Rojnameya Ronahî

Analîza Derûnî Li Gorî Sîgmund Fireud

Bilind Dîbo

Ji destpêka hatina mirov weke afrîndineki li ser ruyê erdê, herdem gavên pir balkêş dê avêtên ji bo mayîna xwe û xweparastina xwe ji diyardeyên derveyî, lê heger mirov ji xwe bipirse gelo çawa zanî bû ew diyarde metirsiyekê ji canê wan re çêdike? Weke kodekî bû, ango reflêksa mayîna lawirî bû?

Di van mijarên balkêş de zanist beşeke xwe li pêş dixe bi navê Analîza derûni ya kesayet derdixe holê û li pêş dixe. Ji xwe di vê beşî de gelek zanyar xwe binav dikirin lê zanyarê ku herî bandora ramanên wî li vî beşî kir, zanyarê Nemsawî Sigmund Freud bû.

Freud di sala 1856’an de li Pirîbor ya kû girêdayî Çekya  dayîk dibe. Di dema xwendina xwe ya zanîngehê de, dixwest beşê zanistên xwezayî bixwîne lê ji ber ola wî ya Cihûtiyê, nebûna derfeta dest bi xwendina bijîşkî dike.

Di sala 1881’an de biser ket û ji ber hin bandorîyên derve, dest bi xwendina beşê Fîzyolojîk û nexweşiyên derûnî dike. Mamosteyê kû ev perwerde dikir Dr. Can Şarkot bû. Di dema perwerdeya xwe de û dijberî gelek nerînên sereke, Freud bidest xist ku “Ajoîyarî ya mirov ne nexweşiyeke fîzyolojîke”. Piştî pêşxistina vê nêrîne berdewam dike bi çêkirina Dînamîkiya Derûnî. Wiha tanî ser ziman  “ev dînamîke ne berbiçave û em nikarin bibînin, lê weke enerjiyekî potansiyale ku xwedî bandorekê pir mezine.

Ji bo naskirina vê enerjiyê, Freud hîpnotîzim (xewda birin) bi kar tîne lê di bikaranîna xwe de, kêmasiyake mezin tê de dibîne ku hîpnotîzim wî naghîne hişê bin hiş lê seransere ye û ne her kes dikeve bin bandora wê de. Di dawiya bikar anîna vî şêwazî Freud weke henek pêkirinê dibîne û soz bi xwe re dide û nema bikar tîne.

Ev bû weke xala hizirînê ji bo Freud, lê gelo kî bû sedema vê guherînê?

Nexweş Ana O:

Nexweşeke jin bû ku di wê demê de bi ajoîriya hate hîpnoz kirin û rêbazê hipnosis li ser bê bandor bû. Di vir de Freud rêbazeke nû bi kar anî bi alîkariya zanista xwe “Analîza Derûnî” bi navê danûstandina azad lê kir û di vî rêbazî de nexweş her tiştê ku tê liser zimanê wî dibêje, ne girînge çiqasî ev bûyerên ku tên gotin mezin bin an jî biçûk bin lê divê ku werne gotin û kesê guhdar dike tu têbinî lê neke.

Freud di vir de û bi vî rêbazî pirsgirêkên ku di binhişê mirov de mane û nikare rû bi rû dijberî wan bê rûtiyê bike, dihatin kişandin hiş û bi vir de bi alîkariya  bijîşk dihatin çareserkirin.

Di destpêka nivîsandinên xwe de û lêgerînên ku li ser beşê xwe kir, piraniya sedemên tevgera mirov girêdide bi hişê binhiş û giringiyeke pir mezin dide vê xalê. Pênaseyekê jira dide xuyakirin û jê re dibêje “Ajo” û li gorî du xalan dabeş dike û bi tevahî dibin du cure jê re, ew jî:

Eros: Weke wateyê dibe ajoa jiyînê, an jî mayîn. Dema ku Freud mînak li ser tîne, dibeje ew tiştên ku mayîna mirov diparêzin weke: bêhn standin, xwarin, vexwarin, cins û bigiştî aliyê ku xweşiya mirov zêde dike.

Thantos: Ev jî tê dijberî Eros û weke ajoa mirinê tê naskirin, an jî birdozî ya mirinê. Freud digot mirov bi tevahî ev ajo li cem peyda dibe heta di mirovên ku ji wan re digot saxlem an jî hêl ji hemê aliyan ve, ev ajo derdikeve li cem mirov di awayê herî xwezayî dema ku em xwarinê dixwin û di ber diranên xwe de jev dixin. Lê li cem mirovên cuda û nehêl, dema ku Thantos aliyekî mezintir bandora xwe liser jiyana wî dike, destpêdike ku hin ramanên weke: xwe-kulkirin an jî derdora xwe xerab bike, kuştin û xwe-kuştin û gelek rewşên ku ji ber berevaniyên hers buyînê û derûnî xwe didin xuyakirin weke di herdu teşeyên, ew jî:

Sadî: Ew kesên ku xweşiyekê dibînin dema ku kesê li pêşiya xwe biêş bikin û xwe bêhtir diderbirîne dema cins de.

