Ayşa Silêman/ Dêrik
Şêniyên bajarê Dêrikê bi dev û zirnê û tilîliyên dayîkan pêşwaziya Rêveberê bajarê Dêrikê Şêro Şero yê ku ji hêla parêzgeha Hesekê ve hatî tayîn kirin, kirin.
Şêniyên bajarê Dêrikê bi dev û zirnê û tilîliyên dayîkan li pêșiya qewsê Dêrikê pêşwaziya Rêveberê bajarê Dêrikê Şêro Şero yê ku ji hêla parêzgeha Hesekê ve hatî tayîn kirin, kirin.
Piştî pêşwaziyê Rêveberê bajarê Dêrikê Şêro Şero axivî û wiha got:” Gelê hêja dayîk û bavên şehîdan îro rojek ji rojên dîrokî ye, ev roj berhemên 19’ê Tîrmehê ye ku 15 hezar şehîd me dan ku em gihiştin vê astê. Di dîroka Sûriyê bi giştî te rojekî rêveberekî kurd nehatiye hilbijartin li ser vê axê alîkarî nedaye gelê xwe. Lê di Sûriya nû de îro em hemû li cem hevin û hevdu dibînin ev yek berhemê şehadeta şehîdaye. Ji bo em vê yekê jibîr nekin asta ku îro roj em dibînin ne bi hêsanî hat lê bi şehadet, ked û têkoşîn hat bidest xistin. Gelek êriş li ser rêxistinên me tên kirin lê nabînin ku Rêveberê Dêrik, Qamişlo û parêzgeha Hesekê kurdin wê bikaribin mafê gelê kurd di sûriya nû de biparêzin.”
Berî ku Şêro Şero bibe rêveberê Dêrikê, ew berpirs û nûnerê Saziya Malbatên Şehîdan bû û wekî endamekî çalak di nav meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de cih digirt. Ew bi eslê xwe ji herêma Cizîrê ye, têkiliya wî bi bajarên Qamişlo û Dêrikê re heye û kurê wî yê bi navê Yelmaz di nav rêzên şervanan de şehîd ketiye. Ew di nav civakê de bi kesayetekî welatparêz û têkoşer tê nas kirin lewma gelê herêmê jê raziye. Di heman demê de ji hêla parêzgeha Hesekê ve Cîhan Seîd Hesam jî hat tayîn kirin ji bo rêveberiya Bajarê Qamișlo.







