Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
in NÛÇE
A A
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Xeta ji bo hinardekirina petrola Iraqî bi rêya Sûriyê ber bi DYA’yê ve, ji destpêka Nîsanê ve ketiye pratîkê û heya dawiya Hizêranê zêdeyî 600 hezar ton petrola xav hatiye hinardekirin.

Di nav çend mehan de rêya tankerên Îraqî yên ku ji axa Sûriyê ber bi Banyasê li Perava Sûriyê ve diçûn, veguherî korîdoreke bejahî ya xeta aborî ya birêkûpêk, armanc jê ew e ku bi sedan hezar tonên berhemên petrolê yên Îraqê ji Deryaya Spî heta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê were şandin. Ev rê di destpêkê de weke çareseriyek demkî bû ku ji ber kirîza Tengava Hurmizê hatibû destpêkirin, lê niha bûye rêyek birêkûpêk.

Di pêşveçûna herî dawî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê cara yekem dest bi hawirdekirina barên sotemeniyê ya Îraqê kir, ev yek jî bi rêya bejahî di nav Sûriyê re tê veguhestin û ji Banyasê ji nû ve tê rêkirin.

Hîna qaseya petrola ku derbasî Sûriyê dibe li gorî hinardekirina mezin a petrolê ya Îraqê sînordar dimînin jî, rêya Banyasê ji pîvana xwe ya heyî girîngtir dibe. Ev di demekê de tê ku kirîza Tengava Hurmizê hilberînerên petrolê yên Kendavê neçar kiriye ku rêyên alternatîf bigerin ku ji tengasiyên deryayî derbas bibin, di heman demê de Îraq ji aliyê xwe ve li şûna çareseriyên demkî ew li çareseriyên mayînde digere da ku rêyên hinardekirina enerjiyê cûrbecûr bike.

Qaseya petrola ku ber bi DYA’yê ve çûye:

Di destpêka Nîsanê de, karwana yekem a petrola Îraqê bi rêya deriyê sînor ê Tanfê re derbasî axa Sûriyê bû paşê ber bi depoyên parzûngeha Baniasê ve çû da ku ji bo barkirina li ser tankeran û hinardekirina wê bo bazarên cîhanî amade be.

Karwan ji 299 tankeran pêkdihat, di heman demê de Kompanya Petrolê ya Sûriyê ragihand ku armanca peymanê ew e ku mehane herî kêm bi qasî 500 hezar ton petrola Îraqê bigihîne.

Di 15’ê Nîsanê de Baniasê dest bi barkirina yekem a petrolê, ev pêvajo bi rêya kompanya ASAHI PRINCESS, bi barekî 85 hezar ton petrola Îraqê kir û çend rojan dom kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku heta Hizîrana 2026’an, Îraqê di mehekê de zêdetirî 600 hezar ton sotemenî bi rêya Banyasê hinarde kiriye, di heman demê de tevahî hinardekirina sotemeniyê ji Rojhilata Navîn gihîştiye nêzîkî 2.4 milyon ton. Ev tê vê wateyê ku qebareya petrola Îraqê ya bi rêya korîdora Sûriyê hatiye hinardekirin, bi qasî çaryeka hinardekirina sotemeniya herêmê ya wê mehê ye.

Cîgirê Serokê Kompanya Petrolê ya Sûriyê ji bo Karûbarên Veguhastin û Depokirinê, Ehmed Qubbacî, eşkere kir ku rojane di navbera 900 û 1,000 tankerên Îraqî de dikevin axa Sûriyê û piştî ku tesîsên wergirtin û depokirinê li Banyas, Hums, T4 û Nasiriye hatin amadekirin, hejmara tankerên ku dihatin valakirin bi qasî hejmara diketin Sûriyê, bû.

Wekî din êdî cihên gihîştinê bi welatên Deryaya Spî ve sînordar nebûn. Di navbera Hizîran û Tîrmehê de, sê tanker ji Banyasê derketin, bi qasî 1.42 milyon bermîl sotemeniya Îraqê hildigirtin û ber bi Dewletên Yekbûyî ve diçûn. Tankera On Passion di 17’ê Hezîranê de ji Baniasê derket, bi qasî 716,600 bermîl petrol hilgirtibû. Nêzîkî 487 hezar û 600 bermîlî li Bahamayan daxist, mayî jî ji bo daxistina li Teksasê hat plankirin.

