Rojnameya Ronahî

Mîrateya şehîdên jin yên Gulanê wê bibe serketina şoreşa Jin

Birûc Resûl/Qamişlo

Di dîroka têkoşîna tevgera jinê ya Kurdistanê de Şehîd Mizgîn, Leyla û Şêrîn bi sekin, jiyan û şehadeta xwe dan îsbatkirin ku berxwedana jin a azad misogeriya xeta azadiyê ye.

Meha Gulanê bi tekoşîn, rih û coşa meha Adar û Nîsanê pêşwazî dikin. Meha Gulanê meha şehîdên Kurdistanê hatiye bi navkirin û gelek şoreşgerên pêşeng di wê mehê de şehîd bûne. Di heman demê de gelek komkujî jî pêk hatine, di wan komkujiyan de gelek jin hatine qetilkirin. Tesaduf nîne ku di dîroka jin a Kurd de du jin bi destê rejîma Baas, Leyla Qasim û rejîma Îranê Şîrîn Elemholî hatine darvekirin û her du jî di meha Gulanê de ne. Her duyan jî bi gotinên xwe hem jin û gelê xwe di şexsê berxwedan û şehadeta xwe de şiyar kirin, hem jî bi dijmin dane ispatkirin ku jina Kurd di dîrokê de heta roja îro serî li hember dijmin netewandiye û teslimiyet jî qebûl nekiriye.

Sekna jinê rih bû ku Heval Şîrîn li girtîgehê raber kir

Di her dem û serdemek de jin bi şêwazekê û li her qadekê bi têkoşîn û berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê didin. Jin di nav têkoşînê de di asta herî jor de bi îrade û azweriyek mezin pêşengtî kirine. Wek jinên Kurd bi avabûna artêşbûn û partîbûna jinê xwedî li hemû mîrateyên jinên têkoşer derketine û li ser wê bingehê jî destketî ava kirine û kirine malê hemû jinên cîhanê. Ji bo wê jî ew bi bîranîn û têkoşîna xwe wê her tim bêne bîranîn. Çawa heval Şîrîn li ser dîwarê girtîgeha Evînê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nivîsî û ev dirûşma li hemû herêm û cîhanê wek felsefeya têkoşîna azadiyê hate pêşwazîkirin. Bi qasî ku jin li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di jêr kevneşopiya civakî de ne, di bin zext û qedexeyên siyaset û qanunên rejîmê de jiyan dikin, ew çend hêrsa wan li hember rejîma mêrsalar dijwar û bi rêxistinî û bi zanabûn dibe. Sekna jinê ya ku di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de da diyarkirin ew sekin û rih bû ku şehîd Şîrîn li girtîgehê raber kir, îro Zeyneb Celaliyan û bi dehan jinên têkoşer li girtîgehên rejîmê raber dikin. Roja îro jî jin di kîjan mijarê de ji bo jinan bi qanûnan qedexeyan diyar dike, jin herî zêde li hember wê dibin yek û têdikoşin. Mînak wê ya jî têkoşîna li hember Hîcaba îcbarî ye. Di têkoşîna gelên bindest de her tim pêşeng û qehremanên bi wê şêwazê ku dibin sembol hene. Ji xwe meha Gulanê îsbata wê yekê ye. Di şexsê Hozan Mizgîn, Leyla Qasim, Şîrîn Elemholî û hwd…. Her wiha yekemîn şehîdê PKK’ê Heqî Karer, şehîdên şoreşger ên gelê Tirkiyeyê Denîz Gelmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya, her wiha li Îranê Xosro Ruzbih, Xosro Golêsorxî û Bîjen Cezenî.

Gelek jinên pêşeng hatin darvekirin

Bêguman di dîroka girtîgehên rejîma Îranê de gelek jin hatine darvekirin. Ew bi dehan salan berê û piştî darvekirina şehîd Şîrîn heya roja îro jî ew kiryarên derveyî mirovahiyê yên darvekirinê li girtîgehên rejîma sêdarê dewam dike. Gelek jinên pêşeng û xwedî îradeyek mezin û serbixwe ji aliyê rejîmê ve hatin darvekirin. Lê heval Şîrîn çima bû xet, bû sembol, ew gelek girîng e. Raste heval Şîrîn jinek ciwan û du sal bû ku beşdarî nava tevgera azadiya Kurdistanê bibû. Lê heval Şîrîn li ser mîrateya artêşbûn, partîbûn û bi pergalbûna konfederalîzma demokratîk a jinê ve xwe gihand wê asta sekna jina berxwedêr û azad. Ew danehev, tecrûbe, zanista azadiyê û mîrateya têkoşînê nifş bi nifş vediguhezî roja me ya îro û li her qada jiyanê îradeya jin a azad ava dikir. Ew mîrate û têkoşîn tenê bi sînorên dagirkeriyê bi Kurdistanê re teng û sînordar nema, xwe gihand her jinek Kurd û ew rih di jinên kurd de  zindî kir. Kesayeta Sakîne Cansiz ku di şoreşa Rojava de bû Mîrkan û li Rojhilat jî bû Şîrîn, îro li her qadê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng vedide. Wan jinên qehreman di fikirê xwe de yekbûn ava kirin ku karî di çalakî û bi şehadeta xwe jî xeta berxwedanê bilind bikin û teslîmiyetê li bin bixin.

