Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Mekanîzma belavkirina mazota germkirinê ji bo demsala zivistanî ya sala 2025 û 2026’an ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Encûmenca cîbcîkar û Rêveberiya Giştî ya Petrol û Sotemenî bi gelemperî hat ragihandin.

Ji bo demsala zivistanî ya sala 2025 û 2026’an mekanîzma belavkirina mazota germkirinê ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demoratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Encûmenca cîbcîkar û Rêveberiya Giştî ya Petrol û Sotemenî bi gelemperî hat ragihandin.

Gelemperî wiha bû:

1-Bihayê mazota germkirinê ya taybet a ji bo malbatan, cihên îbadetê û dibistanan tê veqetandin. Li ser her litreyekê 1000 lîreyên Sûrî ye, herwiha 50 lîreyên Sûrî li ser her litreyekê wekî qezenc ji bo stasyona mazotê ye, bi tevahî her lîtreyek dighêje hezar û 50 lîreyên Sûrî.

2-Bihayê mazota germkirinê ya taybet a ku ji saziyên sivîl û leşkerî re tê veqetandin 3 hezar lîreyên Sûrî ye, herwiha 50 lîreyên Sûrî li ser her litreyekê wekî qezenc ji bo stasyona mazotê ye, bi tevahî her lîtreyek dighêje 3 hezar û 50 lîreyên Sûrî.

3- Ji bo aktîvkirina her kerteke malê 5 hezar lîreyên Sûrî hatiya diyarkirin.

4- Ji bo veguhestina mazotê li ser her litreyekê 50 lîreyên Sûrî ye, herwiha welatî azadin ji bo awayê veguhestinê.

5- Ji bo her malbatekê 300 litre mazot hatiye diyarkirin, ew jî bi buhaya 315000 lîreyên Sûrî.

6- Ji bo sazî û cihên îbadetê wiha hate diyarkirin;

– Cihên îbadetê; her sobakê 100 lître mazot hate diyarkirin, ew jî piştî keşifkirina hejamara sobeyên di hundirê cihê îbadetê wê mazot bê belavkirin.

-Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê; her odeyek mîna rêveberî, ref û odeya parastinê wê 100 lîter ji bo wan bê dayîn.

– Saziyên sivîl û leşkerî; her sobeyek 200 lître mazot wê bê diyarkirin ew jî li gorî lîsteyeke îmzekirî ji aliyê sazî an aliyê ku sûd bigre ji metryala mazotê.

7- Makanîzmeya çapkirina kartên germkirinê li gorî daxwazên rêveberiyên sotemeniyê yên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:

– Rêveberiya Sotemeniyê li Kantona Cizîrê: Hemû kartên germkirinê yên sala bûrî tên rawestandin û ji hêla çavdêran  bên aktîvkirin, ji bilî Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Hesekê ku wê çapkiriha kartên wê ji nû ve bên çêkirin ji aliyê komîteyê ve.

– Rêveberiya Sotemeniyê li Kantona Dêra Zorê û Reqa: Kartên germkirinê ji nû ve bêne çapkirin ew jî li gorî arşîfa sala bûrî ku koda wê were guhertin.

– Rêveberiya Sotemeniyê li Kantona Firat, Tebqa û Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê: Arşîfa wan a bûrî tê rawestandin û arşîveke nû tê çêkirin.

– Di kartên malan de guhertin hate kirin ku tê de hejmara ferdên malbatê bi navê hevjînê hate diyarkirin.

8- Çapkirin û aktîvkirina kartên germkirin ji bo demsala zivistanî ya sala 2025 û 2026’an di dîroka 10’ê Pûşberê dest pê dike û di dîroka 1’ê Çileya 2026’an bidawî dibe.

9- Dahatên aktîvkirina kartan ji bo Ofîsa Darayî di rêveberiyan de tê wergirtin û ne ji mafê tu rêveberiyekê ye ku li gorî xwe bixebitin, herwiha dahat ji bo Komîteyên Darayî di her rêveberiyekê de tê wergirtin li gorî şêweyê kar.

10- Avakirina komteyekê ji hêla her rêveberiyekê ji rêveberiyên sotemeniyê yên li kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hevkariya meclis û komînan ku karê wan belgekirin agahiyan ne mîna, nasnameya jin û mêr, defera malbatê, daxuyaniya malbatê ya ku ji hêla qeyda rewşa sivîl a Rêveberiya Xweser hatiye derxistin, serjmariya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herwiha bi karta sotemeniya malê ya hatiye dayîn, piştî belgekirina wê kart tê aktîvkirin û tê wergirtin.

11- Karmendên Rêveberiya sotemiyê bernameke taybet bikar tînin, da ku koda giştî ya li ser karta sotemeniyê bixwîne.

12- Belavkirina mazota zivistanî ya sala 2025 û 2026’an ji 15’ê Pûşbera 2025’an dest pê dike û di 1’ê Sibata 2026’an bidawî dibe.

13- Derbarê malbatên bê nasnameyek qeydkirî de, divê malbat serdana Komîteya tomarkirina rewşa sivîl a Wezareta Karên Hundir bike, da ku belgeyên pêwîst ji bo dayîna karta germkirinê werbigre.

14- Derbarê malbatên ku li derveyî herêmên Rêveberiya Xweser hatine tomarkirin, divê forma agahdariyê li gorî forma hejmar 8 a ku bi mekanîzmayê ve girêdayî ye, bi awayekî guncaw were dagirtin.

15- Kartên ku belgeyên wan ên kesane nehatine rastkirin an jî xwediyê wan piştî bidawîbûna dema diyarkirî ku 1’ê Çileya 2026’an serdana rêveberiya sotmeniyê ya têkildar nekiribe, dê bi awayekî mayînde werin betalkirin.

16- Di rewşa windabûna an zirara kartê de, xwediyê kartê dê 25 hezar lîreyê Sûrî ceza lê were birîn.

17- Eger kesek an saziyeke pêwendîdar kartek sexte derxîne, ew ê ji rayedarên pêwendîdar re werin şandin û hemû tedbîrên yasayî li dijî wan werin girtin.

18- Her binpêkirin an jî derbasbûna ji bendên mekanîzmeyê, berpirsyarê wê rêveberiyên sotemeniyê yên li Kantonan ne.

Ev biryarên li jor li gorî ku di gelemperî de hatibûn eşkerekirin, lê li gorî Rêveberiya Sotemeniyê li Kantona Cizîrê hate eşkerekirin ku wekî di gelemperî de hatibû gotin her litreyek bi hezar lîreyî Sûrî ye, herwiha 50 lîreyên Sûrî li ser her litreyekê wekî qezenc ji bo stasyona mazotê û 50 lîre ji bo erebeyên veguhestinê (Sahrîcên matotê) ye ku sivîl her lîtreyeke mazotê, bi hezar û 100 lîreyî werbigirin.

Belavkirina mazotê li tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re hate dest pê kirin û dê di 1’ê Sibata 2026’an bidawî dibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.