Thursday, June 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
in ROJEV
A A
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

ANF Images

Share on FacebookShare on Twitter

Serdar Sitar

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîl, wekî du hêzan cîwî, her tim bi hev re planên xwe bi rêve dibin. Ango, DYA ti planekê pêk nayne heya ku Îsraîl tevlî nebe an jî di berjewendiya Îsraîlê de nebe. Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, cîhanê bi giştî û Rojhilata Navîn bi taybetî deriyên xwe vekirin. Lê astengî li pêşiya wê tevahî neqediyan: Ew jî rejîma Baasê ya Iraqê û Komara Îslamî ya Îranê bûn. Her çend hikûmeta Sûriyeyê di bin serokatiya Hafiz Esed de hewl da ku bi DYA re li hev bike jî, lê di bin serokatiya Beşar Esed de, ew bêtir xwe ji Rûsya û Îranê beralîkir, ji ber vê yekê sûcê kuştina Refîq Herîrî û gefên li ser berjewendiyên Îsraîlê ketin ser wî.

Piştî sala 2003’an, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bêtir li Rojhilata Navîn bi cih bû. Her çiqa Tirkiyeyê red kir ku rejîma Sedam hilweşîne jî, Îranê lihevkirinek bêtir bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re pêş xist. Ji ber ku alîgirên Îranê gihîştin lûtkeya desthilatdariya Iraqê, ji ber vê yekê lihevkirinek nerasterast di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de hat kirin.

Li gel Tirkiyeyê, Suniyên Iraqê jî desthilatdarî boykot kirin, evjî wisa kir ku PDKya Iraqê, Suniyan û Tirkiyeyê bandora wan pasîf be. Ji ber vê yekê DYA û Şîeyan ji bo serokkomarê Iraqê hewceyî kesayetiya weke JelalTalabanî bûn.

dijrabûna Sunnîyan bi rêya Erebistana Siûdî, Qeter, Îmarat ji aliyekî ve û Tirkiye û PDK ji aliyê din ve, komên tundrew û radîkal berdan ser  artêşa Amerîkî, saziyên şîe û Kurdî. Heya gihişta asta ku Qesra Spî di serdema Barack Huseyîn Obama de biryar da ku leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne. Ji aliyekî ve, vê yekê destê Tirkiyeyê pirtir vekir, Di heman demê de, Sunniyên tundrew bêtir xwe dispêrin hêzên xwe ya malê. Di encamê de, komên propagandayê yên wekî Pasvanên Komarî, fedayên Sedam, Baasiyên berê yên bi serokatiya Îzet Dûrî, Raxd Sedam, Mesûd Barzanî û kadroyên El Qaîdeyê bi agahdariya Amerîka û Îsraîlê kongreya damezrandinê ya yekem bo Daîş li paytexta Urdunê li dar xistin.

Tevî piştgiriya xwe ya herêmî, DAIŞ nekarî Kurd û Şîeyan têk bibe. Piştî ku DYA dît ku DAIŞ li Kobanê têk çûye, neçar ma ku hêzên xwe vekişîne û di navbera xwe û DAIŞ û Cebhet El-Nusra de sînorekê deyne. Bi giranî çalakî û piştgiriya xwe ji bo komên tundûtûj ên Îxwanan bi rêya Tirkiye û Qeterê pêk anî. Têkçûna DAIŞ li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê şervanan ve, plana Îsraîl-Amerîka têk bir, ji ber vê yekê wan rê li ber Tirkiyeyê vekir ku Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê dagir bike, ji aliyekî din ve, li Rojava bêtir  xwe belav kirin, qaşo piştgiriyê dide şervanan di şerê li dijî DAIŞ’ê de.

Îran di şerê li dijî DAIŞ’ê de lawaz nebû, ji aliyekî ve Heşd Şabî wekî modelekê, weke  Muhafizên Şoreşê (Supayi Pasdaran) ava kir, Hamas û Hizbullah xurt kir, bi alîkariya Rûsyayê Sûriyeya Baasî xist bin kontrola xwe û ji aliyekî dinve jî Hûsiyan berde ser Erebistana Siûdî û Îmaratê. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîl dixwestin bi êrîşên herêmî sînorekê ji bo Îranê deynin, bitaybetî vekişîna Amerîkayê ji peymana nukleerî, kuştina Qasim Silêmanî li Bexdayê û êrîşên navxweyî yên Îranê heta kuştina Îbrahîm Reîsî, lê van hemûyan bandorek mezin li ser lawazkirina Îranê li herêmê nekir.

