Rojnameya Ronahî

Navenda Şerê cîhanê yê sêyemîn;Rojhilata Navîn

Mihemed Xanim

Li gorî geşedan û bûyeran, şerê cîhanê yê seyemîn bi hemû lez û beza xwe  didome. Hêzên hegemonîk jî tê de hemû dewlet û hêz bi awayekî tevlî vî şerî bûne. Lê belê navenda vî şerî jî weke gelek şer û qonaxên dîrokî, dîsa Rojhilata Navîn e!

Her sedsalê carekê pergala dewletî şerekî cîhanî yê parvekirin û rêkûpêk-kirinê dertîne. Çawa ku sedsala borî bi Sykes-Pîcot peymana parvekirina Rojhilata Navîn pêk hat û li ser esasê wê peymanê şer, tifaq, lihevkirin û dijminatî çêbûn; niha jî heman hêz bi heman awayî peymanan saz dikin û dixwazin êdî bigihên encamê. Dibe ku em piştî sedsalî hûrgiliyên îro diqewimin, fêr bibin. Çimkî tiştek di tariyê de namîne û teqez rojekê wê derkeve roniyê.

Şerê cîhanê yê sêyemîn bi şerê Kendavê dest pê kiribe jî, bi destwerdana DYA’yê ya li Iraqê bi awayekî fermî dest pê kir. Piştî wê navbereke kêm ketibê jî, bi pêvajoya ‘Bihara Gelan/Bihara Ereban’ re ji nû ve dijwar bû û heta niha jî bi hemû şewatgeriya xwe ve didome.Weke me li jor destnîşan kirî xisleta vî şerî pir-reng e. Şer bûye şerê dîplomasî, enformasyon-ragihandin, îstîxbarat û teknîkê. Cîhana du enî, niha bûye hezar enî û alî. Ango ka û ceh tevlîhev bûye; kî dostê kî ye, kî dijminê kî ye, bi xetên stûr ne diyar e!

Di vê dorhêlê de li Rojhilata Navîn welatê ku rastî destwerdanê nehatî, tê de şer û hilweşîn pêk nehatî hema bêje nema; tevahiya welatên Rojhilata Navîn li pişt perdê rastî gelek destwerdanên aborî, dîplomatîk, siyasî hwd hatine.

Heke em li geşedanên van demên dawî pêk hatî binêrin dê rewş baştir bê fêmkirin. Şerekî gelek zirav lê bêhempa di navbera DYA û Rûsyayê de pêk tê; lê yan bi wekaletî yan jî sernixumandî ye. Mînaka vî yekê jî şerê di navbera Rûsya û Okraniya, herwiha şerê di navbera Îsrayî û Hemasê de ye.

Dewleta Tirk a ku li ser du benan behlwaniyê dike, dixwaze li djî DYA’yê Rûsyayê, li dijî Rûsyayê DYA’yê bikar bîne, hat dawiya lîstika xwe. Lewre her du hêz jî di ferqa vê lîstoka Tirkiyê de bûn û ji ber xisleta şer a li qadê heta cihekî çavê xwe jê re digirtin. Lê ‘reva pisîkê heta kadînê ye’ û niha pisîk di kadînê de asê maye! Jixwe ev çend sal in ku dewleta Tirk geh bi çeteyan, geh bi penaberan gefa li Rûsya û hikumeta Şamê dixwe.

Rûsyayê, piştî li qadê destê xwe xurt kir, li dewleta Tirk vegerya û piyên wê ba da. Herwiha dewleta Tirk li gorî berjewendiyên xwe yên di herêmê û cîhanê de da bikaranîn.

Di roja 24’ê Sibata 2022’an Rûsyayê diyarkir li dijî Okraniyayê dest bi êrişeke berfireh kir. Li aliyekî welatên ku piştgirên Rûsya bi hemû hêza xwe pişta Rûsya girtin. Li Aliyên din DYA, Birîtaniya, Firansa û tevahiya welatên Nato piştgiriya OKraniyayê kirin. Li vir Erdogan xwest careke din ji vî şerî sûdê bigre û dirûtiya xwe eşkere kir. Erdogan li aliyekê sezayên ku DYA li ser Rûsya sepandin pêk nanî û bazirganiya xwe pê re berfirehtir kir, li aliyê din jî belafirê bêmirov yê ji cureya Bêrqdar dida Okraniyayê. Herwiha li Ser xaka Sûriyê jî bi Rûsya re di nava hemhengiyeke xurt de bû.

