Rojnameya Ronahî

Li Kurdistanê rastiya ziman

 Rûstem Jiyan

Dikare bê gotin ku di rêzenivîsa xwe ya beriya niha de me hewl dabû ku hindek behsa têkiliya mirov û ziman bikin, niha jî emê hindek bal bikşînin li ser cureyên wan.

Zimanê ne bi deng:

Bêguman mirov xwediyê hêzekî wisa ye ku gelek caran tiştên ku bi dihan ropel nivîs, an bi hezaran peyvên ku nayên îfade kirin, bi lebateke piçûk ya bedenê dikare hest û ramanên xwe bîne ser ziman.

Gelek mijarên ku em nikarin bibêjin hene, bi hezaranin lê bi mîmîkên xwe ango bi tevgerekî piçûk dikarin kesên li derdora xwe bidin hîs kirin ku em çi dixwazin bibêjin, an çi naxwezin bibêjin. Ev jî zimanên bedenê dide îfadekirin. Ger em li gera dîrokê binêrin emê vî tiştî bibînin, ku zimanê bedenê bi emrekî dirêj dewam kiriya.

Zimanê bêdeng ji çend xisleta pêk te, sîmên ku mirov diyar dike û hestên ku têne jiyan kirin. wekî nimûne di rûyê mirovan de gelek komên biçûk ên kas hene. Her yek jî wan îfadeya mercekî dike, yanî objektîf û sobjektîf di diyardeya kêliyê de xwe dide der. Xeydandin, qîrîn, şahbûn û hwd, dide rûyê mirovan. Ev xisos li gel her zindiyekî de îcad dibe, bi mîmîkên xwe dikare peyamên girîng bide kesê/a hemberî xwe. Yanî em dikarin bibêjin ku mîmikên ku bi rû diyar dibe girêdayî vîn û hestên hindirîn yê mirovan in.

Di kurdî de axefinekî pêşiyan heya dibêje: ” dar li ser koka xwe û mirov li ser zimanê xwe şîn dibe”. Dibe ku axeftinekî ji bona gelek kesan ne watedar be, lê gotineke ku bi awayekî pir baş muhra xwe li dîrokê dide.

Ji bona mijarên ku em tînin ziman baş were famkirin em ê bi hin mînakên din yê girêdayî vê mijarê ve, şîroveyan bi pêşde bibin.

Di sê çerxeya mirov de her demî tesbît hene, hin caran tesbîtê ku têne kirin bi hişmendiyê ve girêdanekî xwe yê girîng heya. Yan jî ji bona tesbîtekî rast hizrekî ji rêzê heye û bi hevokê hebûna xwe dide der.

Hin çaran em di jiyanê de rastî gelek bûyeran tên lê em wê hêzê di xwe de nabînin ku rexneyan bi pêş bixin, ku kesê kêmaniyan jiyan dikin em ji wan re bibin hêza çareseriyê, lê bi giranî îfadeyekî çênabe ku nirxandinê de astengî dikişînin, wê demê tû hêza xwe ya bedenê didî xebitandin, ev bi riya sîmeyên rû dibe an jî bi helwest dibe, di dawî de mijarên ku tû dixwazî bi lêv bikî digihînî wî/ê kesî ku wekî nameya xwe bi kar tîne. Herweha di beşa Tiyatroyê de jî hin caran ji bona ku tû nameya xwe bigihînî kesên te temaşe dikin, Zimanê bêdeng didî bi kar anîn ku ji bona peyama xwe bighînî, hemû organên laş dixî hereketê de, ji vî re jî te gotin (pandomim) ev peyv jî peyvekî yûnanî ye, di wateya çi di jiyana mirovan de çêdibe wekî teqlîd li ser dikê tê pêşkêş kirin.

