Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dehaqê nû kî ne?

31/03/2024
in Uncategorized
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

 Volqan Elî

Gelê Kurd gelekî qedîm ê cotkar, şivan û gavan e. Miriyê azadiyê ye. Vê taybetmendiyê bi me Kurdan gelek tişt daye qezenckirin. Ne tenê bi Kurdan, bi tevahiya mirovahiyê daye qezenc kirin. Kevneşopiya Newrozê jî yek ji wane.

Mirov hema nebêje ‘cotkarî û şivanî û gavanî çi ye!’ Însan bi cotkariyê, nan û dexla xwe ji erdê hilbirandiye. Dema hêzên dagirker ên çavnebar, çav berdane ked û erda wî, di berdêla mirinê de ew parastine. Bi kurtasî çîroka Cejna Me Ya Azadiyê Newroz jî ji beriya hezaran sal wisa peyda bûye.

Armanca me ne ew bû em li ser Newrozê binivîsin. Me tenê xwest, em hin tiştên ku ne li gorî xwezaya xwe ne, ecêb in bînin ziman.

Hûn ê bêjin, ‘Çima?’

Tê naskirin: Hakkan Fidan wezîrê şer ê dewleta dagirker ê Tirk e. Heya vê derê tiştekî ecêb û sosret tine. Her çendî ji aliyê dîrokî ve ne wisa jî be, em xwe diavêjin ber bextê pêşiyên xwe, gelên qedîm ên Rojhilata Navîn û ji wan efûya xwe bixwazin. Ji ber ku ev  ji aliyê dîrokî ve ne asayî ye. Wekî qewmê Turanî, Tirk, ji Asyaya Navîn hatine Kurdistanê, gelên Anatolî, gelên, Ermen, Rum, Ereb û Fars dagir kirine û ji beriya sedan sal ji xwe re împaratoriyên xwînî ava kirine. Herî dawî jî cumhuriyeta Tirkiye. Vê dewleta zordar bi milyonan Ermen, Kurd, Aşûrî, Rum qetil kirine. Qirra miletê Ermen anîne, yên mayî ajotina jorê Serheda Jorîn, Ermenîstaneke req û hişk û bê berhem ji wan re diyar kirine.

Hê çend salan berê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji şoreşa Rojava qut kirine. Li herêmê ne ku Kurd, darên Xweda jî kokê wan qelandine. Ne ku nahêlin Newroz were pîrozkirin, her roj zarokên Kurdan dikujin û diavêjin bîran. Dibêjin “em ê kokê Kurdan ji binî de biqelînin”. Ev Hakkan Fidan jî di vê serdemê de ji xwe re kirine Wezîrê Şer. Dema wan şeran de jî serokê MİT’ê bû.  hemû xwîna Kurdan ku di vê serdemê de dirije, tevî Erdogan ew berpirsiyar e: hema bêje wekî Dehaqê dawî be!

Tiştekî sosret û balkêş!

Ev kes rabûye, bi destê xwe yê di nava xwînê gelê Kurd de Newrozê pîroz dike. Na, we şaş nexwend! Newrozê pîroz dike. Gotineke Kurdên qedîm heye, dibêje “bi gur ve nêçîr dike û dixwe, bi şivên ve (pez) lê digere”. Her çi hebe, rastî û heqîqet, di kevneşopiyên civakê de ye. Niha em ê ti lêkolîn û analîzên cuda, zanist û felsefeyên cuda nekin, ji bo niha ne pêwîst e jî. Tenê em ê guh li pêşiyên xwe bikin. Jixwe di fikra faşîzma Tirk de ‘gurên boz’ wekî îlah tê şîrovekirin. Wisa dibînin. Hakkan Fidan wezîrê şer ê dewleteke dagirker e. Her roj her kêlî xwîna zarokên Kurdan dirêjîne. Bi çi curetê radibe û cejneke wekî Newrozê, cejneke azadiya gelan pîroz dike. Wekî di gotinê pêşiyan de dibêje, hem bi xwe ‘gur’ e û hem nêçîra Kurdan dike, hem jî cejna azadiya gelê Kurd pîroz dike. Em wisa dinivîsin lê ew bixwe dibêje “birayê min Barzanî ez Newroza te pîroz dikim”. Jixwe em nikarin pêşî lê bigirin, ew dikare hin tiştan pîroz bike lê ne Newrozê. Mînak, dikare biryara mala Barzanî ya tevlînebûna hilbijartina Îraqê pîroz bike. Manedar e. ji ber ku bi dilê wan e. bila destê xwe nede Newroza gelan! Di serî de dilê gelê Kurd û dilê gelan, dilê kesên azadîxwaz pê diêşe.

Newroz ji aliyê gelê Kurd û gelên azadîxwaz ve bi taybetî li Bakur ji aliyê milyonan ve hate pîrozkirin. Eger bi rastî jî Hakkan Fidan wê şevê xewn xwe dîtibe, çima Newroza Amedê, yan jî li nêzîkî wî ya Stenbolê hebû, ew pîroz nekir? Çû ta li Hewlêrê cejna Barzanî pîroz kir.

Wekî gotina pêşiyan dibêje, gelo bi hev re tiştek xwarine û ji ber wê radibe li cejna Kurdan digere?

Gumana me ne ji pêşiyan û ne jî ji gotinên wan heye; ew pîroz in û rêya rastiyê pêş me dikin. Xiyaneta Harpagos em ji wir fêr bûne.

Eger ne wisa bûya divê wekî her Kurdekî malbata Barzanî ( ew ji xwe re dibêjin em Kurd in) jî bigotana, “em pîrozbahiya te qebûl nakin, hê doh balafirên te, li gundên Metîna-Garê çend Kurd qetl kirin”. Na, berewajî, bi şahnazî û kêfxweşî, vê, di ragihadina xwe de wekî nûçe diweşînin!

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.