Esma Mistefa/Qamişlo
Jin bi firşeyên xwe ên şêwakariyê teysandina rastî û mijarên civakî di tabloyên xwe de, derdixînin pêş. Roz û Rojîn ku di 9’emîn Pêşengeha Salane ya Hunera Şêwakariyê de beşdar bibûn, serpêhatiyên hunera xwe a şêwekariyê vegotin.
Jinên xwedî pêşe, behre û jêhatiyan divê xwedî li van berhem û hunerên di hundir xwe de derkevin. Her çendî li hember wan ferasetên civakî yên kevneşop bibin asteng jî, lê divê îradeya serxistin û pêkanîna wê de xwedî helwest û hêz bin.
Jinên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gavên erênî di vê warî de avêtin e. Jinên ku berê di malê de bûn, niha bi behreyên xwe derdikevin pêş û hunerên xwe derdixînin. Her wiha jinên ciwan yên ku bi vê Şoreşê re mezin bûne, bi helwesta ku êdî tiştek li pêşiya wan nasekine û nabe bend dest bi pêk anîna ramanên xwe dikin.
Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê 9’emîn Pêşenga Şêwakariyê li bajarê Qamişloyê li dar xistin. Di wir de Jina Ciwan a bi navê Roza Rodî Omer û Rojîn Ehmed Mihemd yên ku bi tabloyên xwe tevlî pêşengehê bibûn, ji Rojnameya me re vegotina serpêhatiyên xwe yên di aliyê hunera xweşik de kirin.
Jina Ciwan Roz Rodî Omer 18 salî ye ji bajarê Qamişlo wiha dibêje: “Min ji 14 saliyê de dest bi karê şêwekariyê
kiriye. Mereq û hezkirineke minî pir mezin di xêzkriin û rengkirinê de hebû. Dema min dest bi vê hunerê kiriye herî zêde bi fehim min tablo çêdikirin, lê niha min xwe fêrî xêzkirina tabloyên bi rengên avî kiriye. Her wiha ez di gelek festîval û pêşengehan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de beşdar bûme û heyanî niha 50 tabloyên min hene”.
Êş û rengê jina Kurd di tabloyekê de
Roz di derbarê naveroka tabloya ku bi rengê jinê hatiye xêzkirin de wiha got: “Min xwest bi tabloyeke ku bi rengê jinê hatiye hunandin beşdarî vê pêşengehê bibin. Tabloyê de wêneya jineke Kurd min xêzkiriye. Min xwest bi rêya vê tabloyê de balê bikşînin ser zehmetî û zilma ku jin tê re derbas dibin, her wiha li ser cil û bergên jina Kurd yên kevin ku divê niha jî ev cil bên lixwekirin û bikaranîn. Yanî min him êşa jin him jî rengê jina Kurd xist yek tabloyê de”.
Roza di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku divê jinên ciwan li ser hezkirin û pêşketinên di hundir xwe de kar bikin û hewil bidin bighînin encamê, her wiha ew li ser pêşxistina hunera xwe hîn zêdetir bi mereq û çalak e.
Xwezaya bêdeng
Rojîn Ehmed Mihemed mamosteya wêne ye û ji bajarê Qamişlo ye Rojîn derbarê destpêkirina wê ji wênexêziyê
re wiha dibêje: “Min ne gelek zû de dest bi xebatê wênexêziyê kiriye, ev nêzî 5 sala ye ez tabloyan çêdikim. Lê ji biçûkaniya min de mereqa ku ez bibim şêwekar di dilê min de ye, ji ber hişmendiya civak û kevneşopiyên wê heyanî ku min xwendina xwe qedand û şûnde min dest bi vê behra xwe kir. Heyanî niha nêzî 15 tabloyên min hane. Destpêka ku min destpêkiriye bi qelem û fehim bû, hêdî hêdî min xwe di gelek aliyan de bi pêş xist”.
Rojîn wiha behsa beşdariya xwe a festîvalê re û naveroka tabloya xwe dike: “Beşdariya min a ji festîvalê re da ku ez bibînin û bizanibim ku hevalên min çawa tabloyên xwe çêdikin û di heman demê de ez jî ji wan sûdê werbigrim û fêr bibim. Berê jî ez di hin festîvalan de beşdar bûme, weke Festîvala huner û wêjeya jin. Bi taybet tabloya ku pê beşdarî vê pêşengehê bûme li ser xwezaya bê deng diaxive. Min xwest ez di rêya vê tablyê re bêdengî û xweşikbûna xwezayê derxînim pêş”.






