Hêvî Keleş/ Qamişlo
Ji balkişandina ser êş û zehmetiyên koçberan li herçar aliyên cîhanê, her sal di 20’ê Pûşperê de Roja Koçberan a Cîhanî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê pîrozkirin.
Koçber pêwîstî bi hevgirtineke cîhanî û şiyana ji nû ve avakirina jiyana xwe bi awayekî ku rûmeta wan biparêze, hene. Çi ew ji zilm, şer, tundûtûjî, binpêkirinên mafên mirovan, an karesatên xwezayî direvin, kes naxwaze mal, debara xwe û her tiştê xwe li dû xwe bihêle. Rewşên bêhêvî yên li derveyî kontrola wan, mirovan dikin penaber, penaxwaz, an jî bêwelat.
Sedema Koçberiyê
Krîza koçberan ji ber çend sedeman çêdibe, di nav wan de şerê navxweyî, binpêkirinên mafên mirovan, şert û mercên jîngehê û guherîna avhewayê.
Gelek welatan di demên dawî de şer, pevçûn û şert û mercên xerab dîtine. Lewma ev bû sedema zêdebûna koçberan li herçar aliyên cîhanê ku bi armanca jiyaneka baştir bijîn koçber dibin, yan jî ji ber şer û pevçûnên di welatê wan de, tên koçberkirin bi dare zorê.
Di dawiya sala 2024”an de, hejmara mirovên ku hatine koçberkirin ku bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne li çaraliyê cîhanê wek 123.2 milyon hate texmînkirin, ji ber encama çewisandin, pevçûn, tundûtûjî, binpêkirinên mafên mirovan û bûyerên ku bi giranî aramiya giştî têk didin.
Du cûreyên koçberiyê hen ew jî ev in:
Koçberî: Koçberî ew e ku mirov bi qîm û riza xwe ji welatê xwe bar dike û cihekî din li welatekî din berdewamiya jiyana xwe dibîne, ango ew hildibijê re û tu zor ji çi alî ve bi taybet weke dewlet li ser tuneye. Sedemên koçberiyê, bi gelemperî girêdayî kesayet bi xwe ye lê hin caran jî girêdayî guhertinên di xwezayê de ne. Mîna rûdana lehî, erdhej, şewatên mezin, her wiha guhertinên siyasî di welatan de mîna şerên navxweyî, çewisandina li ser netew û kêmnetewan, metirsiya ji dîlgirtin û zindankirinê li jêr rejîmên ne demokrat. Her wiha ji ber rewşa aborî ya xerab di welatan de mirov ji bo başkirina rewşa xwe ya aborî koçber dike. Lê tiştê ku van sedeman bi giştî bi hev ve girê dide ew e ku koçberî bêtirî xwe kesayetiye, ne bi darê zorê ye yan sîstematîk e.
Koçberkirin: Herdem bi darê zorê tê kirin û mirov neçarî koçberiyê dibe. Ango neçare û tu vîna wî/wê tê de tuneye, li ser ferz dibe, bêtir di derheqê netew, kêmnetew, mezheb û olan de tê kirin. Sedemên koçberkirinê ji yên koçberiyê cudane, mirov, gel, kêmnetew, mezheb, papendên olekê, neçar dibin ku ji deverên xwe bar bikin ne bi vîna xwe lê belê bi darê zorê û sîstematîk tê birêvebirin.
Mînakên wê jî pir in, ji wan jî ( koçberkirina Tirkiyeyê ji sedhezaran kurdan re ji Bakurê Kurdistanê ber bi wîlayetên hundirîn ve ku di dirêjahiya dîroka Tirkiyeyê de qewimîne weke di salên 90’î de zêdeyî 5 hezar gund li Bakurê Kurdistanê şewitandin û valakirin, ku gelê kurd neçarî berdana ji ax û milkên xwe kiriye û li derdora bajarên mezin yên Bakurê Kurdistanê bi cî bûne yan jî berê xwe dane Stenbol û Enqereyê. Her wiha dagirkirin û valakirina bajarên rojavayê Kurdistanê (Efrîn di 2018 û Girêspî û Serêkaniyê di 2019’an de) ango di koçberkirinê de vîna mirov, kom, netewan tê de tuneye û bi darê zorê û bi siyaseteke sîstematîk pêk tê.
Bandoriyên koçberiyê yên li ser civakê dane avakirin:
-Bi temenê biçûk de karkirina zarokan ya ji bo debara xwe û malbetê.
-Bê serûber karkirina zarokan ya di kar û barên giran de.
-piştî temenê şeşê û şûnde xwestina tevgerên zarokan ya wek mezinan, ji çardeh salî şûn de jî di karên pir giran û ne ewle de dayîne karkirin.
-Bi riya perwedeyên sîstemê pê dane jibîrkirin ya ziman û netewî.
-Di vê civaka ku hilweşayî de pêşxistina fihuş, tiryak û madeyên hişber
-şikandina jinê ya derûnî, fîzîkî û çandî
-di nava ciwanan de jiyanek bê xeyal, bê armanc û tarî.