Rojnameya Ronahî

‘Konferans gaveke giring ji bo guhertin û veguhertinê ye’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Rêveberiya Ofîsa Jinên Ciwan ya Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Nadya Yûsif diyar kir ku Konferansa Jinên Ciwan bû gavek girîng  ji bo pêşxistina xebatên wan û wê guhertin û veguhertinên pir mezin bide avakirin.

Di 6`ê Gulanê de yekemîn Konferansa ‘Pêşengiya Jinên Ciwan di Şoreşa Jinê de’ ya ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve li bajarê Qamişlo di bin dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî Ber bi Şoreşa Jinê ve” hatibû lidarxistin, Konfrans bi xwendina encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de hatibû diyarkirin ku di konferansê de, 150 delegeyên ji hemû pêkhateyên Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê yên ku lêgerîna wan a alternatîfa dijî sîstema kapîtalîst hebû, tevlî bibûn.

Derbarê Konferansa Jinên Ciwan ku li bajarê Qamişlo hatibû lidarixtin, rêveberiya Ofîsa Jinên Ciwan ya  Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Nadya Yûsif ji rojnameya me re axivî.

Nadya Yûsif diyar kir ku Konfransa Jinên Ciwan li ser du bendên bingehîn hatibû birêxistin kirin û wiha got: “Bendên ku di Konfranê Jinên Ciwan de nîqaş li ser hatibûn kirin, Neteweya Demokratîk û girîngiya Neteweya Demokratîk, ya din jî Rola Jinên Ciwan di avakirina Konfedralîzma Demokratîk de. Herwiha xalên bingehîn yê ku di Konfansê de hatibûn giftugokirin ew bû ku 12`e sal li ser şoreşa Rojava hatiye derbaskirin û di van 12`e salan de, rolekek pir girîng ya jinên ciwan hatiye lîstin. Ev şoreş jî bi pêşengtiya jinên ciwan heta îro li ser lingan maye. Lê xala girîng ew e ku jinên ciwan ji niha û şonde çawa bikaribin Konfedralîzma Netewa Demokratîk ango xwesertiya xwe di projeya Neteweya Demokratîk de bidin avakirin, lewra Konfrans xwedî girîngiyek dîrokî bû, bi taybet ji bû jinên ciwan.”

‘Perwerde di xebatên jinên ciwan de bingehe’

Nadya di berdewamiya axaftina xwe de da eşkerekirin ku di Konferansê de girîngiya perwerdê di xebatên jinên ciwan de hat bingehgirtin û wiha axivî:” Nîqaşên ku me di Konferansê de giftugobêj kirinbûn, di destpêkê de aliyê zanebûn û hêşyarîkirina jinên ciwan bû ku çawa jinên ciwan xwe birêxistin bikin, di heman demê de balkişandina herî zêde di konfansê li ser perwerdekirinê, bi taybet perwerdekirina jinên ciwan ku Rêber Apo jî girîngî daye vê yekê, hat kirin. Herwiha zanebûyîna jinên ciwan, avakirina kesayeteke azad, girîngiya perwerdê di xebatên jinên ciwan de, bên bingehgirtin. Ji xwe ev Konfrans bû gavek ji bo xebatên me û wê guhertin û veguhertinên pir mezin bide avakirin.”

 ‘Wê di demeke nêz de Kongreya me bê lidarxistin’

Rêveberiya Ofîsa Jinên Ciwan ya Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Nadya Yûsif axaftina xwe wiha qedand:”Konferans ji bo jinên ciwan gavek bû, da ku bingehekê di xebat û rêxistinên xwe de bidin avakirin, ji ber ku em ê di meha pêşiya xwe de Kongreya xwe li dar bixin. Ji xwe Konfransa me jî bi encnameyekê bi dawî bû, ya herî girîng ew bû ku nirxandinekî giştî ji hemû ol û pêkhateyan pê hat, herwiha jinê ciwan yên derveyî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna Ewropayê jî beşdarî vê Konferansê bûn û pêştgirî û nerînên xwe di derbarê konferansê de dan. Ji xwe di demek nêz de Kongreya Jinên Ciwan bê lidarxistin û wê ji nû ve heykela xebata xwe ava bike, ev yek jî bi yekîtiya jinên hemû pêkhateyan nûkirinê ji xebatên xwe re bikin û gavên pir mezin di kongrê de bên avêtin. ”

Encamayeya dawî ya Konferansê wiha hatibû rêzkirin:

Nirx û hêza herî bi wate ya ji bo azadiya jinê ji aliyê Rêber Apo ve hatiye dayîn. Di vê bingehê de perspektîf û nexşerêya şoreşa jinê diyar kiriye. Bi nêrîna estetîk ji fikir heya xwe parastina aktîf (arteşbûna jin) û ji beden heta xwe rêxistinkirinê, bingehek da avakirin. Li ser vî esasî tişta ku divê jinên ciwan ji bo xwe bikin têkoşîna azadiyê ye. Qibleya azadiyê jî azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Di vê çerçoveyê de ev biryar hatine girtin:

Ji bo Rêber Apo

1- Di bingeha hemû xebat û fikirandinên xwe de azadiya fizîkî ya Rêber Apo bingeh bê girtin.

2- Di bin dirûşmeya kampanyaya ‘Jin Jiyan Azadî  Serbixe Azadî’ de ji Sûriye heta Rojhilata Navîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo eniyeke berfireh were rêxistinkirin.

3- Nexşeyên derbarê werzîşê de: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo avakirina civakek bi tendurist, exlaqî û polîtîk a li ser bingeha têkoşîna li dijî tiryakê ya werzîşê û kûrkirina pergala xerîdar, li Rojava li ser asta Rojhilata Navîn pêşbaziyek werzîşê organîzekirin.

Ji bo têkoşîn û avakirina pargala jinên ciwan

Jinên ciwan ji bo pêşdebirin û serxistina şoreşa jinê, 5 rêgezên birdozîya azadiya jinê ji xwere bingeh digirin. Di vê bingehê de nexşerêya xebatên xwe dide diyar kirin:

  1. Jinên ciwan di avakirina sîstema konfederalîzma jinan de rola pêşeng û bi bandor dilîzin.

2- Ji bo avakirina konfederasyona jinên ciwan ya Sûriyeyê xebatên pêwîst dide meşandin.

Peyama ji bo jinên kenya

Piştî xwendina encamnameyê nameyek ku li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo jinên ciwan ên Kenyayê hatiye nivîsandin jî hat xwendin.