Tankera Nissos Christina jî nêzîkî 288 hezar û 500 bermîl bar kir, di heman demê de tankera Green Warrior jî nêzîkî 414 hezar û 400 bermîl hilgirt, her du jî ji bo bazara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bûn. Ev barkirin yekem derxisitna petrola Îraqê ji Sûriyê bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê temsîl dike.

Girîngiya rêya Îraq-Sûriye-DYA’yê wê ya herêmî

Girîngiya vê pêşketinê ne tenê di ketina petrola Îraqê bo bazara Amerîkayê de ye. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kirrûbirekî demdirêj ê berhemên enerjiyê yên Îraqê ye. Daneyên herî dawî yên salane yên ji Rêveberiya Agahdariya Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA) nîşan didin ku di sala 2025an de, Amerîkayê bi navînî rojane 249 hezar bermîl petrola xav û berhemên petrolê ji Îraqê îtxal kiriye, di nav de 179 hezar bermîl petrola xav û rojane 70,000 bermîl berhemên din.

Di heman salê de Amerîkayê bi qasî 490 hezar bermîl petrola xav ji welatên Kendavê û Rojhilata Navîn hawirde kiriye û ev yek ji sedî 8’ê hawirdekirin giştî ya petrola xav a 6.2 milyon bermîl rojane temsîl dike.

Girîngiya rast di wê rastiyê de ye ku ev hawirdekirin niha ji bo cara yekem, rêyek cûda digirin, Îraqê bi rêya Banyasê bi peravên Sûriyeyê ve girêdide, berî ku ji Deryaya Spî û Atlantîkê derbasî Dewletên Yekbûyî bibe. Ev rê di bin zexta kirîza Tengava Hurmizê de bi lez derket holê û ev yek bû sedem ku Îraq lêgerîna xwe ya ji bo dergehên alternatîf ên hinardekirinê bilezîne da ku girêdayîbûna xwe ya bi hinardekirina bi rêya Kendava Erebî kêm bike. Berî şerê bi Îranê re, rojane nêzîkî 20 milyon bermîl petrol ji Tengava Hurmuzê derbas dibû. Lê belê Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) radigihîne ku herikîn di Adar, Nîsan û Gulanê de bi navînî daketiye 2.7 milyon bermîl di rojê de. IEA kirîza Tengava Hurmizê wekî têkçûna herî mezin a dabînkirina petrolê di dîrokê de bi nav dike û windahiyên berhevkirî yên hilberînerên Rojhilata Navîn ji 1.3 milyar bermîlan derbas bûne.

Wekî din, di lûtkeya kirîzê de di destpêka Nîsanê de, petrola xav a Dated Brent ku pîvanek navneteweyî ya sereke ye, gihîşt asta herî bilind a 144 dolarî ji bo bermîlekê û ji asta beriya şer du qat zêdetir e. Îraq ji ber girêdayîbûna wê ya giran bi bendergehên Besrayê yên li Kendava Farsê di nav wan welatan de bû ku herî zêde bandor lê hatibû kirin.

Berî kirîza Tengava Hurmizê, Îraqê ji Besrayê rojane nêzîkî 3.6 milyon bermîl petrol hinarde dikir. Lê belê, di Adara 2026’an de tevahî hinardekirina petrola xav a Îraqê ji bo tevahiya mehê ji 18 milyon bermîlan derbas nebû, bi navînî nêzîkî 580 hezar bermîl rojane bû. Di encamê de dahata hinardekirinê ji nêzîkî 6.8 milyar dolar di Sibatê de daket dora 1.9 milyar dolarî, di Adarê de ev tê vê wateyê ku Îraqê di mehekê de piraniya gihîştina xwe ya bazarê ya asayî winda kir.

Daneyên S&P Global mezinbûna şokê bêtir nîşan didin ku hilberîna Îraqê di Sibata 2026’an de gihaşt 4.22 milyon bermîl rojane, lê di navbera Adar û Hezîranê de ji ber rêyên hinardekirinê yên alternatîf ên sînorkirî daket kêmtir ji 2 milyon bermîl rojane. Ev yek ji bo siyasetmedarên Îraqî dîtina rêyên alternatîf ên ku Tengava Hurmizê derbas dikin kiriye, bijarteyeke sereke.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.