Mazûxî: Dijberî wê, kesên ku xweşiyê dibînin dema ku kesê li pêşiya wan dide êşê. Dîsa jî di dema cins de xwe xurtir diyar dike û zelal dike.

Sedema derketina hin ajoyên mirinê (Thantos) li cem mirov di dema cins de, ji ber ku karekî li gorî ku Freud şîrove dikir karekî weke-lawirî ye û têde mirov vedigere lawir berevaniya exlaqî li cem divemirê, lê ev berevanî çi ye û çawa ye? Ji çi pêk tê? Gelo tu berevaniyên ji bilî van heye û ger hebin, çine?

Ev pirs dikevin serê gelek mirovên di wê demê de û Freud bi riya teoriyên xwe van pirsan zelal dike û şîrove dikeTeoriyên Sigmound Freud:

Mijara yekemîn ya ku Freud liser diaxivî binavê tobografiya kesayetî.

Dabeş dikir li ser sê beşan ew jî: Hiş, Bin Hiş û berî hiş.

Hiş an jî hesandin (Pêhisandin) ew ramanên ku ji aliyê mirov de tên zanîn û bibîrbirin weke: Germahî, cemidandin, dîtin, bihîstin û hwd.

Di beşeke xwe de jî tê de bibîranîna bûyerên nêzîk jî dinava xwe de dihewîne.

Di wateyeke dî, ew karên ku mirov bihişê xwe dike û pê dibihîze.

Berî hiş: Bîranînên ku mirov dikare bikar bîne weke qene kirinekê an jî tistekê.

Bin hiş: Beşê herî mezin ji mejiyê mirov e, bi giştî bûyerên ku bi mirov re çêdibûn di zaroktî ta mirinê tê de bicih dibe, ajoyên ne normal, ajoyên herî kûr û beşê xwedî herî metirstî jê tê kirin.

Xwepêşandana liser mirov bi awayê xewin, bêhişkirin, xeyal û li gorî Freud gotinên bêhemdî derdikevin holê. Enerjiyeke wê ya pir mezin heye hin kunan derdikevin û ligorî Freud xewin rêya wan ya zêrîne.

Eger pirsgirêk di vir de derdikevin, divê mirov biriya rêbazê Freud van pirsgirêkan ji bin hiş derxin û karîbin bi hişê xwe çareser bike.

Mijara duyemîn liser xwe çêkirina derûnî.

Ligorî Freud, xweçêkirina derûnî liser sê beşan tê dabeşkirin:

Yekemîn beş binavê (Xwe) an jî (Ego) tê naskirin. Di vî beşî de Ego mirov bixwe ye, an jî ew dengê ku dijberiya dinava kes de sererast dike.

Duyemîn beş ku Freud liser axivî bû binavê (Xweya Bilindtirîn) an jî (Super Ego) tê naskirin. Ev dengê tame, têrker û bêqisûre. Bi wateyeke din, weke dengê exlaqiye li cem kesayet û bi navê wijdan jî tê naskirin.

Sêyemîn beş û ya ku herî bibandor û xwedî siyeke mezin liser kesayetî heye binavê (Ew) an jî (Id) tê naskirin. Ajon e, çi mayîn be, çi mirin be û çi xweşî be. Li gorî ku Freud şîrove dike û dibêje: “Id, xwezaya mirov e. ne rast e û ne şaş e, lê xwezaye”. Eger em jî gotina Freud jî şîrove bikin tê wateya dengê lawirî, (li gorî civaka me) nebaşî û gelek navê ku xwe ji modernîtê dûr dixin, lê em dîsa jî nikarin bibêjin tam şaşîtîne, ji ber ku em van her sê beşan jev qut bikin wê gelek pirsgirêk ji me re derkevin holê.

Hin mînak di rojaneya me de derdikevin weke dema mirov bi şêwayekî xwarinê ji xwe re destnîşan kiriye ji bo ku bikare hin ji giraniya xwe kêm bike, wê dengekî dinava xwe de bike ku jê re dibêje: Mînak, em wê xwarinê bêhtir bixwin, pir xweşe bêhna wê, de ka gepekî jê bide. Ev dengê Id e, ajoye, dixwaze xweşiya xwarinê û jê re ne pêwîste ku piştî wê çi çêbibe, lê divêt ev kes weke lawireke bê ser û ber be. Dengekî di derdikeve û bi awayê dijber wî kesî dûrî xwarinê dike, bi çi awayî be jî, lê divê ew kes wê gepê nexwe. Eger wilo deng hebin di serê mirov de dê çawa kes jiyan bike?

