Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Giringiya parastina cewhera xwezaya civakê

27/03/2024
in Uncategorized
A A
Giringiya parastina cewhera xwezaya civakê
Share on FacebookShare on Twitter

Rûsyar  Mezlûm    

Ji bo em dîroka mirovahiyê fêmbikin, meyze kirina felsefî, analîtîk, hestiyarî û bi azadî fikrandin hewce dike. Di belgeyên dîrokî de jî hatiye îspat kirin ku mirovahî her dem bi şerên xwe parastinê re rû bi rû hatiye. Ev jî dide diyar kirin ku berhemên îro di destê me de bi hêsanî nehatiye dest girtin. Ji bêderfetiyan hemû pêwîstiyên jiyanê pêk anîne, bê westan xebitîne.

Dayîkên xwedawend di nava xûlqikarî û afrandinê de pêwîstiyên civaka xwe bi cîh danîn. Gelek berhmên ku mirov sûd jê werbigire û ji bo pêşeroja xwe bi kar bîne, dayikên pîroz ava kirine. Dîtina genim, derman a ku bi destê dayika xwedawend hatiye keşif kirin, ta roja îro jî tê bikaranîn. Lewma civak li ser berhemdariya xwezayê hatiye mezin kirin. Mirov dikare têkiliya xweza û civakê weke têkiliya zarok û dayikê jî pênase bike. Di felsefeya zerdeşt de bi awayekî zelel têkiliya xweza û mirov radixe ber çavan. Ji ber ku pîvana herî girîng parastina xwezayê ye.

Gerdûnê bi teqîna mezin dest bi lêgerîna nûbûnê kir. Bêguman piştî teqînê salên dirêj mirovahî tê avakirin, ew jî bingeha xwe ji kilan û qebîleyê despêdike. Êdî mirovahî di gelek qonaxan re derbas dibe ta dighêje roja me ya îro. Bi kilan û qebîleyê re êdî pêşketina analîtîk zeka, mantiq, tehlîl kirin, nêrîn dayînê pêş dikeve. Bê guman  klan li dora jin tê ava kirin û nasnama jinê li pêş e. Di heman demê de bingeha exlaqê civakê  li wir tê avêtin. Ev civakbûyîn jî bi salan li ser çand û rêgezan jiyana xwe berdewam dikirin. Bi avabûna pergala şaristanî ya ku di wateya giştî de çînîbûyîn, bajarbûyîn û dewletbûyîne hesapçî, li hev anîn, xwînsarî plan-proje, taqlîd pêşdikeve û zilam derdikeve pêş,  jin jî gavekî paş de dimîne.

Di heman demê de cara yekem malên taybet ên bi navê Musaqedîm hatine vekirin. Di wir de jî jin bi hemû berhemên xwe tê desteserkirin û kolekirin. Laşê jinê di van perestgehan de tê bikaranîn ev jî weke fermana xwedê tê destnîşan kirin. Di encam de sîstema baviksalar pêş dikive û heya niha jî bandoriya xwe li ser civakê heye. Bê guman ev zihniyet bi xwe re gelek xirabî da avakirin. şerên ku li ser gelen mexdûr tên kirin bingeha xwe ji zihniyeta baviksalariyê digire.  Ji ber ku her kes li gor berjiwendiyên xwe dixwazin civakê li gora xwe bikarbîne.

Di civaka xwezayî de talan û wêran nînbû, her ku zihniyeta berjewendîparêz pêşket, exlaqê civakê jî hate bin pêkirin. Bi civakê azadiya mirovî weke karên bê exlaqî pênase kirin û bi vî rengî ciwanan ji rêgezên civakî durdixin. Bêguman bi vê tenê jî sînordar nema her roj bi navê namûsê jinan qetil dikin û weke ku mafekî raweye digirin dest. Ev hemû jî xirabiya ku însan gihîştiyê diyar dike. Ji ber vê jî li dîrok û cewhera xwe vegerîn pir girînge. Ji ber ku heya mirov cewhera xwe dernexe derve, wê bedewiya jiyankirinê jî nemîne. Lewma paradîgma ku Rêber Apo pêşkêşî me kiriye, ji tevahî pirsgirêkên em pêre rû bi rû tên altarnatîf û çareseriye. Ji ber vê azadî, hebûn, çand û exlaq bi awayekî rast bê dest girtin û di kesayetê de were rûnişkandin. Çanda ku her hebûnek bi keda xwe dihat mezin kirin û xemila xwe li civakê belav dikir, pêwîste were zivirandin. Hewceye ciwan jî xwe li ser vê çandê mezin bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.