûriyê Ciwan Ebdulkerîm Siko, ji rojnameya me re axivîn.

`Wê konferans encama kar û xebata bi salan biparêze`

Hevseroka Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdsitan Mizgîn Zêdan wiha axivî: “Wek xewin û xelê her Kurdekî bû ku li Rojavayê Kurdistnê partiyên her çar perçeyên Kurdistanê li ser maseyekê ji bo yekêtiyê, li hev bicivin. Lewra ji bo parastina mafê gelê Kurd di rewşeke wiha hestiyar de ya herî girîng û pêwîst, yekhelwesta û yekrêziya Kurdî ye. Herwiha ev yek dikeve xizmete dîroka gelê Kurd, çimkî lidarxistine vê konfransên, wê hîn bêtir gelê Kurd li cîhanê bibin bi nav û deng bike û wê ji tevayîya cîhanê re bide nîşandan ku ev gel xwedî ziman, çand û nasnameyeke dîrokî ye.”

Mizgîn Zêdan balkişan ser bandora konfransê ji bo demê pêş de û wiha got: “Bê goman wê di demên pêş de “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” bibe bingeha konferansa neteweyî ya li ser asta her çar perçeyên Kurdistanê. Ji ber ku yekîtiya Kurdî wê hêzê bide tevgere û doza gelê Kurd. Herwiha wê ev yek ji aliyê dewletên navneteweyî ve jî were pejrandin. Lewra wê partiyên Kurdî bi kar û xebatên xwe dîroka gelê Kurd ji cîhanê re tekez bikin û wê deskeftiyên ku gelê Kurd yê bi salan bi dest xistî, biparêzin.”

`Wê banga Rêber Apo bibe bingeha azadkirina gel`

Mizgîn diyar kir ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Abdullah Ocalan bi lidarxistina konferansê, bi cih hat. Mizagîn axaftina xwe wiha domand: “Banga Rêber Apo ya ji bo civakek azad û demoratîk, bandoreke erênî li ser hemû parityên siyasî yên Kurdî kir. Lewra hişt ku her kes li xwe veger û ji bo berjewendiyê gelê Kurd bibe alîkar.”

`Em dibin yek da ku neçin yek bi yek`

Li ser çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd li Sûriyê jî, Mizgîn Zêdan destnîşankir ku çareserkirina pirsgirêkên heyî yên li Sûriyê, bi çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd ve girêdayî ye. Mizgîna axaftina xwe domand: “Ji bo ku her pêkhateyek ku li Sûriyê  dijî bigihêje mafê xwe û bi ziman û çanda civaka xwe bijî, divê Sûriyeke nenavendî were avakirin. Pirsgirêka pêkhateyên kêm yên li Sûriyê, incex bi gûftigoyeke bi hemû nûnerên partiyên Sûriyê giştî re, were çareserkirin. Ez dikarim vê yekê bêjim ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirsgirêka pêkhateyan re bi her re nîne. Lewra ji despêka şoreşê û heta roja îro hemû pêkhateyên heyî bi ziman, çand û kevneşopiyên civaka xwe re bi serbestî dijîn. Divê li seranserê Sûriyê ev yeke pêk were. Çimkî ji mafê her gelî ye li çanda xwe xwedî derkeve.”

Hevseroka Partiya Guhertina Demokratî Kurdsitan Mizgîn Zêdan wiha axaftina xwe bidawî kir: “Hêviyên me ew e ku di demên pêş de têkilyên me partiyan bi hevre, zêdetir bibe. Da ku em pirsgirêka gelê Sûriyê bi giştî û yê gelê Kurd bi taybet, çareser bikin. Bila em bibin yek da ku neçin yek bi yek, mîna ku seydayê Cegerxwîn aniye ziman.”

`Lidarxistina konferansê yê nava gel de rehetiyek da avakirin`

Li ser heman mijarê Sekretêrê Giştî  Partiya Demokaratîk Kurdistanê li Sûriyê Ciwan Ebdulkerîm Siko jî sipasiya tevayîya partiyên ku tevlî konfransê bibûn kir û diyar kir ku, ev konfraans bûye hêviya gelê Kurd da ku karibin li ser axa xwe azad bijîn û wiha axaftina xwe domand: “Yekîtî û yekhelwesta gelê Kurd wê çand û nasnameya gel di Sûriya nû de, misoger bike. Lidarxistina konfransê rehetiyek di nava gel de da avakirin, lewra di demeke wiha de ku mirov dikare bêje nexşeyeke nû di rohilata navî de çêdibe, yekîtiya gelê ku bi salan e li ber xwe daye, pir girîng e.”

`Divê jin di Sûriya nû de xwedî ciheke taybet be`

Ciwan Siko wiha axaftina xwe berdewam kir: “Jixwe her kes vê yekê dizane ku armanca lidaristina konfransê, avakirina şandeyeke hevbeş e. Da ku bi navê gelê Kurd hevdîtin û goftûgoyan bi hikumeta Şamê ya nû re bike. Ji ber ku li Sûriyê gelek pêkhate hene, nabe ku gelê pêkhateyekê ji bo bi aşitî bijî, çanda xwe wenda bike. Dive di Sûriya nû de her pêkhate bi nasname û çanda xwe azad bijî. Herwiha divê rola jin hîn bêtir were pêşxistin, lewra rola jinê di hemû qadên jiyanê de pêwîst û girîng e. Ji ber ku jin dayîka şehîd e, hevjîna şehîd e û mamosteya nifşên nû ya civakê ye.”

Li ser kirîza Sûriya ku zêdetirî 13`e sal in dewam dike û hilweşandina rejîma Eseed, Ciwan Ebdulkerîm Siko wiha axivî: “Ji ber encama kirîza Sûriya ya ku bi salan dom kir, bê goman bandoreke neyînî li ser gelê Sûriyê bi tevayî kir. Ji kuştin, wêrankirin, koçberkirin û wendakirina mirovan êdî bûye dema ku gel bi aşitî û azadî bijîn. Lê weke tê payîn ku desthiladara nû ya Şamê jî, bi lidarxistina konferans û derxistina destûrê, pêkhateyên kêm, di Sûriyê de bê par bihêle. Lewra biryarên destûra ku em tê de ne amade bin, em ê îtîrafê pê nekin. Ji ber ku yê herî zêde ji bo parastina xaka Sûriyê li ber xwe daye û têkoşîn kiriye, gelê Kurd e, ti kes nikare vê heqîqetê înkar bike.”

`Ti hêz nema dikare hebûna gelê Kurd tune bike`

Sekretêrê Giştî  Partiya Demokaratîk a Kurdistanê li Sûriyê Ciwan Ebdulkerîm Siko li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axaftina xwe wiha bidawî kir: “Piştî zêdetirî 40 salî ji kar û xebatê tevgera pkk`ê ku berdelên herî biha ji bo doz û berjewendiyê gelê Kurd li hember siyaseta dewleta Tirik ya dagîrkerî, kirî êdî ti kes nema dikara hebûna gel tune bike. Dewleta Tirk jî êdî gihiştiye vê baweriyê. Lewra banga Rêber Apo mîna çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd girîng dîtin. Ji bo vê yekê jî em spasiya Rêber Apo dikin ku wê bi saya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” yekîtiya gelê Kurd di demek nêz de were çêkirin. Herwiha em spasiya hikumeta Başûrê Kurdidstanê dikin ku ew jî ji bo yekhelwesta Kurdî bûne alîkar.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.