Îran û hevalbendên wê dixwestin Îsraîlê aqil bikin û dersekê bidenê û bi Operasyona El-Eqsayê ya di Cotmehê de sînorek jêre deynin. Lê belê, berevajî êrîşa wan, Îsraîlê xwe neparast, lê cûrbecûr êrîş dest pê kirin û êrîşên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî heta roja îro jî berdewam dikin. Di encama şerê du salan de, Hamas û Hizbullah hilweşiyan, Sûriyeya Baas hilweşiya, Îran ji bo sînorên xwe vekişiya, Hûsî rastî tacîzê hatin û pozîsyona Rûsiya li herêmê qelsbû. Dewletên Yekbûyî û Îsraîl niha berhemê piştî şer kom dikin. Bi taybetî di projeya Rêya Bazirganiyê ya Dawid û rêxistina dewletan di nav projeya Îbrahîmî de, ew hegemonya xwe li herêmê ferz dikin.

 

Pirsa mezin di vir deye,

– Destwerdana nû ya Amerîkayê li ser Îranê dê çi be? Gelo Iraq dê li ber bayê lawazkirin û sînordarkirina Îranê bikeve?

– Gelo ew dikare nexşeya ku Netanyahu di civîna Neteweyên Yekbûyî ya sala borî de pêşkêş kir bicîh bîne?

– Îsraîl dê bêyî Amerîkayê êrîşî Îranê bike?

– Rewşa di navbera Tirkiye û Kurdan de çawa ye?

Gelê Kurd, di şexsê Rêber Apo û PKK’ê de, ev 34 sal bû li derfetekê digeriyan ku di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ji bo gelê Kurd cihekî bibîne. Lê PKK rastî şerê 1992’an ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Tirkiyeyê û hevalbendên wan ên Kurd ve hat. Piştre, di destpêka Newroza 1993’an de, bi navbeynkariya Talabanî agirbest îlan kir û derfetek dît ku gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê îqna bike ku Kurd dixwazin pirsgirêkên xwe li Tirkiyeyê bê şer çareser bikin. Lê belê, gladiyoyên  NATOyê di nav dewleta Tirkiyeyê de û çeteyên di nav PKK’ê de bi rêya Şemdîn Sakk rê li ber destpêkirina pêvajoyê girtin ku ev yek bû sedema tunekirina Serok komarê Tirkiya Turgut Ozal.

Rêber Apo destpêşxeriyên xwe berdewam kir, ji aliyekî ve guhertinên navxweyî di PKK’ê de dest pê kir, bi taybetî di Kongreya Pêncemîn a 1995’an de. Dîsa, ew li pey muxatabekî digeriya bi dewletê re. Necmettin Erbakan hewldanek serete destpêkê kir, lê dîsa rastî êrîş hundirîn û darbeya Gladio hat. Bi navê darbeya postmodern a Sibata 1998’an û anîna kadroyên Gladio di şexsê Tanso Çiller û Suleyman Demiral de ser desthilatdariyê.

Her çiqas Rêber Apo hewldanên xwe zêde kir jî, di payîza 1998’an de li Romayê projeyek ji bo çareseriyeke demokratîk pêşkêşî raya giştî kir. Lê di 15’ê Sibata 1999’an de, ji alê Gladioya NATOyê bi pêşengiya DYA û Îsraîlê bi kompiloya navdevletî Rêber Apo bi esîrtî radestî Tirkiyeyê kirin û li Îmraliyê girtin.

Ji ber pêşbînî û zanîna rêveçûna komploya navneteweyî, Rêber Apo di doza xwe ya yekem a li Îmraliyê de di meha Pûşbera 1999’an de banga aştî û çareseriyeke demokratîk kir. Ji aliyekî ve, wî bi niyeteke baş bang li du koman kir ku vegerin Tirkiyeyê û ji aliyekê din ve jî, wî di heftemîn kongreya awarte ya PKK’ê de li ser guhertinên stratejîk nîqaş kir.