Zimanê Danûstandinê

Dema mirov behsa zimanê danûstandinê dike, yek ser diyalogên ku di navbeyina kesan de çêdibin tê bîra mirov. Di axaftinê de, ji bona kesên hemberî te bi riya dengek ango komek dengên bi mane bikî, peyama xwe radighînî. Ew dibe navgîneyekî peywendiyê di navbera mirovan de ku hest, ramanên xwe tîne ziman. Mirov naxwaze ku sohbetê di vî derbarî de biqedîne, gihandina buyerekî, gotina çîrokekî ango li hemberî girseyekî hîtabet kirin li gorî zanîna xwe bi şikil dike û rengekî digire. Gelek kom mirov hene ku mîna çêran bikin diaxivin. Lê ev rewş di her zimanî de û li her devera dinyaê wisa ye.

Zimanê Nivîskî 

mirov her demî di dîrokê de hewil dane ku li hemberî pêşketinê bibin xwedî avaniyekî saxlem ku bikaribin xwe bi rêve bibin. Herweha mijara zimanê nivîskî jî heman xisleta, ku mirov îcad kiriya ji bona neslên werin bibin xwedî qenat û newên ji bîr kirin. Her weha mirov di vê derbarê de hiziriya, ku pîwîstiya wî bi tiştekî heya ku were bi bîr anîn, ji bona wê li riyekê geriyane. Ev buye sebeb ku pîwîstî bi nivîsandinê hebe.

Li vir xwiya dike heya mirov ji zimanê axaftinê derbasî zimanê nivîsê buye, bi milyonan sal derbas bûne. Zaniyarên arkeologan li ser lewhên kevirî yên ku bi bermahiya mirovan çêbûye, îşaret û resmên çîzkirî dîtine. Bi demê re ferq kirine ku ev resim û îşaretên çîzkirî, bi pergalekî diyarker weke nivîsê hatiya rêzkirin. Bi awayekî domdar ev nivîs bi baweriyekî mezin hatiya çîzkirin. Bê guman nîvîsên heirogirafî zêdetir li misirê hatiya dîtin. Ev jî ji bona şaristaniyê bûye mal û wekî bermahiyê şaristaniya misrê hatiya qebûl kirin.

Di zimanê misrê yê nivîsê de Heirografî wekî şêwazekî fermî ji bona tomarkirina buyeran li ser abîdeyên olî, metênin, dîwaran, parestgihan, peykeran û li ser gureyan hatiye çîzkirin. Niha dema ku artêşa misriyan diçûne seferê her yekî li ser dîwarekî, anog li ser lewheyekî navê xwe dinvîsî ku ji bona ger venegere werê bi bîr anîn. Heta hin kesan sembol didane resimandin. Ev jî dihişt ku di nava civakên misirya kevin de hafîzeyekî xwirt çêbike. Bi vî rêbazî xwestine ku peyamekî bidin mêjûyê, pêşerojê.

Herweha di nava nivîsên misiriyan yê kevin de û herî girîng nivîsandina navê wan, navê Bav,dayik û xwişkan bû. Ji ber wan bawer dikirin ku vejîna li axretê pîwîst e, ji bilî parestina laşê wan navê kesekî diyarker ku hemûyan temsîl dike werê nivîsandin. Yanî wisa dihizrîn ger hîsab werê xwestin jî pîwîste karekî baş hebe ku li bihiştê werê parastin û karê wî yên ne baş were afû kirin.

Di serdema nûjen de dîtina kevirekî bi navê xwe (Reaşt) niha jî ew kevir li mûzexaneya birîtanyê ye, ku ji hêla efserekî firensî ve di hemleyekî de hate vedîtin. Bê guman wî kevirî bandoriyekî mezin li navê misirê kir, ku wekî bermahiyekî misiriyan hate qebûl kirin. Dîtina nivîsa bizmarî wekî destpêka şaristaniyê te dîtin. Ji ber nivîsa bizmarî beriya zayinê bi 4 hezar sal, li misrê hatiya bi kar anîn. Şaristanya Misrê jî mîna yekem şaristaniya ku di dinyayê de tê qebûl kirin.