Leyla Qasim li dijî faşîzmê qîrîna berxwedanê ya kurdan e

Leyla Qasim dema ku li Zanîngeha Bexdayê xwendekar bû, rejîma Baasê ya Iraqê di 24’ê Nîsana 1974’an de bombe li Qeladizê barand, gelek Kurd qetil kir. Leyla Qasim jî tevî komek ji hevalên xwe amadekarî dikirin ku bersiva vê komkujiyê bidin. Hestên wê yên welatparêziyê wijdanê Leyla Qasim e ku li hemberî van komkujiyên bêdeng nema. Lê belê hîn di dema amadekariyê de hate girtin, li gel êşkenceyên giran jî ji dîroka berxwedanê ya jinên Kurd tawîz neda û weke jineke Kurd navê xwe bi vî rengî neqişand, di 12’ê Gulana 1974’an de tevî 4 hevalên xwe hate darvekirin. Leyla Qasim li dijî rejîma Saddam a dîktator, bû qîrîna berxwedanê ya Kurdên azad. Weke jinekê têgihişt ku welatê azad ji dibistanê, ji jiyana şexsî bêhtir hêja ye. Dijmin jê re got ku eger bibêje poşman bûye wê rizgar bibe, lê belê wê bi berxwedanê bersiv da dijmin.

Şîrîn elemhûlî berxwedêra destpêkê ya tevgera azadiya jinê bû ku hate darvekirin

Şîrîn Elemhûlî jî li Îranê ku nefes li jinan dihate birîn, li dijî Kurdan polîtîkayên înkar û îmhayê di dewrê de ye, agirê azadiya gel û jinê geş kir, lewma hate girtin. Ew jî mîna Leyla Qasim xwediyê mîrateya herî xurt kevneşopiya berxwedanê ya jinên Kurd, li hemberî êşkenceya herî giran li ber xwe da, di 9’ê Gulana 2010’an de bi hinceta endametiya PJAK’ê tevî Ferzad Kemanger, Alî Haydarîan û Farhad Wekîlî hate darvekirin. Şehîd Şîrîn Elemhûlî di dîroka azadiya jinê de ku bi Rêber Apo destpê kir, yekemîn jin bû ku hate darvekirin.

Pêwîstî bi pergalek konfederal heye

Çawa ku di sala 1978’an de hemû gelên Îranê û gelê Kurd li dijî rejîma Şah rabûn ser piyan, lê rejîma melalî dest danî ser şoreşa gel û li dijî hêzên şoreşger bê şert û merc teslîmbûna desthilatdariyê hatiye ferzkirin, divê îro jin li hember rejîma ku hewl dide şoreşa Rojhilat û Îranê berovajî bike û tîbûna jin û ciwanan a azadiyê tenê weke pirsgirêka hîcabê nîşan bide, hişyar be. Ji bo şoreş di hemû şaneyên qada civakî de pêk were divê hemû jinên Îran û Rojhilat bixebitin. Ji bo vê jî pêwîstî bi sîstemeke konfederal a demokratîk a ku hemû gelên Îran û Rojhilat di nav xwe de dihewîne heye ku jin bi rengê xwe beşdarî hemû pêkhateyên civakî bibin. Divê ev şoreşa ku di mejiya jinan de destpêkiriye, birêxistin bikin, komîn û meclîsên xwerêveberiyê li ser bingeha hêza xweser a jinan û hemû gelên Îranê pêş bixin û divê jinên Îranê, gel û komên baweriyan pêşengiya têkoşîna azadî û demokrasiyê bikin.

Dengê şoreşa kurdistanê

Yek ji şehîdên ku bi şehadeta xwe wate daye meha gulanê û ji tevahiya jinên kurd re bû sembola azadiyê; Gurbet Aydin e.

Gurbet Aydin bi navê xwe yê ku tê nasîn Hozan Mizgîn, bi laçika xwe ya spî, bi stranên ku dibêje, bû yek ji nûnerên herî girîng ên hunera şoreşê û navê xwe li dîrokê nivîsand. Hozan Mizgîn di sala 1962’an de li gundê Bileyder ê Êlihê hatiye dinyayê, piştî derbeya sala 1980’yan tevli refên PKK’ê dibe. Piştî perwerdeya li Geliyê Bekayê, ji bo xebatên çandî û hunerî di sala 1983’yan de diçe Ewropayê.

Bi tekoşîn û berxwedana xwe bandorê li ser jinan kir

Hozan Mizgîn bi têkoşîna xwe di serî de li ser jinan, li ser gel bandorek mezin çêkir û şopek girîng di muzîka Kurdî de hişt. Hozan Mizgîn bû dengê stranên şoreşê yên wê pêvajoyê, huner û berxwedanê heta roja me ya îro anî. Hozan Mizgîn li dijî rolên civakî yên ji jinan re hatine diyarkirin têkoşiya di şopa Eyşe Şanê de bû dengê hunera Kurdî.

Mîrasa ku hiştiye mayînde bû

Hozan Mizgîn, di 11’ê Gulana 1992’yan de li Tetwanê di serdegirtina mala ku lê dima ji bo nekeve dest bi guleya ku li serê xwe da jiyana xwe ji dest da. Hozan Serhedê nemir, zarokên ku wê salê hatin cîhanê navê Hozan Mizgîn girtin. Hunermendên Kurd jî li ser mîrasa şoreşger a Hozan Mizgîn xebatên xwe didomîne. Di ser şehadeta Hozan Mizgîn de 32 sal derbas bûn lê ew hê jî bi stranên xwe zindî ye û dengê wê di guhên me de ye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha behsa Hozan Mizgîn dike: “Ew keçik ji aliyê PKK’ê ve hatibû afirandin. Di temenekî ciwan de tevli tevgerê bûbû. Layiqê PKK’ê bû. Tu carî dijberî xeta PKK’ê nebû.”