Rojnameya Ronahî

Celadet; Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwe nasîn e

 Ronaz Silêman/Qamişlo

Kovara Hawarê di sala 1932`an de dest bi weşanê kir û yekemîn tîpên latînê di nava rûpelên wê de hatin neqişandin. Lewera girîngiya vê kovarê ji bo zimanê kurdî mezin e. Herwiha Kovara Hawarê di jiyana wêjeya (edebîyeta) Kurdî de bû destpêka serdemek nû.

Kovara Hawarê di sala 1932`an de dest bi weşanê kir. Kovar bi serweriya Mîr Celadet Bedirxan derdiket, ango xwedî û berpisyarê wê Mîr Celadet Bedirxan bû. Bi saya vê kovarê, yekem car zimanê Kurdî bi tîpên latînî di weşanek de hate bikaranîn. Lewra kovara Hawarê di jiyana wêje (edebîyeta) Kurd de, destpêka serdemek nû ye.

Mîr Celadet pirsa zimanê kurdî ji xwe re kiriye, lewra ji bona zimanê kurdî xebatên pîroz dane meşandin. Mîr Celadet di seferek de, bi Yûzbaşî Noel re li ser herfên latînî û zimanê Kurdî nirxandinek dike û li dawîya çend ceribandinan biryar dide ku kovarek Kurdî bi herfên latînî derxîne. Kovara Hawar`ê berhema wê biryarê ye. Her ku tê zanîn heta wê demê Kurda tîpên Sansikrîstî (Erebî) û Kirîlî bikar tanîn.

Navên nivîskarên Hewarê di pêşgotina xwe de, wiha rêz dike:

Bedir Xan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Mistefa Botî, Ehmed Namî, Hesen Hişyar, Bişarê Nêrwan, Reşîd Kurd, Goram, Tewfîq Wehbî, Evdilxaliq Esîrî, Şakir Fetah, Hevîndê Sorî, Pîrot, Lawekî Kurd…hwd

Hawar di dîroka weşanda kurdî de xwedî cihekî girîng e

Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15`ê Gulana 1932`an de derket û hejmara dawîn jî di 15’ê tebaxa sala 1943 an de derketiye. Cihê xebata û weşandina kovarê li paytexta Sûriyê Şam bû.  Hawar di mehê de du caran derdiket. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hawar ku di dîroka weşantiya kurdî de, xwedî cihekî girîng e, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê kurdî heye.

Li gel kurdî di her hejmarekî de 3-4 rûpelên Ferensî jî hebûn. Heta hejmara 23`an nivîsên kurdî yê kovarê bi tîpên latînî û erebî derdiketin. Piştî vê hejmarê ew temamî êdî bi latînî dihat weşandin. Naveroka hemî hejmara nêzî 808 rûpelan vedigirt. Di hejmarên pêşîn de zêdetir nivîsên Celadet û birayên wî Kamîran Alî Bedirxan ku êdî ew jî wê demê hatibû Lûbnanê, derdiketin. Piştî hejmara 4`an gelek navên din jî tevlî wan bûn û gelek ji wan di demên dawîn de di wêjeya kurdî de bûn kesên navdar.

Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwe nasîn e

Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi kurdî, ji edebiyata kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin. Bi vî awayî Hawar di wêje û mijara zimanî de bûbû rewtek û ekolek û heta sala 1943`an de weşana xwe berdewan kir. Celadet di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn da wiha gotibû: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê ye.

Hawar serdemeke nû ji bo zimanê kurdî pêk anî ye

Kovar di nav Kurdên Cizîrê, Efrînê, Zaxo, Hewlêr, Rewanê, Karmanşahê û heta Mûsil û Bexdayê dihate belav kirin. Ji xwe 57 jimar ji Kovara Hawarê derketîye. Her wiha di sala 1998`an de hemû hejmarên hawarê ji aliyê Firat Cewerî hat berhevkirin û bi awayeki orijînal ji weşanxaneya Nûdemê hat weşandin. Di sal 2006`an de KCK û KNK vê rojê wek ‘cejna zimanê Kurdî’ ragihandin. Lewra di roja destpêka weşana kovara Hawarê 15 Gulanê ye û wek roja zimanê kurdî jî tê pîrozkirin, ji ber Hawar serdemeke nû û nûjen ji bo zimanê kurdî pêk anîy e. Kovara Hawarê, ji alî çavkanîyên ziman û wêjeyê ve, pişta xwe spartîye mîrateya wêjeya klasîk ya Kurdî. Bi bikaranîna derfetên zimên ên vegotina zargotinî û zimanê axaftina rojane, bûye qonaxeke çalak ku hêjayî xebata hûrgerîyê ye.

Celadet ji bo zimanê kurdî xebatên pîroz dane meşandin

Xwedî û berpirsiyarê Hawarê Celadet Ali Bedir-Xan di warê siyasî, kulturî û edebî de mezin e. Malbata Celadet ku bi têkoşîna xwe ya ji bo avakirina Kurdistan navdar e, piştî avakirina komara Tirkiyê ji aliyê karbidestên komarê ve ew  tê surgunkirin. Bavê Celadet, Emîn Alî û birayê wî Sureya li Misrê bi cîh dibin û Celadet û birayê xwe Kamiran jî ji bo xwendine diçin Almanyayê. Celadet li Almanyayê doktoraya xwe ya huqûqê dike û di salên sihî de vedigere Şamê. Şam hingî di destan fransizan de ye. Celadet li wir dest bi takoşîna kurdayetiyê dike û dibe yek ji pêşengên tevgera Xoybûnê ya girîng. Piştî ku serîhildana Agiriyê têk diçe, Celadet Bedir-Xan destê xwe ji siyasetê dikişîne û xwe bi hemî hêza xwe dide kultur û edebiyatê. Ew di sala 1932`an de dest bi weşandina kovara Hawarê dike. Ji bilî kovara Hawarê jî wî ji Nîsana 1942`an heta Adara 1945`an bi navê Ronahiyê kovareke din derxistiye. Ev kovara ha jî xwerû bi kurdî bû û li ser hev 28 hejmar derketine. Ji bilî kovarên Hawar û Ronahiyê Celadet Bedir-Xan ev pirtûkên jî nivîsandine: Elîfba kurdî, Rêzimana kurdî, Ferhenga kurdî, Rêzana elfabeya kurdî, Rûpeline Elfabê, Dibaca Mewlûdê, Dibaca Nivêjên Êzdiyan, Mektûb ji Mustefa Kemal paşa re, Ji mesela Kurdistanê, wergera çîroka Conî û Cimêma û bi dehan nivîs û gotarên çapkirî û neçapkirî… Herwiha Celadet Bedir-Xan digel birayê xwe Kamiran bi riya weşanên Hawarê bi dehan pirtûk pêşkêşî pirtûkxaneya kurdî kirine. Celadet Bedir-Xanê ku ji bilî navê xwe li dor deh navên din jî bi kar anî ye.