Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êrîşên li ser rojnamevana dîlgirtina rastiyê ye

03/05/2025
in NÛÇE
A A
Êrîşên li ser rojnamevana dîlgirtina rastiyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/ Qamişlo

Rojnamevan Zinar Cafer di roja cîhanî ya azadiya Rojnamegeriyê de tevahî şehîdên çapemeniya azad yên ku li ser şopa heqîqetê gîhaştina asta şahadetê bibîr anî û got” Em bi şopandina rastiyê û bûyîna parçeyek ji êşên civaka xwe, hin zêdetir xort dibin.

Rojnamevan Zinar Cafer li ser girîngiya roja cîhanî ya azadiya rojnamegeriyê ji rojnameya me re axivî.

‘Mafê Rojnamevanan tê binpêkirin’

Zinar Cafer got ku Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamegeriyê cara yekê sala 1993’ê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate destnîşankirin ji bo piştgiriya prensîpên sereke yên azadiya rojnamegeriyê û wiha got” Rûxmê ku ew roj wek roja azadiya Rojnamevanan hatiye îlankirin jî gelek rojnamevan li cîhanê û taybet li Rojhilata navîn û Tirkiyê rojnamevan bi astengkirinê  re rû bi rû dimînin. Heman demê de kuştin, girtin, îşkence, bi awayek tund li ser rojnamevanan tê meşandin. Di rojhilata navîn de mafê rojnamevanan ji aliyê dewletên hegemon ve tên binpêkirin”.

‘Bi dirêjahiya şoreşê re bi dehan rojnamevan hatin armanc girtin’

Zinar got ku ” Di vê dema ku her sal Roja Azadiya Rojnamegeriya Cîhanî di 3’ê Gulanê de tê pîrozkirin, kriyarên kuştin, revandin û hwd… li ser rojnamevaniyê û dijberî dengê rastiyê bi riya desthilatdariyê tê domandin nimûna vê yekê dewleta Tirk û kiriyarên wê li ser rojnamevanên kurd e. Li rojavayê kurdistanê bi dirêjahiya şoreşa 19’ê Tîrmehê  bi dehan rojnamevan bi rengên cuda ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ve hatine şehîd xistin. bi hedefgirtina rojnamevanan berxwedana ku li Rojava diqewime were bêdengkirin û ji bo çewisandina dengê gelê kurd.”

‘Rojnamevan bi êrîşan re rû bi rû ne’

Zinar balkişand ser êrîşên li ser Rojnamevanan û wiha domand” Di 14 salên dawiyê de li Rojavayê kurdistanê  ji aliyê çapemeniyê ve gelek gavên girîng ji aliyê nivîs, dîtbarî û vekirina TV yan de hatine avêtin. Di xebatên çapemeniyê de gelek rojnamevan rastî êrîşên dewleta tirk hatin bi taybet li Rojavayê kurdistanê di şopandina rastiyê de Rojnamevan Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan, Kemal, Gulîstan Tara û  herî dawiyê jî Egîd Roj li ser şopa heqîqet û Rastiyê bûn armanca êrîşan. Rojnamevan li ser paradîgmaya şêhîdên çapameniya azad kar û xebatên xwe didomînin.”

‘Ji bo ku  rastî di tarîtiyê de bimînin çapemenî dibe hedef’

Zinar diyarkir ku rojnamevanên ku rastiyê derdixin ber çavê cîhanê dibin hedef û got” Dewletên hegemon li çar parçeyên kurdistanê  qetilkirinê ji bo xwe rawa dibînin. Kiryarên  qirêj yên ku li ser civakê didin meşandin ji bo ku neye aşkerekirin û di tarîtiyê de bimîne komkujiyan pêk tînin û  girtina Rojnamevanan dikin armanc. Ew rastî di bendava Tişrînê de jî derket holê, rojnamevanên  ku heta dawiyê li be rxwe didan û dibûn dengê gel û heqîqetê hatin hedefgirtin, ne tenê rojnamevan heman demê de saziyên çapemeniyê jî tên hedefgitin, berya niha êrîş li ser navenda Medya Haber û Stêrk TV jî hatin kirin. Gelek caran hewildan hatin kirin da ku qanalên kurdî bidin girtin. Êrîşên li ser çapemeniyê  dîlgirtina rastiyê ye.”

‘Cîhan bêdenge’

Zinar Her çiqas hindek bûyer û kêlî ji bo me bi êş bin jî her Şahadet û  girtinê rojnamevanan ji bo me  dibe cihê cesaret  û hêzekî pir xurt ku li ser şopa rêhevalên xwe bimeşin û  bi  pênûs û kamereyên wan rastiyê ji civakê re radigîhînin û wiha anî ziman” Em çiqas berdêlên giran jî bidin em nahêlin kêliyên heqîqetê bên veşartin. Li Bakûrê kurdistanê jî dema ku rojnamevanek tê girtin hevalên wî kêliyên girtina wî dikêşînin û ji raya giştî re parve dike. Dewleta Tirk çiqas hewil bide êrîş bike jî wê tucar nekaribe dengê heqîqetê û rastiya heyî ji holê rake. Rûxmê ku êrîşên li ser rojnamevanan li ber çavê cîhanê  tên meşandin jî lê heta niha bêdengiyekî heye, bêdengiya hêzên navnetewî tê wateya ku em dibînin lê em çavê xwe digrin û biwan re hevkarin. Em wek gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û çapemeniya azad tenê bi hêza xwe bawerin bendewariya me ji netewên yekbûyî nîne ku bêje bese ji komkujî û girtinan re. Hêzên garantor yên ku di heremê de cîh digrin bi bêdengiya xwe hevkariya xwe ya bi dagirkeriyê re nîşan didin. ”

‘Rojnamevan eynika civakê ye’

Zinar di dawiyê de balkişand ser erka ku dikeve ser mile rojnamevanên cîhanê û wiha got” Rêya ku rêhevalên me yên ku li ser şopa heqîqetê hatine girtin  û şehîd xistin êmê bi pênûs û kamereya xwe  li ser rêya wan bimeşin û xwedî li doza wan derkevin ku em bêjin em îro laîqê wan derketine. Rojnamevan eynika civakê ye pêwîste em bizanibin ka civak çi ji me dixwaze.

 

 

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.