Rojnameya Ronahî

Deng û awaza şoreşa Kurdistanê; Hozan Mizgîn

Birûc Resûl/Qamişlo

Kordînasiyona Hîlala Zêrîn a Qamişlo Bêrîvan Botan diyar kir ku Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe ya çekdarî bû yek ji jinên sembol a Tevgera Azadiya Kurdistanê  û bingeha Tevgera Çand û Hunerê ya Azad.

Hozan Mizgîn sala 1962’yan li gundê Bileyder a Êlihê tê dinyayê. Beriya darbeya leşkerî ya Tirk a 1980’yî, tevlî nav refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dibe. Li Êliha wê demê ku tevger û sendîkayên bihêz ên karkeran xebat dimeşand, PKK’ê nas dike. Wê demê yek ji damezrînerê PKK’ê Mazlûm Dogan li Êlihê xebatên propagandayê dimeşîne û mal bi mal digere ji bo nasandina PKK’ê. Hozan Mizgîn jî di vê demê de li gel komek ciwanên Êlihê tevlî nav refên PKK’ê dibe. Bi vî awayî dibe jina yekem a ji herêma Êlihê tevlî nava refên PKK’ê bûye.

Mizgîn ji bo perwerdeya îdeolojîk a Tevgera Apoyî, berê xwe dide kampa perwerdê ya Bekaayê. Piştî temamkirina perwerdeya îdeolojîk a PKK’ê, ew ji bo rêxistinkirina xebatên çand û hunerê Kurdî li Ewrûpayê tê wezîfedarkirin. Hozan Mizgîn li gel Hozan Sefkan ji Bekaayê diçe Ewrûpayê. Li gel Hozan Sefkan bingehê ‘Huner-Kom’ û ‘Koma Berxwedan’ê datînin.

Hozan Mizgîn piştî li Ewrupa dest bi xebatên hunerî û çandî kir, di demeke kurt de gelek stranan çêdike. Hin ji stranên wê yên navdar wiha ne; ‘Hebûn’ ‘Çemê Hêzil’, ‘Lo Hevalo’ û ‘Gundîno Hawar’. Ev berhemên hunerî yên Hozan Mizgîn û avakirina komên stranan bûn yek ji materyalên bihêz ên propagandaya şoreşê. Stranên wê, li Bakurê Kurdistanê qedexe bûn, lê dîsa jî xelkê li kasetên qedexekirî yên Hozan Mizgînê, bi dizî guhdarî dikirin.

Yekem fermandara jin e

Hozan Mizgîn piştî xebatên xwe yên serketî yên di warê çand û hunerî de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hozan Mizgîn destpêkê fermandara eyaletê ye li Mêrdînê, paşê li ser pêwîstiyan diçe herêma Xerzan. Hozan Mizgîn, li Xerzanê jî yekem jina fermandar a eyaletê ye. Li gel birêvebirina şerê çekdarî, xebateke berfireh a propagandaya çekdarî jî li Xerzanê bi pêş dixe.

Teslîmiyetê qebûl nake

Ji bo bikare xwe bigihîne jinên Xerzanê, gelek caran mîna wan çarşefê li xwe dike û xebatên rêxistinkirinê dimeşîne. Hozan Mizgîn li herêmê deng vedide û dibe armanca êrişên dewleta Tirk û nokerên wê. Di 11’ê Gulana 1992’yan de dema ji bo wezîfeyekê dixwaze ji Xerzanê biçe Tetwanê, li ser giliyê sîxûran, dewleta Tirk dor li mala ew lê digire. Hozan Mizgîn ji bo ku dijmin wê negire, ji ber ku teslîmbûnê qebûl nake, bi dermancê xwe şehîd dixe.

Di derbarê salvegera şehadeta Hozan Mizgîn Kordînasiyona Hîlala Zêrîn a Kantona Qamişlo Bêrîvan Botan ji Rojnemeya me re axivî.

