Navenda Nûçeyan
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin, sê jinên ciwan ên ji Loristanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan û jinek jî hat darvekirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, ji 22’ê Hezîranê heya 22’ê Tîrmeha 2026’an der barê qetilkirinên jin û zarokan, xwekuştin û darvekirina jinan de gelek nûçe hatin weşandin.
Jin herî zêde ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatin qetilkirin. Nebûna qanûnên pêşîgirtina cînayetên li dijî jinan û parastina jinên ku rastî tundiyê tên, ji bo çalakvanên mafên jinan dibe sedema fikarên mezin.
Di 24’ê Hezîranê de, li bajarê Reyê jinek ji aliyê destgirtiyê xwe yê berê ve li ber cihê karê xwe hat qetilkirin.
Di 25’ê Hezîranê de, zarokek 14 salî ji aliyê mêrekî 24 salî ve hat qetilkirin. Di heman rojê de, Meryem Houshmand a 22 salî û dayîka wê Amîne Torabiya 47 salî li ber deriyê mala xwe ya li navçeya Kavarê hatin gulebarankirin û qetilkirin.
Di 27’ê Hezîranê de, li Tehranê merekî hevjîna xwe qetil kir. Piştî du rojan Mahnaz Eslamî li kolana Saeb a Sircanê li ber çavên zarokên xwe hat qetilkirin.
Di 2’ê Tîrmehê de, li navçeya Heftçinar a Tehranê jinek 40 salî ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
Di 7’ê Tîrmehê de, li taxa Heşt-Bengale ya Mescîd Soliman jineke 31 salî ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin. Piştî du rojan li navçeya Marandê jina bi navê Zohreh a 28 salî ya dayîka du zarokan ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
Di 13’ê Tîrmehê de, li Merîwanê mêrekî hevjîna xwe û xezûrê xwe bi guleyan qetil kir.
Di 16’ê Tîrmehê de, li Çaldoranê yek ji bûyerên herî kujer ên mehê qewimî. Mihemed Qavîdel ê 33 salî hevjîna xwe Hava Amirî ya 30 salî ya ducanî, keça xwe Bîta Qavîdel a 3 salî û dayîka hevjîna xwe Sîran Hakîmî ya 62 salî qetil kir.
Her wiha li navçeya Bukanê zarokekî 17 salî jî bi guleya tivingê jiyana xwe ji dest da û li Bîrcendê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin. Dîroka rastîn ên van herdu bûyeran di raporên hatin weşandin de nehat diyarkirin.
Xwekuştinên ji ber zext û gefan
Di 28’ê Hezîranê de, Çîmen Elî Mihemedî ya ji Seqizê dawî li jiyana xwe aniye. Her wiha di 13’ê Tîrmehê de li Loristanê 3 jinên ciwan ji ber gef, şantajên serhêl û zexta civakî dawî li jiyana xwe anîn.
Jinek hat darvekirin
Di 19’ê Tîrmehê de, Ezam Geramî ya bi eslê xwe Lorî ye û mehkûmê cezayê darvekirinê hatibû kirin, li Girtîgeha Navendî ya Yasucê hat darvekirin.
Hemû bûyerên ku di van rojan de qewîmin, careke din balê dikşînin ser rewşa ewlehiya jin û zarokan a li Îranê. Ji cînayetên jinan ên nava malê û têkiliyên samîmî bigre heya zext û darvekirinên civakî, jin bi her şêwazî tên qetilkirin. Nebûna parastinên hiqûqî û mekanîzmayên bi bandor ji bo pêşîgirtina tundiyê, jin û zarokan li dijî xeterên mezin bêparastin dihêlin.






