Rojnameya Ronahî

Helbesta Kurdî

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Helbestvana kurd Diyala Elî diyar kir ku piştî şoreşa 19`ê Tîrmehê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahî qadên jiyanê de gelek guhertin çêbûn, wêjeya kurdî û bi taybet helbesta kurdî jî cihê xwe di nava van guhertinan de girt û pêş ket.

Wêje bi taybet helbest bandor û roleke wê ya giring heye di naskirina gelekî de, helbest çîrok û dîroka gelekî dibêje, ew mîrateya ku parastina nasnameya gel dike, li vir em behsa wêjeya kurdî û bi taybet helbesta kurdî dikin, gelê kurd ji hezarê salan ve di gelek qûnaxên zor û zehmet, komkujî her wiha li hemberî asîmîlasyonê û li ber tunebûnê derbas bûn lê bi saya helbestan û wêjeya kurdî ya kevin ev mîrate an em bêjin nasnameya kurdî hate parastin û gihaşt ber destê me.

Derbarê vê mijarê de helbestvan Diyala Elî ji rojnameya me re axivî.   

Diyala Elî derbarê asta wêjeyê û bi taybet helbesta kurdî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha nirxand:” Wêjeya kurdî bi taybet jî helbesta kurdî di van demên dawî de pir guhertin û pêşketin tê de çêbû, berovajî demên berê ku li ber tunebûnê diçû ji ber qedexekirina zimanê kurdî çi di nivîsandinê an xwendinê de, lê piştî şoreşa 19`ê tîrmehê şoreşa projeya Netewa Demokratîk pir guhertin çêbûn, êdî dibistan, peymangeh û zanîngehên bi zimanê kurdî hatin avakirin, nifşên nû tevlî van dibistanan bûn û bi kurdî xwendin û nivîsandin, wêjeya kurdî nas kirin di nav de jî helbest ku xwedî roleke mezin e di jiyana mirovahiyê de, helbesta kurdî di van guherînan de cihê xwe girt û derbasî jiyana civakê bû, hest û ramanên civaka kurdî bi hêsanî hate danîn”.

Diyala Elî derbarê rola helbesta kurdî di parastina çand û zimanê kurdî de wiha anî ser ziman:” Helbesta kurdî weke hemû cûreyên wêjeya kurdî para wê di parastin û vejandina ziman û wêjeya kurdî de heye, di dirêjahiya dîrokê de heta roja me ya îro dema em li qûnaxa kilasîkî dinêrin em helbestvan û nivîskarên mîna Ehmedê Xanê, Melayê Cizîrê û Feqiyê Teyran û bi dehan ji van kesayetan ku bi helbestên xwe hiştin ku ev mîrateya kurdî li ser xwe bimîne û kesayeta kurdî were diyar kirin, bihzêbûna wê bê nîşandan, hest û ramanê wê were derbirînkirin û xuyanîkirin, helbesta kurdî hişt ku zimanê kurdî bi pêş bikeve bi riya nivîsandinê û derbirînê, helbest ya herî serwer bû hişt ku ziman û çanda kurdî di her qûnaxekê de de xwedî serxwebûnek be, êdî kesayeta kurdî zêdetir hate ava kirin û asoyên wê bêtir berfireh bû.”

Diyala Elî ji bo girêdana jin û helbestê bi hev re wiha got: “Gava em behsa helbestê dikin hest tên bîra mirov, hest jî girêdaneke wê bi jinê re heye, mirova herî xwedî hest li ser asta mirovahiyê bi tevahî ew kesayet jin e, helbet wê cudahî û hevrûkirineke wisa di navbera jinê û helbestê de hebe, jin kesayetek ku civak xwe derdora wê kom dike, bi ramanê azad ên jinan civak tê perwerdekirin, jin bîrdanka civak û miletane dikare rastiya heyî weke xwe bide diyar kirin û şîrove kirin, ez di wê baweriyê de me ku jin bi cîger û helwesteke rast dikare guherînê di nava civakê de pêk bîne û ji hêla helbestê ve jî kare di heman erkê de rabe, bi cegerdariya kesên helbestvan bi hest û nêrînên wê civak ber bi guherînê ve biçe.”

Ji bo pêşxistina wêjeya kurdî û bi taybet helbesta kurdî Diyala Elî wiha diyar kir: “Da ku wêjeya kurdî bi taybet helbest bê pêşxistin li rojavayê kurdistanê gava yekemîn hewcdariya me bi perwerdeyekê heye, ne tenê di hundirê dibistanan de, an peymangeh û zanîngehan de, lê perwerdeyeke rasteqînî li ser hîn û bingehê kurdetiyê di nava malbatê de bê avakirin, dê û bav zarokên xwe fêrî wêjeya kurdî bikin, tevahî beşên wê bi çîrok û helbestan her wiha serwextî çand û hunera kurdî bikin, girêdayî vê xalê divê ku pêşengeh an çapxaneyên kurdî bên ava kirin da ku berhemên helbestê yên kurdî bên belav kirin û nas kirin, ji bo her kes karibe van berheman bixwîne û bala wan bikşînin, her wiha ciwan bên teşwîqkirin da ku fêrî nivîsandina helbestan bibin û pêşbirk bên li dar xistin.”

Di dawî de Diyala Elî wiha got: ” Teknolojik roleke wê ya giring heye di jiyana mirovahiyê de, divê em vê yekê bi awayekê guncaw bi kar bînin da ku têkeve xizmeta wêjeya kurdî bi giştî û di warê helbestê bi taybet de jî mîna( dîwanên pdf, pirtûkxaneyên dîjîtal bên çêkirin).