Navenda Nûçeyan
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk A Mezopotamiya bi daxuyaniyekê şehadeta hunermend û çalakvanê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî û di daxuyaniyê de diyar kir ku Hozan dengê xwe veguherand peyama azadiyê û huner kir çekek ji bo parastina nasname û çanda gelê xwe.
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk A Mezopotamiya (TEV-Çand) bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera şehadeta Hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr xist. Daxuyanî wiha ye:
“Em şehadeta hunermend û çalakvanê Kurd Hozan Serhed bi bîr tînin. Wî dengê xwe veguherand peyama azadiyê û huner kir çekek ji bo parastina nasname û çanda gelê xwe. Hozan Serhed ne tenê stranbêjek bû; Ew mirovekî bi prensîb bû, mîrata Kurdî di dilê xwe de hildigirt û ji bo ax, ziman û mirovahiyê stran digot. Em piştrast dikir ku berhemên wî beşek yekgirtî ya bîra çandî ya gelê me dimînin. Şehîd Hozan Serhed bawer dikir ku huner tenê dema ku bi nirxên azadî û rûmetê re li hev bike, temam dibe. Ji ber vê yekê, dengê wî li her derê heye, di navbera çiya û deştan de, di dilê hemû kesên ku çandê wekî bingeha hebûna gel û rêya wan a ji bo jiyanê dibînin, deng vedide.
Em di Tevgera Çand û Hunera Demokratîk A Mezopotamiya de, dema ku em vê kesayetiya hunerî ya nemirbi bîr tînin, piştrast dikin navên şehîdên ku jiyana xwe ji bo zindîhiştina hunera Kurdî xerç kirine, dê qet ji hêla gel ve neyên jibîrkirin. Melodî û gotinên wan dê wekî çira bimînin, nifşan bi nirxên berxwedanê îlham bikin û biriya wan ew ê rêwîtiya afirîneriya azad bidomînin. Dilsoziyaji bo Hozan Serhed ne tenê bi bîranîna navê wî ye, lê di heman demê de parastina çanda Kurdî, pêşxistina hunera azad, parastina ziman û mîratê, berdewamkirina peyama ku wî heta şehadeta xwehilgirtiye. Rêz û hurmet ji bo hunermendê şehîd Hozan Serhed û ji bo hemî şehîdên azadî û çandê.”






