Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Aya Mihemed: Xelatkirina min ji aliyê YPJ’ê ve cihê serbilindiyê ye

03/05/2025
in JIN
A A
Aya Mihemed: Xelatkirina min ji aliyê YPJ’ê ve cihê serbilindiyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Stêrka fotbola Sûriyê, lîstikvana yaneya Hîlal ya footbulê ciwana kurd Aya Mihemed û hevalên wê, ji aliyê Fermandara YPJ‘ê ve hatin xelatkirin. Di demên dawî  Aya Mihemed û hevalên xwe li ser asta Sûriyê û Asiyayê gelek xelat wergirtine . Herî dawî jî ew tevlî şampiyoniya Rojavayê Asyayê ku li Urdinê hate li dar xistin bûn û xelat wergirtin.

Di dîroka 30’meha Nîsanê de, Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn bi lîstkvanên yaneya Hîlal ya Sûrî re li bajarê Qamişlo civiya, di civînê de nîşqaş û xalên giring yên girêdayî lîstikvanan û xebatên wan yên li ser asta herêmê û derve, hatin vegotin.

Piştre fermandara YPJ Rohilat Efrîn lîsikvanên yaneya Hîlal xelat kir, da ku wan taşwîq bike li ser destkeftiyên wan li ser asta futbola jinên Sûriyê û Asyayê. Herwiha xelateke taybet ji bo lîstkvana yaneya Hîlal û stêrka futbola Sûriyê “Aya Mihemed” ji ber xelatkirina wê weke lehenga şampiyonê bi 9 golan, hat kirin.

Ji hêla xwe ve lîstikvan “Aya Mihemed” bi navê yaneya Hîlal Yekîniyên Parastina Jin xelat kir û rola têkoşîna mezin ya YPJ’ê  bilind nirxand.

Di derbarê mijarê de lîstikvana Futbolê Aya Mihemed ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Ji ber kêmdestekdayînê hin caran pirgirêk li pêşiya me derdikevin, bi taybet di dema beşdarbûna me di şampyonên derve de. Dema ku lîstkvan piştgiriyê ji hêla welatê xwe ve bibîne bê guman wê destkeftiyên mezintir bidest bixe, ev hevdîtin bi YPJ’ê re û xelata wan li cem min xwedî watiyeke pir girîng e, herwiha taşwîqeke mezintir bi min re çêkir da ku ez zêdetir gavên serkeftinê pêk bînim.”     

Kurtejiyana Aya Mihemed

Aya Mihemed yek ji jinên lîstikvan ên kurd e ku di sala 2006’an de li Qamişloyê ji dayik bûye. Wê bi vîneke xurt tevî astengiyên jiyanî, qeydên civakî û kêmderfetên sporê bi taybet spora jinan.

Li ser asta Şampiyona Sûriyê ya Jinan bi Yaneya, Xabûr, ya Hilal û ya Amûdê re 3 xelat wergirtin.  Ji bilî wê jî gelek xelatên wê li ser asta yane û tîmên nûhatî yên kantona Cizîrê wergirtine. Niha jî lîstikvana Yaneya Hilalê ye ku Şampiyona Jinan a Sûriyê bi nisxeya 2023’ê û 2024’an qezenc kir, hem jî di sedaretê de ye ku bi heman yaneyê re beşdarî heman machê ya sala 2024’an û 2025’an bibe. Li hêleke din jî ew lîstikvana Yaneya Asayîşê re weke golzanekê di çarçoveya şampiyonên kantona Cizîrê de dilîze.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.