Guhertinên di stratejî û dû re jî paradîgmaya PKK’ê de ji hêla fikrî û felsefî ve jî hatin avakirin. Hewldan çêbû da ku şêwaza meşandina têkoşînêde guhartin çêbibe. Lê belê, ji ber ku dewleta Tirk taktîk dikir da ku dem qazanc bike, diket nav pêvajoya danûstandinê. Ji ber vê yekê, danûstandinên Îmraliyê ji 2000 heta 2005, danûstandinên Osloyê ji 2007 heta 2009, û ji nû ve danûstandinên îmralî ji 2012 heta 2016 bê encam bi dawî bûn.

Ji sala 2014’an vir ve, dewleta Tirkiyê stratejiya xwe ji çareseriya siyasî guhert ji bo tunekirina giştî bi navê Projeya Çokdanînê. Ji bona wê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Îsraîl û NATO piştgirên sereke bûn, Ji bo guhertina hevsengiya şer, Bi taybetî di dabînkirina teknolojiya şer û droneyan de. Heta digehe têkiliyên îstîxbaratê ji aliyê ajansa Parastin û ketina xizmetkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê. Ev piştgirî zêde bû dema ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di payîza 2018’an de rasterast sê kadroyên pêşeng û çavdêrên têkoşînên sereke, ji wan ra nirx diyarîkir wanjî Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Murat Karayilan bûn. Hemûyan hêvî dikir ku PKK êrîşan tehemûl neke û Rêber Apo nikare li hember tecrîdê li ber xwe bide. Lê belê, piştî 10 salan ji şerên herî dijwar li sê eniyên, Herêmên Parastina Medyayê, Rojavayê Kurdistanê û Îmraliyê, ew negihîştin encamên ku hêvî dikirin.

Piştî hilweşîna Sûriyê û vekişîna Îranê ji herêmê, Tirkiyeyê peyama xwe wergirt û dora Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê, dewleta Tirkiyeyê ji niha ve siyasetek taktîkî ya parastina xwe dimeşîne. Tirkên gur-borî, ku xwe wekî Tirkên yekemîn dibînin, kampanyayek dan destpêkirin da ku guhertinan bi xwe bikin berî ku Tirkiye bikeve pêla guhertinên DYA-Îsraîlê. Bi gotineke din, tiştê ku dewleta Tirkiyeyê dike stratejiyek ji bo dewletê ye, lê ew taktîkek bi Kurdan re ye. Bêyî Kurdan, ew nikarin xetereyên li ser xwe derbas bikin. Ji ber vê yekê, dewleta Tirkiyeyê bêyî Kurdan nikare tu gavekê bavêje.

Tiştê ku vê qonaxê ji yên din cuda dike, înîsiyatîfa ji hundirê dewletê bi xwe ye, ji serokê partiya neteweperest (MHP), Devlet Bahçeli ye. Bi gotineke din, pirsgirêka Kurd xwedî muxatab e, û top ber bi muxatabê Kurd û PKK, ango Rêber Apo ve diçe.

Piştî bicihbûna hêzên Amerîkî li Rojava û piştgiriya wê ji bo QSD’ê, dewleta Tirk pir ne rehetbû. Ew vê yekê wekî hevpeymaniyek di navbera PKK û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de şîrove dike. Ji ber vê yekê, ew ditirse ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîl PKK’ê wekî kartekê li dijî Tirkiyeyê bikar bînin. Bi gotineke din, ew lîstika DYA li başûr bi rêya PDK û YNK dike li bakur û Tirkiyeyê heman lîstikê bike. Ji ber vê yekê, ew ji niha ve tedbîrên parastina xwe digire û daxwaza hilweşandina PKK’ê kir. Ji aliyekî din ve, faşîzma neteweperest a Tirk, di şexsê Devlet Bahçelî de, fêm kir ku heya ku gelê Kurd were înkarkirin, dewleta Tirk dê ji destwerdana derve re vekirî bimîne. Ji ber vê yekê, piştî 99 salan, faşîzma Tirk hebûna Kurdan qebûl kir û got ku Kurd û Tirk birayê hevin. Ji sala 1925’an vir ve, Tirkan Kurdan ne wekî dijmin, heta wekî mirova jî qebûl nedikirin û Digotin ku dûvikên wan hene, ku tê wê wateyê ku ew hîn jî di qonaxên destpêkê yên mirovahiyê de ne û ji meymûnan nehatine veqetandin. Wan îspat nekiriye ku ew li dijî gelê Kurd şer dikin, lê ew dibêjin ku ew li dijî terorê şer dikin.

