Rojnameya Ronahî

Sembola azadiyê û Şehîdê sêdarê; Ferzad Kamanger

Ferzad Kemanger û rêhavlên xwe  yên şoreşger di şert û mercên herî zehmet de di nav girtîgehên tarî yên rejima Îranê de tovê azadî û berxwedanê çandin. Wana li şûna teslîmbûnê rêya serkeftinê girtin.

Piştî her sê şoreşên gelan ên Îranê, demek bû Rojhilatê Kurdistan û gelên azadîxwaz têniyê tevgereke siyasî û şoreşger bûn. Ta wê dema ku ji nûve dibin fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dest bi xebata fikrî û çekdarî hat kirin. Tîrêjên şoreşê gihişt nava gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî. Heta tîrêjên şoreşê gihan hin ji wan cihên ew sed sal bûn ti şoreşek Kurdî lê derneketibû.

Piştî damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û pêşketina şoreşa civakî, li Rojhilatê Kurdistanê bi sedan ciwanên Kurd tevlî nava refên gerîla bûn. Li nava bajaran de rêxistinên siyasî û sivîl jî pêşket. Di beramber de rejima Îranê dest bi pêla girtin û qetilkirina ciwanên Kurd kir. Lê ciwanên Kurd di têkoşîna xwe de wê yekê piştrast kirin ku li cem wan bi can fedakirinê jiyan destpêdike û bi darvekirinê jî serê Kurdan bilind dibe û şewq dide.

Di berbanga 9’ê Gulana 2010’an de çar têkoşer û şoreşgerên gelê Kurd li gel şoreşgerek Îranî, li girtîgeha Evîn a Tehranê ji aliyê rejima Îranê ve bi hinceta ku endamên PJAK’ê ne, hatin bi darvekirin. 14 sal di ser darvekirina van şoreşgeran re derbas dibe, mûma ku wan pêxist, heta niha jî bûye çirayek ji bo rêya têkoşer û xebatkarên Kurd.

Ferzad Kamanger

Ferzad Kamanger di sala 1976’anb de li bajarê Kamyaran a ser bi Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Endamê Meclîsa Sendîkaya Mamostayan û endamê Rêxistina Jîngehparêz a Ask bû. Zarokên Kurd fêrî xwendin û nivîsandinê dikir. Herwiha bi navnavê Siyamend di Kovara Royand de nivîs dinivîsî. Herwiha çalakvanekî naskirî yê mafê jinan bû. Di meha Tebaxa sala 2006’an de li Tahranê li gel du hevalên xwe hate girtin.

Di dema taziyeya Kemanger de dayîka wê di got; “Rêya wî negirin, wî rêya mirovayetiyê girtiye. Min kotira xwe ji bo dibistanê şand, min Ferzadê xwe ji bo civakê perwerde kir, ez wî pêşkêşî Kurdistanê dikim.”

Şîrîn Elemholî

Şîrîn Elemholî di sala 1981’an de li  gundê Dêmkişlak’ê yê bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. 7 bira û 2 xwişk hebûn. Di sala 2006’an de beşdarî nava refên gerîla bû. Di 25’ê Nîsana 2008’an de li Tehranê hate girtin û di roja 9’ê Gulana 2010’an de hate darvekirin.

Şehîd Şîrîn li girtîgehê li dijî êşkencekirinê dest bi grevê dike û 22 rojan berdewam dike, heta ku sewqî qawîşa 29’an a jinan a Girtîgeha Ewîn a li Tehranê dikin. Piştî 6 mehên êşkenceyê dibin beşa jinan a heman girtîgehê. Di 19’ê Kanûna 2009’an de bi îdiaya endama Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) cezayê darvekirinê lê tê birin. Tevî ku li dijî vê biryarê kampanya îmzeyan hate destpêkirin, lê dîsan hate darvekirin.

Ferhad Wekîlî

Ferhad Wekîlî di 23’ê Gulana 1966’an de li bajarê Sine ji dayik bûye. Kurê Şerîfe û Mihemed Seîd bû. Zanîngeh qetandîbû. Bavê sê zarokên bi navê Hengame, Hewram û Hewraz in.

Di salên ciwantiyê de dest bi karên civakî û siyasî ji bo riya azadiya Kurd û Kurdistanê dike. Ji ber van kar û xebata xwe di 2006’an de  li cihê kar (Saziya Ziraetê ya Sine) j aliyên hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hate giritn.

Ferhad Wekîlî di girtîgehên Ewîn, Recayî Şar û Kirmaşan tê êşkencekirin. Piştî salek û nîvê yê girtin û êşkencekirinê di 30’ê Çileya sala 2008’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi dadgehkirinek 7 deqeyî û bê parêzer cezayê 10 salan û cezayê darvekirinê lê tê birîn. Di 9’ê Gulana 2010’an de tê darvekirin.

Elî Heyderyan 

Elî Heyderyan  di sala 1980’an de li Sine ji dayik bûye. Xwendina xwe li wir temam kir û di sala 2001’an de beşdarî nava refên gerîla bû. Di 16’ê Mijdarê de li paytexta Tehranê ji aliyê hêzn Îranê ve hate girtin. Piştî 18 mihên êşkencekirinê di dadgehkirina 10 deqeyî û bêamadebûna parêzer bi îdiaya endamê PKK’ê ye, cezayê darvekirinê lêhate birîn.

Şehîd Elî Heyderyan di nameyek xwe de eşkere dike ku dema ji dadwer xwestine belgeyên van îdiayan nîşan bide, dadwer wiha bersiva wî dide; “Cezayê dosyayên siyasî ji aliyê saziyên ewlehiyê ve tên dayîn. Ez tenê dixwînim.” Piştî dadgehkirina bêdadperwerî, dibin girtîgeha Ewîn û di 9’ê Gulana 2010’an de tê darvekirin.

Mehdî Îslamiyan

Mehdî Îslamiyan yek ji wan girtiyane ku li gel 4 girtiyên siyasî li Girtîgeha Ewîn a Tehanê hate darvekirin. Mehdî di 3’yê Gulana 2008’an de hate girtin. Di 5’ê Kanûna 2009’an de bi îdiaya endamê Meclîsa Paşayetî û bi alîkariya birayekî xwe teqînek li mizgeftekî bajarê Şîrzad pêk aniye bi cezayê darvekirinê hate cezakirin û di 9’ê Gulanê de hate darvekirin.