Di vir de dengê herî xurtir (li cem kesê hêl) dengê xwe derdixe û vê çarenûsê bi awayekî dîplomatîk çareser dike û ji wê xwarinê, dê gepekî bide û bisekine, ew jî Ego ye, lê eger şaşîtiyeke di dengê xurttirîn de hebe, dê çi çêbe?

Teşeyên girêdayî vê beşê ji aliyê derûnî ve:

Ego      Id         Super Ego        Encam

+          –           –           Mirovek hêl ji hemû aliyan ve

–           +          –           Nexweşiyê weke Hypochondria (psychosis)

–           –           +          Nexweşiyê weke OCD û Nîgiranî (Neurosis)

Mirovê nexweş nabêje ez nexweşim, lê dijî vê hizirandina vî û bikaranîna hin rêbazên xweparastinê, nexweşiya xwe weke saxlemiyekê dibîne.

Rêbazên xweparastinê ji mirov heta mirovekî dî cuda dibe, lê di cewher de bi giştî ji bo tiştekî tên bikaranîn, ew jî guhertina beşek ji rastiyê, ne pêwîste bi kîjan alî be jî, bi awayekî giştî dibin du beş: Hêl û Nehêl.

Dema ku kesayet bi aliyekî hêl û bi vîn a xwe biparêze ji diyardeyên derveyî, rêbaz û awayê reflexa wî dê di pirên caran de bi encameke pozîtîv be, ji ber ku di gelek rêbazan da, dema ku mirov vî awayî bikar tîne, rastiya li derdora xwe dipejirîne û li gorî wê gavên guncaw liser tên kirin. Awayê xweparastinê di jiyana me ya bihiş de gelek caran derbas dibe weke rûbirûkirina pirsgirêkê, xwekişandin, guhertina rê an rakirina kelema liser riya kes. Di piraniya xwe de, tê bîra mirov çawa di riya xwe de gav avêtin û çawa lipêş ket û çareserkirina pirsgirêkên heyî, ne karekî ne qet û qût çênabe, zehmetî jî ger derbas bibin, mirov bihişe liser wan, lê heger rojekê mirov li derdora xwe mêze bike û bibêje: Ez çawa gihaştim vê merhelê…

Di vir de pirsgirêk ji nav destê mirov derdikeve û derbasî aliyekî komplêk dibe ku nikare bi awayekî rasterast çareser bike.

Awayên xweparastinê, dema ku bi alîkariya binhiş tên hev peywendî kirin, weke hiş encam wê ne pozîtîf be, dijberî wê. Enerjiyek mezin ji derûniya mirov tê xwestin ku bûyeran liser rastiya wan ne pejirîne û wan dinava binhişê xwe de veşêre an jî biqewitîne, û ji ber xwegiriya vê qewitandinê û hin caran derketina wê bi riyekî ku çargoşe ye kê bi xwe re derdixe, ji bilî êşa fîzîkî û derûnî li kesayet nake û dibe sedema derketina hin nexweşiyên derûnî li ser kes bixwe weke: Dînîtî û dîtina hin buyerên derveyî rastîyê an jî bihîstina wan ra bi zimanê bijîşkî dibêjin jira dibêjin sketsofrenya.

Mijara sêyemîn, bi navdariya xwe ya bilind û agahiyen xwe yên bi awayekî pêşkeş kirin. Bû weke mijarek ku ji gelek aliyan ve hate rexnekirin û nepejirandin, lê çiqasî di cewherê xwe de rastiyeke wê heye, ev jî bû mijara zanyarên derûnasiyê.

Libîdo têgeheke ku cara yekem Freud bikar anî.  Peywendîya vê peywê ajoya cinsî girêda û kir weke hankar ji mirov re ji hemû aliyan ve, piştre tê guhertin û dibe xwestina xweçiyê bi giştî.

Libîdo li gorî Freud ji destpêka çêbûna mirov heya roja mirina mirov guhertin tê de çêdibe, lê cewher ewe û nayê guhertin. Li gorî sala dabeş dike û dîsa jî heger ne vek heviyek di pêvajoyekê de derkeve û parçeyek ji derûniya mirov tê de were tewatkirin, weke girêke kê di çêbûna kesayetî de çêdibe.