Bersiva Rêber Apo ji bo destpêşxeriya Devlet Bakçelî di demek kurt de. Lê belê, bi girtina raya hêz û partiyên siyasî yên Kurdistanî û her weha raya PKK û Tevgera Azadiyê, ji aliyekî ve ecêb bû û ji aliyê din ve ji bo rayedarên Tirk nirxandinek jî bû. Gelek kes û aliyan digotin ku dewleta Tirk bi salan e bi Rêber Apo re di nav danûstandinan de ye, lê di hevdîtinên xwe de, Rêber Apo digot ku wî sê caran bi serokê yekem ê MITê re nêrînên xwe parve kiriye. Ew jî li ser navê serokkomar û serokê MHP’ê hatine bo dîtina wî, lê di navbera me de ti soz û peyman tune ne.

Dewleta dagirker a Tirkiyeyê ji ber ku hovtirîn, bêrehmtirîn û dagirkerê herî mezin ê Kurdistanê ye, ji ber vê yekê gelê Kurd ji her tevgera wî ditirsin. Dîroka salên 1920’an li Amed û salên 1930’an li Dêrsim û Agiriyê şahidiya dijminê herî xwînxwar ê li ser rûyê erdê dike. Di pêncî salên borî de, Bakçelî bi xwe li dijî gelê Kurd û PKK’ê dijminatiya herî mezin kiriye, komkujiya Mereşê, 17,000 kiryarên nenas(fayîl mechûl)  û milyonek arteş û jaş li Kurdistanê. Ev îspat dike ku ya ku em ru bi rune gel wî û dixwazin pirsgirêkê bi aştî û rêbazê polîtîkayên demokratîk çareser bikin. Ne ewqas hêsan e.

Wêrekiya Rêber Apo ya bersivdayîna destpêşxeriya Bakçelî-Erdogan civaka navneteweyî matmayî kir, ji ber vê yekê hemû hêz û partî ji Çînê bigire heta Dewletên Yekbûyî piştgirî dan wî. Ji ber ku banga 27’ê Sibata 2025’an, bi navê aştî û civatek demokratîk di heman demê de dawî li têkoşîna PKK’ê wekî partî û HPG’ê wekî têkoşîna çekdarî jî anî. Piştî 52 salan ji têkoşînê, ew biryarek ewqas hêsan nebû, Pirsgirêka Kurd pêwîstî bi çareserî heye. PKK xuya bû ku dewletek sosyalîst a Kurdî ava bike, lê rewş guheriye, ji ber vê yekê mimkun e ku li çareseriyên din were gerîn. Sosyalîzma pêkhatî an sosyalîzma dewletê hatiye hilweşandin. Lê milet dikarin bi navê sosyalîzma civatek demokratîk sosyalîzma xwe ava bikin.

Hemû tevger û bizavên rizgariyê yên Kurdistanê heta ku çek ser mile wan bû wekî hêzên şoreşger, radîkal û guherîner hatine pênasekirin. Piştî bêçekbûnê, ew wekî hêzeke ku teslîmbûn têne nas kirin. Nimûneya herî berbiçav di dîroka nêzîk a Kurdistanê de çêdanîn û desberdana (Aştbetal) PDK û Barzaniyan di sala 1975’an de ye, pêvajoya ku Rêber Apo niha dest pê kiriye, bi taybetî li Tirkiyeyê, dewam kirina têkoşîna şoreşa demokratîke bê çek. Ango, çekên hiqûq û siyasetê dibin çekên sereke yên têkoşînê, dîsa li ser bingehek girseyî ya xurt. Her wiha wan li ser garantîkirina maf û azadiyên gelê Kurd di destûr û mafên bingehînda de û dû re jî li ser mijara çawaniya bikaranîn û danîna çekan nîqaş kirin. Ji ber vê yekê, wekî ku dibêjin, siyaset bi reş û spî nayê kirin, ji ber vê yekê têkoşîna ji bo azadî û çareseriyên demokratîkjî tenê bi reş û spî nayê kirin. Rêbazên din ên têkoşînê dikarin werin ceribandin.

