Hêvî Keleş/ Qamişlo
Rêveberê Navenda Agirkujiyê a bajarê Qamişlo Hisên Mihemed diyar ku Agirkuj di şert û mercên herî dijwar de, di parastina jiyan û milkên mirovan de kedeke mezin didin, herwiha weke leşkerên veşartî tên hesbandin.
Piştina mirina tirajîk a 5 agirkujên Awstraliyayê di dema hewldana vemirandina şewatên daristanên Awstraliyayê, Di sala 1999’an de roja 4’ê Gulanê wekî roja agirkojan a cîhanî hat ragihandin.
Pîrozkirina roja cîhanî ya Agirkujiyan tê wateya nirxandina rola wan a mezin û girîng di vemirandina agir û xistina jiyana wan di xeteriyê de û agahdarkirina civakê li ser rola wan a qehremanî û qurbaniyên wan di qezayên cûrbecûr de.
Derbarê roja Agurkujan a cîhanî û kar û xebatên ku agirkuj didin meşandin, Rêveberê Navenda Agirkujiyê a bajarê Qamişlo Hisên Mihemed ji Rojnameya me re axivî.
‘Tîmên Agirkujê 24 seatan amade ne’
Rêveberê Navenda Agirkujiyê a bajarê Qamişlo Hisên Mihemed anî ziman ku tîmên agirkujê 24 seatan hazirin û wiha got: “Me hejmara xwe ya telefonê li her cihî belav kiriye, da dema cihek bişewite welatî zû agahiyê bidin me, em jî li gorî rewşê mudaxeleyê dikin. Niha hejmara tirimbêlên me yên agirkujê li bajarê Qamişlo 7 in. Ji ber ku dema em biçin agirekî vemrînin em ji xwediyê cihê ku şewitiye agahiyan digrin da ku em bi awayekî dirust mudaxeleyê bikin û agir vemrînin. Em di pûyerên şewatê de hertim hemhangiyê bi Heyva Sor A Kurd re dikin. Herwiha hemahengiya me bi hêzên ewlekariyê jî re heye. Di dema mûsiman de li ser asta bajarê Qamişlo tirembêlên agirkujê belav dibin, nêzîkî erdên çandiniyê dibin û ji bo wê em hejmarên xwe belav dikin, koçteyên awarte tên avakirin da ku di dema şewata zeviyan derkeve em zûtirîn dem de mudaxele bikin.”
‘Di dema êrîşan de em zehmetiyan dikşînin’
Hisên Mihemed destnîşan kir ku di dema êrişan de ew zehmetiyan dikşînin û got: “Dewleta Tirk hertim cihên xizmetê dike hedef, weke cihên elektrîkê, cihên petrolê û cihên avê, heta di mûsim de jî cihên çandiniyê dike hedef, ji vê jî gelek kar tê ser milên me û xeterî li ser jiyana me heye, lê ev nabe pisgirêk li ber meşandina karê me ji be re em bi hev re dibin alîkar weke û komîteyên awarte. Êrişên dewleta Tirk ji destpêka şoreşa Rojava ve dewam dikkin bê navber. Di dema tîmên me dixwazin egirê ji ber êrişan derdikeve vemrînin, tîmên me jî ji aliyê dagirkeriyê ve dibin hedef.”
‘Karê agirkujiyê karekî pîroz û mirovî ye’
Rêveberê Navenda Agirkujiyê Hisên Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo roja Agirkuja a cîhanî sipasiya hemû tîmên Agirkujê dikim ji bo keda wa, em ji wan re bêjin leşkerên nenas, dema ku Agirkuj ji mala xwe derdikeve ji adetên me ye ku em şehadete xwe tînin ji ber em her tiştî didin pêşiya xwe. Agirkuj dema bi karê xwe radibe metirsî li ser jiyana wî heye. Karê Agirkujiyê karekî pîroz e û miroviyê ji ber bi hewara gel ve diçe, herwiha her ku jiyana mirovekî yan milkên mirovekî diparêzin dibe kêfxweşîk ji me re û weke serkeftinekê ye.”