Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Rojek Bi Jiyana Azad Re Diyalog’

03/05/2025
in NÛÇE
A A
‘Rojek Bi Jiyana Azad Re Diyalog’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Bi dirûşmeya “Rojeke bi jiyana azad re diyalok” Kongra Star ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşeke xweser li ser asta kantona Qamişlo lidardixistin.

Îro bi pêşengtiya Kongre Star meşeke xweser ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dirûşmeya “Rojek bi jiyana azad re diyalok” hat lidarxistin.

Bi beşdarbûna bi sedan jin,meşê ji çarxereya Sonî dest pê kir û heya navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi dawî bû.

Di meşê de wêneyê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û siloganên ji bo Rêber Apo azadî hatin qîrîn. Meş li pêşiya navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê veguherî mîtîngê, piştî wê deqeyeke rêzgirtin li ser giyana Şehîdan  hat rawestandin.

Piştî wê li ser navê Kongre Star Bêrîvan Xalid axivî û wiha got: “Îro dîsa jina azad hevaltiya xwe bi Rêber Apo re da diyarkirin. Bi salan e Rêber Apo di bin siyaseta tecrîd û qirkirinê de ye, bi komployeke reş û tarî bi destê dewleta Tirk a dagirker û dewletên navnetewî xwestin Rêberê Gelê Kurd têxin nav çar dîwaran, xwestin Rêberê mirovhiyê ji gelê wî qut bikin, lê tersî wê Rêber Apo ew çar dîwar kir dibistan bi fikir û ramanê xwe, felsefeyek di wê zindanê de  afirand, ev felsefeya ku îro jinên Kurdistanî bi gîştî xwe li ser ava dikin, ev felsefeya “Jin Jiyan Azadî ” ye,  di heman demê de felsefeya netewa demokratîk ya ku jin pêşengtiya wî dike Rêber Apo ev felsefe ji me re pêşkêş kir. Netewa Demokratîk ya ku hemû gelan di nava xwe de hembêz dike. Piştî hilweşandina rêjîma Baas hemû gel li bendê bûn ku bi hev re jiyan bikin, lê îro em rojane qetilkirina Elewiyan û Dirziyan dibînin. Îro ev roja ku em jiyan dikin bi saya felsefeya Rêber Apo ye, jina azad pêşêngtiya vê şoreşê dike, bi saya vê felsefeyê em hemû bi hev re jiyan dikin.”

Meş bi silogana “Bê serok jiyan nabe ” bi dawî bû.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.