Li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê û her weha li deverên din ên Kurdistanê, her çiqas Rêber Apo û PKK xwedî bandorek mezin bin jî, dîsa bi hezaran sazî û rêxistinên sivîl, hunerî, perwerdehî, jin û ciwanan hatine ava kirine. Ev bingeha girseyî ya deh milyonî ji têkoşîna çekdarî û şîdeta şoreşgerî vediguhere têkoşîna siyasî ya demokratîk. Stratejî û paradîgma ji bo vê armancêjî hatine amadekirin. Tiştê ku tê avakirin ji tiştê ku tê guhertin berhemdartir e, heke bi berfirehî were xwedî lêderketin, ango heke em erkê tenê li ser milê Rêber Apo nehêlin. Tevahiya gelê Kurd û şervanên azadiyê, bi pêşengiya jin û ciwanan, dikarin di vê de wekî kampanyayek şoreşgerî ya nû rola xwe bilîzin.

Îran yek ji wan welatan e ku pêdivî bi guhertinên demokratîk heye, ji ber ku Îran bi xwe wekî Komara Îslamî bi destwerdan û guhertinên hegemonîk re rû bi rû ye, ji ber vê yekê hegemonya DYA-Îsraîl dixwazin sînorek li ser hegemonya Îranê deynin û wê bê etom bikin. Îsraîl bi lez û bez dixwaze ku Îran dîsa xwediyê heman hêzê û hegemonya berê. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dixwazin ji şerekî germ bi Îranê re dûr bikevin. Ji ber vê yekê, ew dixwazin li şûna şer bi hêza dîplomatîk Îranê qels û lewaz bike. Ango, ew temenê berfê bi ba û baranê kêm dikin.

Îran dizane ku ew bi êrîşên hegemonîk ên Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê re rû bi rû ye, ewjî mîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roviyê derve û şêrê malê ye. Îran amade ye ku ji bo Dewletên Yekbûyî her tawîzê bide, lê ew naxwaze şerê li Rojhilata Navîn bi Sunnî û Îsraîlê re bi dawî bibe. Bi heman awayî, bi gel û neteweyên hındirê xwr ji, ew tenê zimanê bi çekên tepisandin û darvekirinê dizane.

Gelê Kurd û gelên erdnîgariya Îranê şerê çekdarî û hilweşandina rêziknameya civaka Îranê ne di berjewendî wan daye. Lê ev rejîm êdî nikare bi vî rengî berdewam bike. Divê guhertin di Îranê de bêyî destwerdana derve were kirin. Ger Komara Îslamî ji bo guhertinê amade nebe, wê demê destwerdana derve dê bikeve ser wê. Gelê Kurd û neteweyên din ên Îranê di sê salên borî de serhildanên jinan, jiyan û azadiyê jiyan kirine, ku ev yek îspat dike ku gelê Îranê dixwaze sîstema Îranê biguherîne, ne ku hilweşîne. Wan paradîgmaya guhertinê jî diyar kiriye. Bi gotineke din, gelên Îranê li ser paradîgma û dirûşmeya têkoşîna xwe ya demokratîk li hev kirine, ji ber vê yekê ber bi têkoşîna demokratîk a radîkal ve çûn ne dijwar e.

