Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
in NÛÇE
A A
‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Kombenda Efrîn a Civakî li Qamişlo qetilkirina ciwanê bi navê Cemîl Mustefa Şêxo li Efrîna dagirkirî bi guleyên çeteyên girêdayî dewleta Tirk şermezar kir.

Kombenda Efrîn a Civakî li navenda xwe ya bajarê Qamişlo bi daxuyaniykê sûcê qetilkirina ciwanekî bi navê Cemîl Mustefa Şêxo ji hêla çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî şermezar kir. Di daxuyaniyê de bi dehan ji koçberên Efrînê amadebûn.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Zarokê (16) salî yê bi navê Mistefa Cemîl Şêxo dema ku li gundê xwe Hec Hasno yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê nobedariya tabloyên enerjiya rojê dikir, ji aliyê komeke çekdar ve hat kuştin.”

‘Divê vekolîneke bi lez were vekirin’

Kombena Civakî ya Efrînê di daxuyniyê de tekez kir ku ew vê sûca hovane bi tundî şermezar dike û wiha berdewam kir: “Em ji hikûmeta veguhêz a Şamê û dezgeha ewlekariya giştî daxwaz dikin ku demildest destwerdanê bikin û vekolîneke bilez vekin, tewanbaran darizînin û cezayên bergiriyê di derheqê wan de pêk bînin, da ku dadmendî pêk were û cînayetên bi vî rengî neyên dûbarekirin.”

‘Ji bo bidawîkirina binpêkirina divê destwerdan bê kirin’

Di daxuyaniyê de bang li komîteya ewlehiya sivîl û desteya niştimanî ya dadweriya veguhêz hate kirin ku bi cidiyet bixebitin û wiha hate gotin: “Ji bo ku dabînkirina edaletê ji qurbaniyan re bê kirin, ziyana bûye were sererastkirin û divê komîteyên heqîqetê ji bo hesabpirsîna ji yên ku ev sûc di van salên dawî de li herêma Efrînê kirin e were avakirin. Em bang li rêxistinên mafên mirovan û komîteyên lêkolîna rastiyan ên Neteweyên Yekbûyî dikin ku bi awayekî demildest destwerdanê bikin, da ku dawî li binpêkirinên ku ev zêdetirî 7 sal in li ser şêniyên Efrînê tên kirin bînin û nebûna lêpirsîn û edaletê rawestînin.”

‘Giringiya meşandina sîstema Rêveberiya Xweser li Efrînê’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate tekez kirin li ser vegera koçberên Efrînê li gund û bajarê xwe û yên ku ji herêmên din ên Sûriyê hatine derkevin da ku şêniyên Efrînê karibin bi vegereke ewle maf û rûmeta xwe misoger bikin.

Di dawî de wiha hate gotin: “Li ser vê bingehê em daxwaz dikin ku hemû komên çekdar ên ku sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirina etnîkî li dijî şêniyên herêma Efrînê kirine, bên derxistin. Em tekezî li ser girîngiya meşandina Rêveberiya Xweser li herêma Efrînê ji aliyê gelê wê ve dikin ku bi hemû derfetên ewlekarî û cîbicîkariyê be, da ku bihêzkirina aramiya xwecihî were kirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.