Pêvajoyên guhertina Libîdo li gorî salên jiyana mirov:

Pêvajoya dev an devokî: (Ji Dayikbunê heya yek û nîv salî yê)

Libîdo di van salan de bi awayê naskirina derdora zarok bi riya devê xwe, xweşbûnekê dibîne dema ku şîrê dê vedixwe û singa wê dimijîne.

Girêkên ku ji vê pêvajoyê derkeve, bandora xwe liser kîjan kesayet dihêle û rêbaza jiyana vî/ê carnan li gorî têrbuyîna vê girêkê xwe dibîne.

Di vê pêvajoyê de jî, dema zarok destê xwe û bi taybet tiliya xwe ya mezin dimijîne, beşê mêjî yê liser xweşiyê disekine, dikeve merîyetê; Libîdo zêde dibe.

Komplêksên vê qonaxê, bi teşeya karên ku dev di wan de tê bikaranîn, di meznahiya kes de xwe didin diyarkirin, weke, Xwarian zêde, vexwaria alkolê, kişandina çixaran û pirbêjî.

Nexweşiyek jî xwe diyar dike bi navê Pîka an Payka û tê de, nexweş dixwaze gelek tiştên ku nayên xwarin, bixwe.

  • Pêvajoya anûsî: (Ji Yêk sal nîv heta sê sal)

Ji yekemîn tişt ku mirov dest bi kontrolê dike di destpêka jiyana xwe, reflêksa valakirinê ye. Freud şîrove dike, dema ku zarok kontrolê li ser xwe dike weke ajoyên kêfxweşiyê têne wî, li gorî wê tiştekî baş kir.

Komplêksên vê qonaxê bi aliyekî sererastkirinê derdikeve. Dema dê û bav zarok li ser awayê modernî perwerde bikin, dê zar pir durist be û carna bigihêje aliyê komplêksa OSD jî liser kesayeta wî zarokî û dijberî wê ku bi awayekî bêrêz were perwerde kirin, di zaroke kî xwedî kesayeteke tevger mezin bibe.

Pêvajoya naskirna lebatên pirbûnê: (Ji sê heta şeş sal)

Dema herî komplêkse di jiyana mirov de, ji ber ku tê de girêkên ku derdikevin, çareserkirna wan ne xuyaye.

Du girêkên binavê Girêka Odîb (Xwestina cins bi dê re ji aliyê kur) û Girêka Elêktra (Xwestina cins bi bav re ji aliyê keç).

Li gorî Freud ev bi awayekî normal çedibe li cem her kesî û bi awayekî normal di pênc saliya kesayet de di pejirîne hebûna kesê mezintir bi aliyê tirsê û xwe xelaskirina ji vê girêkê.

Freud jî dibeje di van salan de Super Ego cara yekem radibe û dest bi dijberiya xwe bi Id re dike.

Pêvajoya berî gihaştinê: (Ji şeş sal heta salên gihaştinê)

Libîdo dibe liser çêkirina hevalan, civakîbûn, danûstandin û gelek karên ku du an jî bêhtir kes jê re pêwîstin.

Zêdeûna van karan mirovekî sivik derdixe holê û dijberî wê di kêmbûnê de, mirovekî pixût û ne civakî mezin dibe.

Freud çawa vê qonaxê şîrove dike û zêde dike ku sedemek ji sedemên         lotiyetê ye û di roja me de xuya dibe çaya dewlwtên weke Amerika vê zanînê ji bû hin berjewendiyên xwe bikar tîne.

Pêvajoya gihaştinê: (Ji salên gihaştinê heta mirinê)

Di vê qonaxê de, Libîdo li cem kes dibe liser teşeyê wî û çawa dikare zayenda dijber bikşîne nava danûstandin û gotinên xwe.

Girêka derûnî ku derkeve wê nehezkirina laş be an Narsîsîzîm be.   Analîzkirin:

Li gorî zanista bijîşkî yê, zanista ku Freud afirand gelekî piştgirîya  zanista nû kir ku li pêş bikeve, lê weke gelek ramanên radîkal, pirsgrêk bi xwe re derxistin holê. Dema ku semîner dida û bi taybet liser teorîya Odîb û Elêktra, bijîşkê guhdar van jibona bertekên xwe bidin xuyakirin pêlavê xwe avêtên Freud.

Rastiyek di gotinên wî de heye, lê ne bi vî awayî li ser mirov xuya dike, weke felsefeya August Kante ya fîzîkî, mirov ne wiha xwezayî  ye ku bi riya teoriyan were pênasekirin.

Analîz mêjî û mijûle, ji ber ve yekê ne her kesî rastiya Freud pejirand an jî xweş gihaştiyê.