Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
in NÛÇE
A A
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Bi ahengekeke hunerî û nirxandina asta hunera şêwekariyê Pêşangeha Rojava ya Şêwekariyê ya 9’an li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi dawî bû.

Pêşangeha Rojava ya 9’an ku bi diruşmeya “Em Sîmayên Nasnemeya xwe Ji Rengên Rojava Xêz Dikin” ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Desteya Çand û Hunerê ya kantona Cizîrê ve li Navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo di 17’ê Pûşberê de hatiye destpêkirin . Ev pêşangeh li ser asta sê rojan hate domandin, bi dirêjahiya sê rojan tablo hatin pêşandan. Hêjayî gotinê ye ku 68 şêwekar beşdarî pêşangehê bûne, sala 2024’an jî 54 kes tevlî bûbûn.

Tabloyên hatine pêşandan reng û naverokê xwedî cihêrengiyekê ne; wekî Şoreşa 19`ê Tîrmehê, pirsgirêkên civakê, zarokatî, ked, xweza û jin. Herwiha piştî dewamkirina 3 rojan, di 19’ê Pûşberê de gihatş roja xwe ya dawî. Di roja dawî de tabloyên şêwekaran li pêş çavên mêvanan bû, herwiha bernameya roja dawî bi xulueke rêzgirtinê bi amadebûna şêwekaran, nûnerên Rêveberiya Xweser, rewşenbîr û hwd…dest pê kir.

Di serî de li ser navê Meclisa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Gabriyêl Şemiûn wiha got: ” Em kêfxweş in bi van tabloyên ku keçe û xortên me afrandine, di pêşangehê de tabloyên xwedî asteke cîhanî hatine çêkirin. Şêwekaran bi beheremendiya xwe karîbûn xweşikbûna jiyanê û rastiya civakê di tabloyên xwe de biteysînin. Em weke Rêveberiya Xweser piştgitriya vê hunerê dikin û guhê xwe didin pêşinyarên şêwekaran.”

Herwiha hunermend Nisrîn Botan, Rêbaz Çûlê Teleb Elxelîl bi deng û awazên xwe stran gotin.

Paşê li ser navê Komîteya Nirxandinê ya pêşangehê şêwekar Emîn Ebdo wiha axivî: ” Weke tê zanîn bi riya Komîteya Nirxandinê a pêşangehê tablo hatin beşdarkirin, em sê kes ji bo nirxandina asta hunera şêwekariyê û tabloyên şêwekaran hatin pejirandin, hêjayî gotinê ye ku asta hunera şêwekariyê bilind bûye, lê dîsa hewcedarî bi pêşxistina wê heye.

Herwiha şêwekar Munîr Şêxê û Henîf Hemû jî nirxandinên xwe derbarê pêşangehê û tabloyên şêwekaran de anîn ziman.

Herî dawî mêvanan xatirê xwe ji tabloyan xwestin û pêşangeh hat bidawîkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.