Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Gel bi hêz û îradeyeke mezin tevlî kampaniya komkirina imzeyan dibe’

27/03/2024
in Uncategorized
A A
‘Gel bi hêz û îradeyeke mezin tevlî kampaniya komkirina imzeyan dibe’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Melek/ Qamişlo

Di çarçoveya pêngava cîhanî ya azadiya Rêber Apo de, gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9’ê Sibatê de dest bi kampaniya komkirina Imzeyan kirin û heya 4 Nîsanê wê dewam bike. Endamê Insiyatîfa Sûrî ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan Silêman Ehmed diyar kir ku bi saya berxwedan û têkoşîna gel wê Komploya Navneteweyî têk biçe û Rêber Apo fîzîkî azad bibe.

Di çarçoveya pêngava cîhanê ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan ku li tevahiya cîhanê deng ved, Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9’ê Sibata 2024`an de kampaniya komkirina îmzeyan ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan da destpêkirin, herwiha wê heya 4`ê Nîsanê dewam bike. Ji despêka kampaniyê ve bi sed hezaran gelên herêmê bi coşeke mezin tevlç bûn û helwesta xwe nîşan dan.

Di  derbarê Kampaniya Komkirina Imzeyan de endamê Insyatîva Suriyê ya azdiya Rêber Abdullah Ocalan Silêman Ehmed, ji rojnameya me re axivî.

Gel bi riya  îmzeyan helwesta xwe nîşan da

Silêman Ehmed diyar kir ku tevahiya gelên bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya Rêber Apo xwedî helwstin û wiha got: “Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûryê ji bo azadiya Rêber Apo gelek kampanyayên komkirina îmzeyan tên li darxistin û ev yek nîşaneya herî mezin a hevgirtina gelê Rojava ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Pêngaveke cîhanî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurdî hatiye dest pê kirin, di sala borî de jî pêngava komkirina îmzeyan hat destpêkirin û zêdeyî 2 milyon û 600 hezar îmze hat komkirin li ser asta Bakurê Sûriyayê, piştre ev îmze ji CPT`î re hat şandin. Kampaniya komkirina îmzeyan ya îsal armanc jê ew bû ku 3 milyon îmze werin komkirin, heta niha 2 milyon, 291hezar û 736 îmzeye hatin komkirin. Gelê me bi eşqa azadiyê, coş û hêzeke mezin tevlî vê pêngavê bûn, her kes xwe li gel rêberê xwe dîtin ku di riya va îmzeyan de îradeya xwe ya siyasî û demokratiyetê dan nîşan dan.”

‘Rêber Apo navenda çareserkirina tevayiya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e’

Endamê Insyatîfa Sûrî ya azdiya Rêber Abdullah Ocalan, Silêman Îsa Ehmed di dawiya axaftinê xwe de anî ziman ku tevahiya gel bi hêz û îradeya xwe tevlî kampaniyê bû û wiha got: “Gel bi  bi hêz û îrade tevlî vê pêngavê dibin,bi hêz û bawerî îmzeyên xwe didin komkirin. Hewceyî gotinê ye ku ev îmze wê ji meclisên Ewropî re werin şandin. Em spasiya gelê xwe û Komîteyên ku kar xebatên didin meşandin dikin, yên ku bi rihê azadiyê xwe nêzî armanca xwe dikin. Em dev ji doza xwe bernadin heta ku em rêber di nav xwe de bibînin, ji ber ku fikrên rêber Apo navenda çareserkirina tevayiya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.