Divê hîzên siyasî yên Kurd di lîstika destê Herêma Kurdistanê û hêzên destwerdanê de derkevin. Dîsa, bi pakêtek bi rejîmê re danûstandinan bikin, ji ber ku her hêz û kom bi tena serê xwe qels e. Li Herêma Kurdistanê, hin hêz hewl didin ku hêz û partiyên rojhilat bi Îranê re danûstandinan bikin, lê wekî her carê wê wan di nîvê rê de bi tenê bihêlin. Ji sala 1993’an vir ve, hêzên rojhilat ên di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wekî kartek li dijî Îranê hatine bikar anîn. Wan çend caran dest bi danûstandin û civînan kirine, lê encam bi karesatekê bi dawî bûne. Bi taybetî kuştina Dr. Qasimloo û Şerefkendî û her weha kuştina bi sedan kadro û endamên partiyên siyasî li Herêma Kurdistanê rûyê rastîn ê rewşê çêtir rave dike.

Pêvajoya ku Rêber Apo li bakur û Tirkiyeyê dest pê kiriye  çawa bandorek rasterast li ser Rojava û Sûriyeyê heye, her wiha li ser Rojhilat û Îranê jÎ heye. Ji ber ku koda çareserkirina pirsgirêkan hatiye dîtin, wê demê divê alîyan di hundirê welêt de platformek diyalogê bihevra bikin da ku lihevkirinek û hevfikirînek berfireh li ser guhertin û veguherînê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çêbibe. Guhertin li Îranê ne tenê di berjewendiya gelê Kurd de ye, lê di heman demê de bê cudahî xizmeta hemû gel û neteweyên Îranî dike. Ji bo afirandina şert û mercên danûstandinê û baweriya bi guhertinê çê bibe, ji aliyekî ve divê hêzên opozîsyonê yên derve li bin control û kartên dewletên hegemonîk derkevin. Bi heman awayî, divê dewleta Îranê hêzên opozîsyonê wekî dijmin nebîne, berevajî vê, divê zemînek were afirandin ku baweriya bi danûstandinan were kirin û pirsgirêkên bingehîn bi hev re werin çareser kirin û ya herî girîng guhertinên di destûra bingehîn û destûra Îranê de divê bibin xalek werçerxê.

Çawa ku Îran bûye navenda pevçûnan û gerimkirina Şer, ew dikare bibe navenda veguherîna demokratîk jî. Gelê Kurd û neteweyên din dikarin di vî warî de roleke erênî bilîzin û dawî li pevçûna çekdarî ya pasîf bînin û bi hev re Îraneke demokratîk ava bikin ku tê de maf û azadiyên hemû gel, netewe ol û mezheban werin misogerkirin.

Tevgera Apoçî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwedî tabanek rêxistinî û pratîkeke ya 25 salan e. Ji bo vê armancê li çiya, li bajar û di zindanan de fedakarî kiriye û bedel daye. Ew beşek ji hevsengiya sereke ya rêxistina siyasî ya Îranê ye. Nihajî xwedî hêzek xurt e, ii welêt û li derveyî welêt xwe birêxistin kiriye û bawerî daye gelê Kurd û neteweyên din ên Îranê. Ev yek di serhildanên jinan, jiyan û azadiyê de bi awayekî zelal hate dîtin. Ji ber vê yekê, guncaw e ku pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk a bi serokatiya Rêber Apo di meydana Îran û Rojhilatê Kurdistanê de jî were nîşandan û rengvede. Ger dewleta Îranê bi xwe piştgiriyê bide gavên Rêber Apo û PKK’ê, wê demê zemîna danûstandin û nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Îranê bi biryarderên wê re guncawtir dibe.

Eger dewleta Îranê niyeta çareserkirina pirsgirêkên xwe yên bi Kurdan û neteweyên din re bi awayekî aştiyane hebe û xwe ji destwerdana derve rizgar bike. Wê demê tevgera Apocî dikare vê barê li rojhilat hilgire ser milên xwe û ji bo qonaxek wisa amade bibe. Demokratîkkirina Tirkiye û Îranê rêya çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Wê demê Rojhilata Navîn a demokratîk dê bibe rastî. Êdî Şer, pevçûn, qirkirin û wêranî dê bi ser miletan dawî bibe. Dem hatiye ku gelên Rojhilata Navîn bi hev re di aştî û demokrasiyê de, bi azadî û wekheviyê li ser erd û ava xwe bijîn.

Post Views: 19
ShareTweetPin

Herî Dawî

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.