Saturday, June 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Cejna Dayikê A Cîhanî

13/05/2024
in Uncategorized
A A
 Cejna Dayikê A Cîhanî
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên

Cejna Dayikê pîrozbahiyeke salane ye ku li deverên cuda yên cîhanê ji bo dayîkan tê lidarxistin. Dîroka pîrozkirina roja dayikan li her welatekî bo welatekî din diguhere.

Li gelek welatên cîhanê, her sal hefteya duyem roja yekşemê ya meha Gulanê weke cejna dayikê tê pîrozkirin, her wiha li welatên erebî her sal dikeve 21`ê Adarê de, bi wesîleya vê rojê li ser girîngiya hebûna dayikan a di nav civak û jiyana mirovahiyê de tê sekinandin. Ked, evîn û heskirina dayikê ku nayê tarîfkirin di vê rojê de tê bibîrxistin û ji bo dayikan diyarî tên dayîn.

Di sedsalên 19’emîn û 20’emîn de êdî dayiktî girêdayî bûyerên dîrokî cihê xwe diyar kiriye û bûye kategoriyeke civakî, polîtîk û li seranserê cîhanê bûye îlhama tevgerên jin û femînistan. Her wiha pêşengtiya tevgerên civakî kiriye.

Roja Dayikan bi gelek şêwazên cuda li çar aliyê cîhanê di rojên cûda tê pîroz kirin, tevahî welwt t vê rojê pîroz dikin di roja Yekşema duyemîn ji meha Gûlanê ye.

Di dîroka kevnar de bi kurtî li ser Cejna Dayikê

Cejna Dayikê beşek ji dîroka kevnar e, ev bûyer vedigere dema Yewnan û Romayê ya kevnar, ji bo xwedawendên dayik Rhea û Cybele bi cejnên taybetî ew pîroz dikirin.

Cejna Dayikê bi şiklê xwe yê herî kevnar bi van her du xwedawendan tê pîroz kirin, Rhea dayika xwedayên Romayê bû û weke kesayeteke dayikbûnê dewlemendiya jinan, dayikbûn û nifşa jinan temsîl dikir.  Dayika xwedawend Cybele ew jî xwedawendek dayike.

Cejna Dayikê a ku 13`ê Gulanê tê pîrozkirin, tê zanîn ku bi cejna Xiristiyanan ya “Roja Dayikên Yekşemê” ve girêdayî ye, ev bi kevneşopî dikeve roja Yekşema çaremîn ji rojiya mezin, roja ku malbat vedgeriyan dêra xwe ya herêmî.

Yekemîn car Cejna Dayikê li DYE hate pîrozkirin

Li eyaleta Virginia ya DYE’yê mamosteyek jin bi navê Anna Jarvis, dayika wê ku di sala 1905’an de jiyana xwe ji dest daye, her sal dayika xwe di vê rojê de bi bîr dianî, bi hewildanên wê yên domdar ji bo tesbîtkirina vê rojê weke rojeke ji bo dayikan, di 8’ê Gulana 1914’an de Kongreya DYE’yê vê rojê wek nîşaneya rûmetkirina dayikan wekî roja dayikan pejirand û ji wê rojê şûndetir bi awayekî fermî roja dayikan her sal di hefteya duyemîn a Gulanê de tê pîrozkirin.

Bi danûstendina çandan, pîrozbahiya Roja Dayikan a Emerîkî veguheriye pîrozbahiyek cîhanî ku her welatek di rojên cûda de pîroz dikin. Lê piranî di meha Adar, Nîsan û Gûlanê de bi hatina buharê re di rojên cuda de pîroz dikin.

Cejna Dayikan li welatên erbî

Cejna Dayikê li piraniya welatên erebî di 21`ê Adarê de tê pîrozkirin. Di destpêka de li Misirê ji aliyê rojnamevan Mistefa Emîn ve hat pijrandin. Mistefa Emîn damezrînerê rojnameya Axbar El-Yûme di sala 1955`an de, dema ku wî çîroka yek ji dayikan bihîst ku hatibû serdana wî li nivîsgehê, vê dayikê jê re behsa êş, azarên û sebra xwe ya li hember zehmetiyan û nerazîbûna xwe ya li hember zextên malbatî û civakê kir, piştî ku hevjînê wê wefat kir û fikra zewacê red kir da ku zarokên xwe xwedî bike, lê zarokên wê piştî zanîngeh qedandin û zewicîn, berê xwe dan jiyana xwe û bi tevahî ji dayika xwe dûr ketin, lewra fikra wî ji bo roja dayikan bû da ku fezîletên dayikan bîne bîra zarokan.

  Cejna Dayikê li Sûriyeyê

Tê zanîn ku roja dayikê li Sûriyeyê di 13`ê Gulanê dihat pîroz kirin, lê ji ber pevçûnên siyasî û zihniyeta netewperestî ya rêjîma Bees di wê demê de, roja dayikê xistin roja 21`ê Adarê ku dikeve cejna Newrozê de, gelê kurd li Sûriyeyê cejna Newrozê pîroz dikirin û ev roj betlane dikirin. Di sala 1988`an serokê komara Sûriyeyê Hafiz El-Esed madek dersxist hejmara (104) roja 21`ê Adarê kir roja dayikê da ku cejna Newrozê bê paşguhkirin.

Post Views: 152
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.