Di serî de, em rojbûna mirovahiyê, roja vejîna gelê kurd bi taybet li gelên azadîxwaz li rihê dayîka Uveyş pîroz dikin, dayîka ku hîn taybetmendiyên jina xwedawend di xwe de berdewam kiribû, ku di encama perwedekirina vê dayîka xwedawend de, Rêberekî gerdûnî derket holê û bû xwedî fikir û felsefeyeke ku di rêya wê de êdî careke din, dîrok vegeriya rêya xwe ya rast û jin ji bin koletiyê rizgar bû her weha di xweza û jîngehê de dengek da çêkirin , li gel wê jî bi fikir û ramanên xwe dikarîbû hemû gelan bîne gel hev, gelên ku bi sedê salan dijminê kurd û Kurdistanê, reşkirin, neqebûlkirin û dijminahiyê di navbera wan de daye çêkirin , ji ber vê dewletên komplpoger bi pilaneke pir qirêj berî 26 salan Rêbertiya me bi destên dewleta Tirk a faşîst da dîlgirtin û heta niha Rêbertî di bin tecrîdeke girankirî de ye û di bin şert û mercên herî zehmet e jiyan dike, ku bi rêbazên dûrî pîvanên mirovahiyê û zagonên navnetewî yê girêdayî mafên kesên hatine dîlgirtin, bi mebesta pêşîlêgirtina fikir û ramanên Rêbertî yên ku dîwarên Îmraliyê nikariye li pêşiya wan bibe kelem û asteng , ji ber vê her ku diçe dijminê mirovahiyê di bin sûcên dispilînê de ev zêdeyî sê salan e ku hevdîtin bi Rêbertî re qedexe kiriye ne bi malabat û ne bi parêzera re her wiha weke ku tê zanîn mirovekî ku temenê wî zêdeyî 70 salî be û zêdeyî 20 salan di girtîgehê de mabe, , li gorî zagonên navdewletî nabe ku di girtîgehê de bimîne ji ber vê bi dehan doz hatine rakirin ji dadgeha dewleta Tirk a faşîst re lê belê her tim ev doz nayên qebûlkirin û ev tê wateya ku tendirustî û jiyana Rêbertî di xetreriyê de ye .Lê tevî van kiryarên dûrî pîvanên exlaqê mirovahiyê jî û tecrîda girankirî dewleta faşîst nikariye Rêbertî û gel ji hev qut bike. berovajî wê îro Rêber Apo bûye Rêberekî gerdûnî ji hemû netew, bawaerî û gelên cûda re, bûye çirûska çareseriya hemû pirsgirêkên ku îro li cîhanê tên jiyankirin lewma di bin dirûşmeya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û çareserkirina pirsgirêka kurd di 9` ê Cotmehê de kampaniya ji bo azadiya Rêbertî dest pê kir bi pêşengiya 74 aliyên civakî, siyasî, rewşenbêrî û kesên azadîxwaz herwiha em jî wekî Rêxistina jin Kongra Star di rojavayê Kurdistanê de bi vîneke xurt û israreke mezin tevî vê kampanyayê bûn ji ber ku Rêbertî rêhevalê jin e, û di dîrokê de kesê yekem e ku jin ji bin koletî û bindestiyê rizgar kir ji ber wê, em weke jin bi hemû hêza xwe, bi çalakiyên cûrbecûr û bi karkirina biwijdan di qadên kar û berxwedanê de, em ê li Rêberê xwe xwedî derkevin her weha bangewaziya me ji bo hemû jinan ku hevgirtin û yekîtiya xwe ava bikin da ku karibin li Rêberê xwe xwedî derkevin ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya jin û civakê ye.
Careke din em rojbûna Rêberê felsefeya netewa demokratîk Abdulah Ocelan bi rihê Dayîka Uvêyş, hemû jin û mirovahiyê pîroz dikin.