Dîlan Mulhim\Qamişlo
Helbestvanê Kurd Seydayê Keleş xwediyê rêwîtiyeke dirêj a helbestên Kurdî bû, û yek ji stûnên hunera resen li Rojavayê Kurdistanê bû. Ji berhemên wî yên guranbuha; “Em û Dijmin, Rêka Gel, Derdê Millet, Ronahî, Xebat, Gotinên Pêşiyan, Helebçe,Berbang, Baxistan û Bîranînên Min.”
Gelê kurd bi kevneşopî, çand, exlaq û kurdewariya xwe navdarin. Ev gel bi hezarên salan e bi riya hunera xwe hebûna xwe parastin. Herwiha di nava vî gelî de gelek helbestvên hêja û welatparêz derketin pêş. Yek ji van helbestvanan ku navê xwe di dîroka gelê kurd de bi tîpên zêrîn nivîsand Seydayê Keleş bû.
Kurtejiyana Seydayê Keleş
Helbestvanê Kurd Mele Hisênê Bizgûrî ‘Seydayê Keleş’ di sala 1930’ î de li gundê Bizgûrê yê girêdayî Mêrdînê ji dayîk bûye. Dema Seydayê keleş şeş salî bû dayîk û bavê wî diçin li ser dilovaniya xwedê, lê ji ber hezariyê berê xwe dide bajarê Qamişlo. Li Qamişlo di temenê 10’ salî de dest bi xwendina olî dike, herwiha di sala 1945’an de dest bi karê welatparêzî dike. Di heman demê de, têkiliyên wî bi rewşenbîrên wê demê re çêdibe weke Cegerxwîn, Qedrî Can, Mele Ehmedê Namî, Seydayê Tîrêj û bi wan re dest bi hûnandin û nivîsandina helbestan dike.
Keleş helbestên bi qafiye û klasîk dinivîsand. Jiyana wî ya dijwar bandor li ser naveroka helbestên wî dikir, wî li ser zehmetî û êşa xwe û miletê xwe dinivîsand. Di heman demê de helbestên bedew diafirand. Keleş dibêje: “Gotinên helbestên min sivik in. Seydayê Cegerxwîn qewîtî li min kiribû ez helbesta ku her kes jê fêm bike û bikare bixwîne, binivîsim.”
Wek piraniya helbestvanên Kurd, Seydayê Keleş jî zaroktiyeke dijwar derbas kir, derdê sêwîtî û bêkesiyê kişand. Herwiha ew bi xwe li ser vê yekê dibêje: “Ez sêwî mam û kesekî min nebû. Hin merivên me hebûn guh nedan min. Sê sal qediyan ez dîsa li ber dîwaran mam, wê demê ez hinekî mezin bûbûm û min dest bi kar kir. Ez bûm şivanê gundiyan. Min du bira û xweşikek hebû, lewma barê min di zaroktiya min de giran bû.”
Seydayê Keleş bi alîkariya helbestvanê Kurd Cegerxwîn, da ser riya hûnandina helbestên klasîk bi naveroka nûjen. Keleş wiha li ser helbestên xwe dibêje: “Gotinên helbestên min sivik in. Helbestvan berê miletan didin zanînê. Herwiha dibe aşiqê yara xwe, welatê û gelê xwe.
Seydayê Keleş piştî nexweşiyeke dirêj, di 18’ Pûşpera 2007’an de li bajarê Qamişlo çû li ser dilovaniya xwedê.
Berhemên Seyîdayê Keleş
Tevî vê jiyana zehmet û hejariyê jî, Seydayê Keleş hin dîwanên giranbuha li pey xwe hîştin. Herwiha Seydayê Keleş xwedî 8 dîwanên helbestan e. Wî di çapemeniya Kurdî de, komek ji meqalên wêjeyî nivîsandine.
Berhemên wî ev in: Em û Dijmin, Rêka Gel, Derdê Millet, Ronahî, Xebat, Gotinên Pêşiyan, Helebçe,Berbang, Baxistan û Bîranînên Min.
Seydayê Keleş di nava helbestvanên Başûr û Rojavayê Kurdistanê de yek ji helbestvanê naskirî bû. Seydayê Keleş ji ber keda wî di warê xizmeta helbest û peyva Kurdî de, di 19’ ê Kanûna sala 2002’an de, Xelata Seydayê Cegerxwîn a yekemîn wergirt. Sala 2001’ê jî, Keleş xelata Mehrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê ya Nehemîn wergirt. Herwiha Seydayê Keleş di nava siyaseta Kurdî de çalak bû. Ew endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Paşverû ya Kurd li Sûriyê bû.