Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
in NÛÇE
A A
Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Hêzên Îsraîlê rêzeçalakiyên leşkerî li ser xeta sînor li başûrê Sûriyê, berdewam dike. Di nava heftiyekê de artêşa Îsraîlê 17 caran derbasî axa Sûriyê bûye û operasyonên leşkerî pêk anîne.

Li gorî Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê, di navbera 17 û 24’ê Tîrmehê de hêzên Îsraîlê 17 çalakiyên bejayî pêk anîn, di nav de avakirina xalên kontrolê û lêgerîna sivîlan û şeş êrîşên hewayî ku tê de firînên giran ên ji hêla balafirên şer, helîkopter û balafirên keşfê ve hebûn.

Her wiha du êrîşên hewayî jî hatin tomarkirin, ku tê de bombe ji dronan hatin avêtin, digel sê bûyerên gulebarana makîneyan û topan ku di encamê de zarokek û ciwanek birîndar bûn û du ciwan hatin girtin.

Dema bûyeran

Di 17’ê Tîrmehê de hêzek leşkerî (çar wesayît û buldozerek) ket malên sivîlan li Abdîn li Deraayê. Dewriyeke din ket herêma Bendava Ruweyhîna li Quneytrayê lê piştî demeke kurt vekişiya. Di heman demê de, balafirên şer bi firîna li ser hewza Yermûkê qada hewayî ya Sûriyeyê binpê kirin û dronekê bombeyek li nêzîkî sivîlan li ser rêya Me’ariye-Ebdîn avêt.

Di 18’ê Tîrmehê de dewriyeke Îsraîlî ket gundê Tell Ehmer el-Şerqî, Bendava Kodna û Seyda el-Henût li Quneytrayê. Di heman demê de, du operasyonên hewayî  bi balafirên keşfê û helîkopteran li ser Bendava Kodna û deverên ku dirêj dibin heta “Sêgoşeya Mirinê” û derdora el-Kiswah li gundewarê Şamê pêk anîn. Dronekê du bombeyên deng di navbera Ebdîn û el-Erdayê de avêtin.

Di 19’ê Tîrmehê dewriyeyek ket gundê El-Semdaniya el-Şerqiyah xaleke kontrolê ya demkî ava kir

Di 20’ê Tîrmehê de dewriyeyek ji heft wesayîtan pêk dihat ji deriyê Tell Ebû el-Xeyser ber bi Rezaniye û Seyda el-Henût ve ket hundir û ciwanek girt.

Di 21 Tîrmehê de du dewriyên Îsraîlî ji deriyê Tell Ebû el-Xeyser ketin Wadî Reqad û gundê Seyda el-Henût .

Di 22 Tîrmehê de du dewrî derbasî derdora Bendava El-Menterah bûn.

Di 24’ê Tîrmehê de devera di navbera Berîqa û Bir Ecem, Wadî El-Reqad û Tell El-Dera’iyat li rojavayê El-Mu’ellaqa li gundewarê Quneytra hat topbarankirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.