Rojnameya Ronahî

Armanca Dewleta Tirk têkbirin Deskeftîyên Gelê Kurdistanê ye

Argêş Gewda/Qamişlo

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Salih Mislim diyar kir  ku armanc ji êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser herêmê, têkbirina aramî û hevgirtina gelên herêmê ye.

Hevserokê PYD Salih Muslim li derheqê êrîşên dagirkerîya Tirk yên  li ser her çar parçên Kurdistanê bersiva pirsên rojnemayema me da, hevpeyvîn wiha bu:

– Hûn êrîşên dagirkeriya Tirk yên li ser deskeftiyên gelê kurd çawa dinirxînin?

Êrişên dagirkerên Tirk yên li ser herêmê konsepteke kevnar e. Ev konsepte sala 2016’an xistin merîyetê. Li her çar parçeyên Kurdistanê bi şêwazekî hemwext êrişan pêk tînin. Ev şere tunekirina gelê Kurdistanê ye û deskeftiyan armanç digire. Di ragihandina xwe ya şerê taybet de jî hertim êrişên xwe dikin rojev. Bi dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê re jî, dagirkeriyê êrîşên xwe yên hovane yên li ser heremê domandin. Li hemberî wan êrîşan gelê Kurd yên her çar parçeyan dijîn her dem di  nav berxwedanîyêkê dibûn. Li Başûrê Kurdistanê  ev demeke dirêje alozî, şer û êriş diqewime. Li Bakûrê Kurdistanê jî di her aliyekî de şerê taybet ser gelê me tê meşandin. Pewîste gelê me hemberî wan êrîşan bi baldar tevbigere û xwe rêxistin bike. Dema dewleta Tirk ya dagirker wan êrîşan pêk tîne destûra dewletên navnetewî sitandiye. Dema mijar dibe Kurd û Kurdistan cîhan giştî dibe yêk û piştgrî didin hev.  Ev şerê qirêj bi pêşengîya NATO tê meşandin.  Pêwîste hemberî vê dijminahîyê em kesên demokrat, dostên gelê Kurd û rêxistin û komaleyên azadîxwaz re peywendiyan pêş bixin û ji bo deng bidin wê bê hiquqî yê. Ev jenosîd û qirkirina anîne li serê gelê Ermen û Suryan,  heman demê de hewl didin ku gelê Kurd û Kurdistanê bi giştî qir bikin.

 -Li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk, pêwîste çi li ser asta Bakur û Rojhilata Sûriyê, Kurdistan û tevahiya cîhanê bê kirin?

Ev êrişên niha li ser gelê me tê meşandin,  dîsa yê ku bersiva van êrişan dide ge bi xwe ye.  Ji bona wê jî bersiva  herî girîng şerê gelê şoreşgerî ye. Armanca dijmin valakirina gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Surîyê ne. Pêwîste gelê me ji axa xwe dernekeve. Dagirkeriya Tirk ji bona demografiye erdnigariya herêmê biguherin serî her cure kiryaran didin. Efrîn û Serêkanî jî mînaka wê kiryarê ye. Li hemberî wê jî berxwedaniya gelê herêmê LI ber çavan e. Li hemberî  gel tevahiya kiryarên dijmirovî tên kirin, lê  gelê me berxwedanê didomîne, welatê xwe ne terikandin. Pêwîste piştê niha jî wisa be. Em ê bi ramanên Rêber Apo saziyên xwe bi hêzên û deskeftiyên xwe  biparêzin  û em ê nehêlin dagirker axa me dagir bikin.

Ji bo Parastina Deskeftiyên gel li Bakur û Rojhilatê Suriyê di çarçoveya parastina civakî de, pêwîste Şerê Gelê Şoreşgerî çawa were meşandin?

Deskeftiyên niha di destên me de ne, me bi darê zorê ji ti kesî nesitendiye, ev mafên me yê xwezayî bûn me destgirtin, Mînaka wê jî bi zimanê dayikê perwerde, avakirina saziyên kar û xebatên şoreşê ev hemû mafê gel bûn dîsa me bi destxistin. Erka me hemûyane ewe ku em xwedî wan mafên  xwe derbikevin û biparêzin. Şerê gelê şoreşgerî wê erkê dide pêşiya me hemûyan. Saziyên me pêwiste kar û xebatên xwe bi şêwazeke rêk û pêk,  pêk bîne. Yanî bi kurtasî tenê rêya gelê Kurd berxwedanî ye. Dijmin ti rê pêşîya me nehiştine. Pêwîste gelê me giştî kîjan saziyên Rêveberîya Xweser de kar bikin karê xwe baş bikin.

Li hemberî bêdengiya navneteweyî bangawaziya we çi ye?

Bangawaziya min ji bo  gelê me yê welatparêz û heja em bizanin ku xwediyê vê axê emin. Pêwêste em xwedî li rêveberiya xwe û zarokên xwe derbikevin. Em dijminê xwe baş nasbikin. Armanca dewleta Tirk ya dagirker hevgirtina herêmê xêrab bike. Pêwîste gelê me baldar nêzî vê mijarê bibe. Em yêkîtiyekê bidin avakirin. Em rê nedin dijminê dagirker ku aramiya navberê gelê Kurd û yê herêmê jîyan dikin de xêrab bike. Pêwîste em têkiliyên xwe yên saziyên navnetewî û dostên gelê Kurd xurt bikin. Ev jî dikeve ser mile saziyên me yên diplomasî yê û têkiliyên derve di meşînin. Heya niha kar û xebatên girîng jî meşiya ye, heya astekê. Dibe em xurtir jî bikin û em xwe gelê cihanê giştî bidin naskirin û pejirandin.