Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Daxuyaniya YRA bi boneya roja cîhanî ya azadiya ragihandinê

03/05/2025
in NÛÇE
A A
Daxuyaniya YRA bi boneya roja cîhanî ya azadiya ragihandinê
Share on FacebookShare on Twitter

Di sala 1993’yan de, Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, di biryarnameya Kongreya Giştî ya UNESCO de roja 3’yê Gulanê wekî Roja Cîhanê ya Azadiya Çapemeniyê destnîşan kir. Ji wê rojê ve, li piraniya welatên cîhanê ev roj tê pîrozkirin.

Biboneya vê rojê YRA ji bona raya giştî daxuyaniyek da û naveroka daxuyaniyê weha bû.

Tevî ev 32 sal in, ev roj wekî roja azadiya çapemeniyê hatiye pênasekirin, lê hîn jî li gelek welatên cîhanê rojnamevan li ber çavên hemû kesî têne kuştin, girtin û rastî gef û êşkenceyan tên. Welatên Rojhilata Navîn, ji cihên herî zêde ku azadiya çapemeniyê lê têne binpêkirin. Me di şerên Lubnan û Filistînê de jî dît, çawa hejmarek rojnamevan hatin kuştin. Li welatên me Sûriyayê jî rewş ne zêde cûda ye.

Ev rewş beriya hilweşîna rêjîma Baas ku di dawiya sala 2024’an de pêk hat, Sûriyayê cihekî ku herî zêde rojnamevan rastî kuştin, girtin û êşkenceyan dihatin dihat naskirin. Tenê di sala 2024’an de 8 rojnamevan di encama êrişên aliyan de canê xwe ji dest dan û şehîd bûn.

Di dawiya salê de, Rojnamevan Nazim Daştan û Nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bilgîn li Bendava Tişrînê bi balafirên bê mirov ên dewleta Tirk hatin şehîd xistin. Di destpêka sala 2025’an de jî, Rojnamevan Egîd Roj bi heman rêbazî li heman herêmê bû hedefa balafirên bê mirov ên dewleta Tirk û şehîd bû.

Di heman demê de û tevî rewşa siyasî ya li Sûriyayê hate guhertin û rêjîma Baas hilweşiyaye, hîn jî, Rojnaemvan di bin gefa metirsî û xeteriyan de ne. Rê nayê dayîn rojnamevan bûyer û sûc û binpêkirinên li ser xaka Sûriyayê têne kirin bişopînin û belge bikin. Hîn gelek rojnamevan di bin navên cûda de, di bin metirsî û gefan de ne. Hîn jî rê nayê dayîn saziyên ragihandina azad ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ji destpêka şoreşê dixebitin, li paytext û parêzerên din ên Sûriyê kar bikin. Lewma divê Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyayê dest ji van siyasetên xwe yên astenkirina xebatên ragihandinê rawestîne.

Em wekî Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) di dema em vê rojê li tevhî hevalên xwe yên rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê pîroz dikin, Em hemû hevalên xwe yên Şehîd bi rêzdarî bibîr tînin. Em soza xwe ya şopandina riya wan, careke din dubar dikin.

Di heman demê de, ji sazî û dezgehên navdeweltî yên ji bo azadiya çapemeniyê tevdigerin daxwazdikin ku erka xwe pêk bînin, da ku rojnamevan careke din neyên tunekirin. Gerek ev roj bibe wesîleyek ku hesab ji hemû aliyên êrişên rojnamevanan dikin û di serî de dewleta Tirk ku Nazim, Cîhan û Egîd jî di nav de heta niha 17 xebatkarên ragihandinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê karê ragihandinê dikirin, şehîd kirine, bê xwestin. Bi dayîna daxuyaniyan tenê sûcdar êrişên xwe ranawestîne, lewma gerek di zûtirîn dem de, dewleta Tirk û hemû kujerên xebatkarên çapemeniyê werin darizanin.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.