Rojnameya Ronahî

Nexweşxaneya Gel a bajarê Amûdê

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Nexweşxaneya Gel a bajarê Amûdê ku di sala 2014’an de ji bo xizmeta gel deriyê xwe vekir, di warê tendirustiyê de kar û xebateke berbiçav dide meşandin û gel ji her devrê serdana wê dikin.

Nexweşxaneya Gel a bajarê Amûdê ji binrax û sê qatan pêk tê; di binraxê de cihê zayîna xwezayî û tîrêjyariyê ye. Qata yekem ji dermanxane, pêşwazî, rêbveberî, jimarvanî, teqîgeh û Odeya destwerana lezgîn pêk tê. Qata duyem ji odeyeyên nexweşan û cihê emeliyata pêk tê, qata sêyem jî taybet beşê zarokaye. Her wiha du erebeyên ambolansê yên nexweşxaneyê jî hene.

Di derbarê nexweşxaneya bajarê Amûdê de rêveberê nexweşxaneyê Abdullah Ehmed, rêveberê bijîşkan Mihemed Selîm û nexweşa bi navê Şemsa Ehmed ji Rojnameya me re axivî.

Rêveberê nexweşxaneyê Abdulah Ehmed diyar kir ku 28 bijîşk di beşên cûda de li nexweşxaneyê hene û wiha got: “Ji bo rewşên awarte ji her beşekî rojane bijîşkek bi şev û roj li nexweşxeneyê dimîne. Herwiha 28 xebatkarên tenduristiyê jî hene. Bi giştî  ji sedî 80 kar baş tê meşandin. Di vê nexweşxaneyê de amûra oksijînê jî heye, ji nû ve ev amûr gihişt destê me, ji herderê gelên ku pêwîstiya wan bi vî alavî heye tên nexweşxaneyê. Di heman demê de alavên ku li cem me hene hemû kevin bûne pêwîstiya me bi hin alavên nû hene. Astengiyên ku em dibînin di  alavên tîrîjiyayî de ye, ji bwer ku ya li cem me ev du meh ji kar derketine, ji ber vê yekê nexweşên me neçar dibin berê xwe bidin nexweşxaneyên ji deveyî bajêr. Herwiha dermanên ku ji me re tên qaseya wan kêm. Her civîn em daxwaza guhertin û çêkirina amûran dikin lê derfet nînin ku ev yek pêk were.  Daxwaza me û ya gel ew e ku bijîşkekî gurçikan li nexweşxaneyê bê teyînkirin. Herwiha pêwîstiya me bi amûra çavan, guh û poz jî heye, bijîşik hene lê amûr nînin.”

Beşên nexweşxaneyê

Rêveberê bijîşikan Mihemed Selîm jî derbarê beşên nexweşxaneyê de wiha got: “Beşê yekem yê rewşa lezgîn e ku bi şev û roj vekiriye. Beşê duyem yê zarokaye ev beş ji bo zarokên ku rehetî ji wan re pêwîste, di heman demê de beşê zarokên nû ji dayîkbûyîn û hewceyî guhdanêne (Hewadin), dayîngeh li cem me hene. Bi giştî hijmara textên di nexweşxanê de 20 textin. Li binraxê  beşê zayîna xwezayî ye ev beş bi şev û roj vekiriye bê rawestandin, dapîrk bi vî karî radibin, lê heger pêwîstî hebê bijîşik tên. Herwiha emeliyatê ku em rojana çêdikin dighêjin 10 emelyatî. Amûrên tenduristiyê yên ku li cem me hene wek; Amûra kişandina wêneyên cihên şikestî di laş de, amûra îko, amûra çixêzkirina dil û amûra oksijînê jî heye, lê ji bo vê amûrê em astengiyan dibînin, ji ber ku tenê li ser elekitrîkê em dikarin bikar bînin.

Astengî û kêmasiyên nexweşxaneyê

Selîm axaftinên xwe berdewam kir û wiha got: “Astengiyên ku derdikevin pêşiya me ji aliyê cih û piçûkbûna wê ve ye. Ji ber ku ev nexweşxane ya taybet bû, dema bû ya gel hinek astengî derketin. Herwiha ji bo piçûkbûna nexweşxaneyê biryar derketiye ku bi her nexweşekî re kesek tenê dikare derbasî hundirê odeyan bibe. Ji ber ku cih nîne kesên ku pêre hatin bikaribin rûnin, di encama vê yekê de qerebalix di hundirê nexweşxanê de zêde dibe. Herwiha ji bo tengbûna rê me hin textên xwe li korîdorê danîne da ku em nexweşan mûayene bikin. Em hemû hewildanên xwe dikin ku pêwîstiyên gel pêk bînin da ku hewcedarî nexweşxaneyên ji derveyî bajar nebin. Ji ber ku ew nexweşxane jî hemû yê taybetin û nexweşxaneyên gel nînin. Herwiha nexweşên ku tên ne tenê ji bajarê Amûdê ne, lê ji Tirbespî, Tilhemîs, Şedadê û Dêrazorê jî tên. Li gor rewş û piçûkbûna nexweşxaneyê tu kêmaniyên me nînin.  Lê em wek nexweşxaneya navendî tê hesibandin ji ber vê yekê barê me gelek girane.”

Kêmbûna derman li nexweşxaneyê

Mihemed Selîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dema berê gelek rêxistinên mirovî destek didan me û di aliyê derman de pêwîstiyên me pêk tanîn. Lê niha kes destekê nadê gelek pêwîstiya me bi derman heye, ji ber vê yekê gel neçar dibe dermanê xwe jiderveyî nexweşxaneyê bikire. Di heman demê de pêwîstiya me bi hewşek fireh heye da ku erebeyên ambulansê bi awayekî hêsan bikaribe bighin deriyê nexweşxaneyê. Hêviya me ew e ku nexweşxaneyeke navendî were avakirin da ku zexta ku li ser vê nexweşxaneyê çêdibe sivik bibe û kêmaniyên ku li vir hene li wir tunebin.”

Bijîşik bi hemû awayan guh didin nexweşan

Nexweşa binavê Şemsa Ehmed da xuyanîkirin ku sedema nexweşiya şeker herdu çavên wê kor bûne û ji ber nexweşiya celtayê ev sê roj in ew di nexweşxaneya gel a bajarê Amûdê de ye û wiha got: ” Tevî ku ev nexweşxaneyeke piçûke jî lê bijîşik bi hemû awayî hewil didin ku guh bidin nexweşên xwe û bi wan re bibin alîkar. Herwiha di nav bera bijîşik û nexweş de rehetî û aramiyek heye.”