‘Em ê şopdarên şehîdên ku ji bo hunera Kurdî canê xwe feda kirine, bin’

Bêrîvan Botan da zanîn ku Şehîd Mizgîn derfetek ji me re vekir ku em xwedî li dengbêjiyê derkevin û çanda stranan biparêzin û wiha got: “Stran, dengbêjî û lorîk bi dengê jinan tên nasîn. Dayikan dema ku ji zarokên xwe hez dikirin bi riya vegotina lorîkan çanda stranan bi pêş dixistin lê di nava civakê de bi hinceta şermê nedihiştin ku jin di warê hunerî de xwe bi pêş bixin û xwedî li meraqên xwe derkevin, bi taybetî di warê dengbêjiyê de. Bi derketina çirûska şoreşa Rojava û belavbûna wê di nava civakê de derfet li pêşiya jinan vebû ku xeyalên xwe yên di dilê wan de bûbûn hesret pêk bînin. Piştî avakirina navenda Çand û Hunerê û Hîlala Zêrîn jinan cihê xwe di nava komên hunerê de girtin. Koma Şehîd Mizgîn jî ya Hîlala Zêrîn a ku stranên kevnşopî yên herêma Efrînê pêşkêş dike hat avakirin. Şehîd Mozgîn bû hêz ji hemû jinên kurd re ku hunera xwe bi parêze û derbixe hole, ji ber ku dewletên dagirker hewl dan ku çand û hunere kurdî bidin tune kiri, lê bi tekoşîna şehîd Mizgîn her ku diçû çand û hunere kurdî zindî dibû. Em şopdarên şehîdên ku ji bo hunera Kurdî canê xwe feda kirine ne.”

‘Şehîd Mizgîn sembola çand û hunera azad e’

Bêrîvan da zanîn ku Şehîd Mizgîn bi tekoşîna xwe ya leşkerî û hunerî dixwest ku şoreşa jinê were avakirin û wiha domand: “Şehîd Mizgîn bi huner û qilêşa xwe tekoşîneke pir mezin da meşandin, her wiha her çar parçeyên Kurdistanê bi dengê xwe xemiland û bû sembola çand û hunerê, di heman demê de bi çek û rextê xwe bû pêşenga avakirina şoreşa jin, wek tê zanîn ku şoreşa 19`Tîrmehê bi şoreşa jinê tê nasîn, ev jî heza ku şehîd Mizgîn, Bêrîtan, Zîlan û Viyan ji hemû jinan re hiştin û bi taybetî ji jinên kurd re ku bi rê û armanca wan hevalan pêk bînin û azadiya jinê bi dest bixin. Di heman demê de Şehîd Mizgîn di aliyê hunerê de şerekî pir mezin da meşandin, dema em dibêjin şerê hunerî, helbet ne stran û dengbêjin normal di got. Stran û dengbêjên şehîd mizgîn tevahî li ser berxwedanî û tekoşîna gelê kurd dide meşandin tanî ziman û aliyeke din jî li ser çand û hunera Kurdî ya resen bi riya stranên xwe ji her çar parçeyên Kurdistanê belav dikir, da ku çand û hunere kurdî her dem zindî bibe û newe qirkirin.”

Tekoşer û pêşenga çand û hunerê Şehêd Mizgîn

Bêrîvan Botan di dawiya axaftina xwe de pal kişand li ser tekoşîna jinên kurd yên ku koletî û zordariyê qebul nekirina û li hemberî wê jî serî rakirin û wiha got: “Dewletên desthiledar hewl dan ku çand û huner û zanista jinê bidin tune kirin. Lê bi tekoşîna şehîd Mizgîn û gelek şehîdên jin, êdî ew jinên bindest ku li ser wan tundî tê meşandin, serî rakirin û wekî her mirovekî daxwaze mafê xwe kir, bi pêşengiya hevalên me yên hunermend û tekoşer gelek jin hatin rizgar kirin, her wiha deng û rengê jinên kurd li tevahî cîhanê hat belav kirin, di heman demê de di warê leşkerî de jî bi mînek ji hemû artêşên cîhanê re. li ser vê bingihê emê şopdarê riya van hevalan bin ku di roja me ya îro de hemî nifên me li ser deng û awaza kurdî mezin dibin, her wiha ev jî xeyala şehîd Mizgîn bû ku êdî zimanê kurdî bi rehtî were li ser ziman û bê tirs û roj bi roj emê çand û hunera kurdî ya resen bi parêzin, ji bo ku em xwedî li tekoşîn û keda şehîd Mizgîn derbikevin. Di kesayta Şehîd Mizgîn de em hemî şehîdên çand û huner û yên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin.”