Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Daxuyanî ji bo raya giştî

02/04/2024
in Uncategorized
A A
Daxuyanî ji bo raya giştî
Share on FacebookShare on Twitter

Ji Kawayê Hesnkar ta Kawayê hemdem Mezlûm Doxan, Ji Ehmedê Xanî ta Cegerxwîn û Celadet Bedirxan, ji Seyd Riza ta Qadî Mihemed û Abudulla Ocelan gelê kurd bi sedê salan berxwedan û tekoşînê dide meşandin ji bo bidestxistina hebûn, nasname, ziman, çand û dîrok xwe û bi taybet piştî hevpyama Qesra Şêrîn û Lozanê ku Kurdistan di navbera pençên dewletên  desthilatdar de hat parçekirin, pişaftin, qirkirin û tunekirin. Her wiha di bin hemû şert û mercên stamkarî, koletî, bindestî, êş û azaran re jî,  jiyan kir û rû bi rûyê qirkirinê ma. Lê belê tevî hemû hewildanên dijminê kurd û Kurdistanê ji bo windakirina gelê kurd û nexşeya Kurdistanê, nikarîbû îrade û vîna vî gelî bişkîne û ji hole rake, berovajî wê her ku dem diçe ev gelê berxwedêr berxwedana xwe xurtir û bilntir dike û hebûna xwe ji hemû cîhanê re ispat dike û bi taybet piştî roja pîroz, roja vejîna gelê kurd ku di bin batonê de hatibû veşartin.Bi rojbûna Rêber Apo êdî kurd bûn xwedî rêber û hebûn û xwesteka Ehmedê Xanî bi cih hat dema ku digot xwezî me jî hebûye xwedanek. Bi hatina Rêber Apo û damezarandin tevgera azadiyê û pirên ku jinên leheng ji cane xwe saz kiribûn ji 8 Adarê heta 21’Adarê û guleya yekemîn ji Egîdê leheng, careke din kurd bûn xwedî deng û reng di jiyanê de û ne tenê di her çar parçên Kurdistanê de lê belê di hemû cîhanê de, êdî doza kurdî di qadên navnetewî de tê nîqaşkirin û ji bo ku kurd bighêjin azadiya xwe tim û tim di berxwedan û tekoşînê de ne.

Bi taybet di dawiya sedsala 20’an de û destpêka sedsala 21’ê ku Rêbertî gotiye sedsala azadiya jin e, lewma em dibînin çawa bi pêşengtiya jina kurd li her çar parçên Kurdistanê jin bi rol û misyona xwe radibe û bi taybet di hilbijartinên şaredariyan ên bakurê Kurdistanê bi vîn û hêzeke pir xurt di nava gund û  bajarên kurdan de xwedî roleke mezin bû ku bihêlin kurd li dengê xwe, hebûna xwe û nasnameya xwe xwedî derkevin û bi encama kedeke mezin di 75 bajaran de kurd bi serketin û pilanên partiya AKP’ê ya faşîst têk birin. Ev sîstema ku bi hemû rê û rêbazan dixwaze kurdan ji holê rake, lê belê bi hevgirtina gelê kurd û kesên azadîxwaz pilanên Erdoxanê faşîst bi bin ketin.Em jî wekî meclisa Kongira Star di Rojavayê Kurdistanê de, bi hezkirin û kêfxweşieke pir mezin pîrozbahiyên bi coş, ji dilên gerim ji DEM partî û gelê kurd li Bakurê Kurdistanê re rê dikin û em dibêjin her bi pêşengtiya jin wê serkeftin ya me be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.