Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çalakiya roja şano a cîhanî û bîranîna Yekta Herkol li Qamişlo tê lidarxistin

27/03/2024
in Uncategorized
A A
Çalakiya roja şano a cîhanî û bîranîna Yekta Herkol li Qamişlo tê lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo
Bi boneya Roja Şano ya Cîhanî û salvegera 20`mîn a şehadeta Yekta Herekol li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo çalakiyek hunerî tê li darxistin û wê 2 rojan dewam bike.
Desteya Çandê, Hîlala Zêrîn û Tev-Çand bi boneya roja şano ya cîhanî û salvegera 20`emîn a şehadeta Yekta Herekol li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo çalakiyek ku 2 rojan dewam dike li dar xist.
Di destpêka çalakiyê de hemû beşdarvan deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan rawestiyan, piştre endamê komîteya amedekar Keder Hisên xêrhatina mêvanan kir û wiha got: “Şehîd Yekta yek ji şehîdên ku muhra xwe di şanoya kurdî xist û bo sembola şangeriyê ji bo hemû şanogerên kurd û cîhanê.”
Di heman demê de li ser navê Tev-Çand Sumeya Mihemed û Hevserokê komîna şano ya kantona Cizîrê Kawa Fetah axivîn û wiha gotin: “Xwedîderketina li hunermendî û şanogeriyê di dilê me de hatiye çandin, lewra divê her hunermendek û şanogerek dev ji xebatê xwe bernede.”
Herwiha ji hêla Kawa Fetah ve nameya şano ya cîhanî bi zimanê Erebî hat xwendin.
Piştre rêhevalê şehîd Yekta Osman Kortelan diyar kir ku Yekta mamosteyê wî bû û rê nîşanî wî dida û anha ew riya wî didomînin û wiha got: “Gereke hunermend û rewşenbîr rê nîşanî civakê bidin wisa xwdî li rêka xwe derdikevin. Cidî bû û her tuşt cidî digirt, jiyana wî wiha bû.”
Çalakî bi pêşandan senevîzyonekê ya li ser jiyana şehîd Yekta Herekol berdewam kir. Herwiha di roja yekê de şanoya ‘Dika heqîqetê, Wê Werin û ya Tiyatra Hinar hatin pêşandan.
Di roja 2`an ya dawî de wê şanoya’Rastiya jiyanê, Ez yan Em, Kursî, Piromatsê zincîrkirî û Cotyar’ werin pêşandan.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.