Di  7’ê Cotmeha 2023’an  bûyereke pir bibandor li Rojhilata Navîn rû da. Tevgera Hemasê ya filestînî li dijî  Îsrayilê êrişeke dijwar pêk anî û di encamê de 1200  Îsrayîlî ku di nava wan de jin û zarok jî hebûn hatin kuştin û 239 îsrayilî ji aliyê Hemasê ve hatin revandin.

Piştî êrişî artêşa Îsrayilê bi awayekî dijwar êrişî Gezayê kir û heta roja îro jî ev êriş û şerê di navbera Hemas û Îsrayî de bi hemû hêza xwe dewam dike. Di encamê de bi 10 hezaran filestînî hatin kuştin û Xeza bi temamî hat rûxandin. Li gorî rêxistina Tenduristiya cîhanî zêdeyî 2 milyon filestînî bi birçîbûnê re rû bi rû mane. Serokê Rêxistina Tenduristiya cîhanî rewşa xeza wiha vedibêje,”Xeza bûye navçeya mirinê.”.

Geşedanên leşkerî û siyasî yên li Xezayê nîşan didin ku şer ber bi nediyarbûnê ve diçe û hemû senaryo gengaz in, ji ber ku herdu aliyên şer vî şerî wek qonaxeke girîng û dawîn dibînin, ku eger Îsraîl bi ser bikeve dê di encamê de Hemas bi temamî bi dawî bibe û di herêmê de koalîsyoneke herêmî, navneteweyî û erebî bê avakirin û armanca wê koalîsyonê hêzên girêdayî Îranê yên li Sûriye, Iraq, Lubnan û Yemenê ye. Eger Îsraîl bi ser neket û rewşa Xezayê nehat guherîn jî wê demê Hemas dê vê yekê wek serkeftinekê li dijî Îsraîlê ragihîne. Di encama analîzkirina borî de diyar dibe ku li pêşiya hewldanên rawestandina şerê Xezayê gelek astengî hene nexasim piştî zêdebûna piştgiriya ji Hemasê re û şermezarkirina êrişên Îsraîlê ku ev ji bo Hemasê baş e.

Tevî ku hemû hêzên navneteweyî û herêmî ji encamên şer tirsiyane lê dîsa jî hemû çareseriyên pêşniyarkirî dûrî rastiyê ne, wek avakirina rêveberiyeke ji aliyê dewletên erebî yan navneteweyî ji bo rêvebirina Xezayê ku ev jî ji bo şêniyên Xezayê dagirkirineke nû ye. Di encamê de alozî roj bi roj kûrtir dibe, ya herî zêde dixwaze sûdê jê bigre jî dewleta Tirk a dagirkere, Erdogan xwe wekî xelaskarê filestîniyan bi nav dike û di ragehandinê de îsrayîl weke dijmin bi nav dike, lê di paş perdeyê re bazrganiya xwe ya bi Êsrayîlê re du qat zêdetir dike û perçeyên pêwîst ji bo çêkirina çekan ji Til abîb re dişîne.

Bûyereke din ku mirov nikare çavê xwe jê bigre li Rojhilata Navîn qewimî, bi 10 salane ku Îran gefan li Îsrayîlê dixwe, lê evcara yekê bû ku Îran bi 100’ê balafirên bêmirov û mûşekên dirêj êrişî Îsrayîlê kir. Tevî ku vê êrişê tu ziyanên mezin neghand Îsrayîl jî, lê gelek xetên sor hatin jêbirin û siyaseteke nû li tevahiya Rojhilata Navîn re ji aliyê hêzên cîhanî yên serdest ve tê sazkirin.

Di encamê de eger mirov tevahiya kirîzên li Rojhilata Navîn analîz bike, şopa tiliyên dewleta Tirk a dagirker di tevhaiya kirêzan de heye, herwiha tê xuyakirin ew hatiye erkdarkirin da ku bi rola kurkirina kirîzên li Rojhilata Navîn rabe.

Rojhilata Navîn bi giştî ber bi rewşeke pir dijwar û metirsîdar ve diçe,  çareseriya herî guncaw jî avakirina pergaleke demokratîk e ku tê de hemû pêkhate cih bigirin, ev jî fikrê neteweya demokratîk e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derxistiye holê. Herwiha bi avakirina pergaleke bi vî rengî  wê dawiya faşîzim û hêzên dagirker bê.